ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 dîtin
Texmîna herî dawî ya encamên hilbijartina Iraqê diyar dike ku ji bo Kurdan mizgîneke pir mezin a muhtemel di rê de ye. Lêkolîna ku ji bo fermandarîya navendî ya DYA (CENTCOM) hatiye amadekirin, texmîn dike ku Hevalbendîya Iraqa Yekgirtî ku Sîstanî wek mîmarê wê tev gerîyaye wê 43.3%ê dengan bisitîne, li dû wê Lîsta Yekgirtî ya Kurdan tê û wê bi serketineke mezin 36.4%ê dengan bisitîne, Peymana Neetweyî ya Serokwezîr Allawî jî 8.1%ê dengan disitîne.
Li gora van nisbetan kursîyên parlamentê dê weha belav bibin:
120 kursî bo lîsta Sîstanî
100 kursî bo lîsta Kurdan
û 22 kursî bo ya Allawî.
Bi giştî wê li parlamentê 275 kursî hebin.
Ger ev texmîn kêm zêde rast derkeve, serketineke mezin e û rêyeke xweş li ber Kurdan vedike. De Kurdino, bêtir xîret bêtir xebat, ev hilbijartin û dengdan û dengkomkirin bo lîsta Kurdan a yekgirtî her diçe bêtir dibe pirsa namûsê.
Rojan
Çavkanî; DEBKAFILE
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.