ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 09.10.2006 · 2 dîtin
Li gor ku rojnameya Berîtanî ya The Sunday Times ragihandiye daye diyarkirin ku Emerîka dixwaze li Îraqê sê Herêman ava bike, rojname di vî warî de dibêje ku komisiyoneke serbixwe ji aliyê Kongirisa Emerîkayê ve hatiye sazkirin û serokê Emrîkayê jî ew Komisyon pesend kiriye.Rojname dibêje ku serokê Komisyonê James Baker wezîrê karê derve yê Emerîkayê berê yê.Li gor rapora ku ji aliyê Komisyonê ve tê amade kirin Îraq wê ji herêmên Kurd, Şî-î û Sunî pêk bê.Rojname diyar dike ku armanca raporê ne perçekirina Îraqê ye armac parvekirina deshilatdarî û paraztina ewlekariya Herêmaye.Time di nivîsa xwe de dibêje ku ev rapor azadiyek berfireh dide herêman û Hikumeta Îraqê ya Federal wê tenê ji ber karûbarên derve, û paraztina sînoran herweha parkirina hatiyên petrolê ve berpisiyar be.Pukmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.