ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
M.Þerif MÜÞTAK / · 22.05.2007 · 2 dîtin
Teror, çek û sileha desthilatdarîya dewletên dagirker e. Dewletên ko serî li dagirkerîyê didin, bi xwe re teror û teror kirinê jî di bin wî welatê ko dagir dikin. Ji ber ko Mêhtingehkar û dagirker di welatê ko dagirkirîn de, ji gelê wî welatî bêhêvî ne. Ji ber vê sedemê çek û sileha desthilatdarîya dagirkeran a herî mezîn dibê zor, zilim, talankirin, wêrankirin, kûştin û girtin. Pişta xwe didin dîwarê “Teror û Teror Kirin” ê. Teror ji mêhtingehkaran re dibê çek û sileha “Kimyasal” û şurê tehdîdê li ser serê gel. Civaka gelêdagirkirî û dagirkeran hev nasnakin, gel piştgirîya dagirkerîyê nakê. Kultur, çande, irf, edet, civaka gel, civaka dagirkeran ji hev xerîbin û gelek cida ne. Dagirkerî dibê asteng ko gel ne karibê li xwe bi xwedî derkevê, hemû jîyan bi dagirkeran ve tê girêdan û jîyana gelê hatî dagirkirin bi tevayî tê kelemçe kirin. Dagirker di xwazin hemû rastîya bidin gûhertin. Gel ji nav rehnî û ronahîyê di kevê qebreka reşûtarî û zêndan ê. Rewşa dagirkeran û gelê hatî dagirkirin di şibê weke rewşa Şal - Şapikê sipî ko bi pînê reş hatibê pîne kirin. Di nav gel û dagirkeran de her wextê dibê xire cir, qerqeşûn, şer, qîr, hewar, berxwedan û xwe parastina gelê hatî dagirkirin dest pêdikê. Dagirker ji bo talan kirinê berdewam bikin, teror - terorkirin dibê sileha hemû desthilat darîya wan a herî mezin û ji bo wan weke sileha kîmyasal e. Gelê hatî dagirkirin di kevin bin tehdîda teror - teror kirinê de. Teror di destê dewleta dagirker de dibê şûrê qetlê li ser serê gel tê hejandin. Bi zimanê dijmin navê şûrê qetlê dibê demoqrasî. Teror - Terorkirin ne tiştek nûwe û ne kar - barê grupekê an karê dewletekê bi tenê ye. Teror zilim, zor, tirs û cefa dan kişandin e. Ko insanîyetê çiqasî xwestibê xwe bi pêşdetir bi bê, dagirker, mêhtingehkar û dîktatoran ji bo feydên xwe zilm, zor, cefa, teror û terorkirin bi pêşdetir birin e. Ji bo zaliman buwe çeka kîmyasal a herî mezin. Ji xwe ko di destên dagirkeran de planên teror û terorkirinê nebin, nikarin bi ti awayî di welatên ko dagirkirî de li ser lingan bi sekinin. Bi vê egerê ji bo terorê berdewam bikin, yasayên xwe bi rengûmeng dikin, qilif dikin û parastina xwe pê meşrû dikin. Lê terora li dijî gelê Kurd tiştekê cidatir, taybettir e, ji terora ko di cîhanê de tê kirin jîya wê dûr û dirêjtir e. Hemû bi insîyatîf, bi rêxistin û girêdayî bi sîstema dewletên dagirker veye. Di Kurdistanê de binegiha “Teror - Terorkirin” ê sîyaseta “Dagirker”îye. Sîyaset di bin destê desthilatdarîya “Dewleta kûrd”e ye. Dewleta kûr dewleta kicik”e, di nav dewleta mezin de veşartî ye. Dewleta veşartî biryara sîyasetê di dê. Biryara karên reş, tarî û terorkirin di destan deye. Di rojhilata navîn de teror bi dîroka dagirkerîyê derketîye holê. Ko çiqas dagirker hatine rojhilata navîn dîsa bazdane an bar kirin e. Lê dagirkerên Kurdistanê xweş, nexweş ticara ne xwestine ji Kurdistanê bar bikin, dijî vê xwe xwedîyê Kurdistan dîtine. Heyîna Netewa gelê Kurd bi fermî inkar kirin e. Ji bo gelê Kurd - Kurdistan azad - serbixwe ne bê, xwîna xwe û xwûna gelê Kurdistan li ser xaka Kurdistan dane rijandin û berdewam e. Qet kirina Kurdistan bi şerê ko di sala 1514 de di nav dewleta Firsê û dewleta Elî Osman de cêbûwî destpê kirîye. Piştî 125 sala bi peymana Qesra - Şîrîn di sala 1639 de fermî bûwe. Ji roja “peymana Qesra - Şerîn” sala 1639 heya niha Kurdistan qet kirîye, dagirkirîye, bi her awayî “Teror - Terorkirin” a dagirkerên Kurdistanê, li ser gelê Kurd, xaka Kurdistanê bênavbir, bi sîstematîk, bidanstandinên dagirkerî, dîplomatîk berdewam e û di Kurdistan de qilifekê fermî li kelha zilmê hatîye kirin. Sala 1926 dewleta Iraq, 1948 bi damezrandina dewleta Surî, Kurdistan bûwe çar parçe. Ango “Teror-Terorkirin”a li dijî gelê Kurdistan çar qet zêdetir bûwe, teror bûwe îdarekirina Kurd û Kurdistan. Gelê Kurd ev rewş li ser xwe ticara ne pejirandîye, di cihanê de jî ne meşrûwe lê meşrû jî tê dîtin. Hemû gelên di cihanê de dijîn, kengî bi xwazin di karin “Qedera xwe di destên xwe de bigrin”. Ev di qada navnetewî de fermîye u mafê gelê Kurd`e jî. Lê hatina DYE li Iraq meşrûîyeta “Teror-Terorkirin“, zilm zor, talana li ser gelê Kurd, Kurdistan hate qedexe kirin û di qada navneteweyî de gav bi gav fermî dibê. Başurê Kurdistan îro azade, bi hemû alîyê jîyanê xwedî sewq û îdare ye. Gelê Kurd li ser xaka coxrafya başûrê Kurdistan xwedî rejim û federasyon e. Sîyaseta “Teror - Terorkirin” ê êdî ni karê li ser xaka Kurdistan`a azad bijî. Sîyaseta dagirker hate hilweşandin. Referandûma li gor maddeya 140 heroj nêzîktir dibê. Bi serketina maddeya 140 serketina gelê Kurd e. Jib o serketin çênebê dagirker jî li ber xwedidin. Ko dîrokên salaye dagirker çawa terorê ji bo xwe „çeka kîmyasal“ dibînin û serketina xwe bi terorê berdewam dikirin, îrojî dagirkeran li başûrê Kurdistan dest avêtin e çeka teror û terorkirinê. Êrîşên li hewlêr, Mexmûra, …. Mînakên eşkeren e. Di van karên teror û terorkirinê de destên dewleta Roma Reş heya bi milan têdeye û eşkereye. Tirko dizanê pêşve çûnên li başûrê Kurdistan hilweşandina dagirkerîya bakûrê Kurdistan e jî. Vekirin û berdewamîya vebûna balyozxaneyên dewletên cîhanê li ser xaka Kurdistana azad û pêşwazî kirina serokê Kurdistana azad Meshod Barzanî li DYE, YE, Alamanya, Avusturya,........ û deverên dî nîşana serketin, bûyera fermî û rastîya ye! Gavên serketinê çêbûn e, lê barê gelê Kurd girantir bûye. Îro ji herwextî bêhtir pêwiste ko miho li serxwe bi sekinê, li berxwe bidê, li tifaq û biratîya gelê Kurd bi xwedî derkevê. Roj roja Kurdistanîyan û Kurdaweraye. Rihê neteweyî mejîyê Kurdistanîyan û Kurdewaraye û divê ev hest bê sînor bêbilind kirin Bi kûrtayî rêberên dagirkerîyê bingeha terorê û teror kirinê ne. Jîyana dagirkeran bi “Teror û Terorkirin”ê ye. Lê nexwe nikarin bijîn, sîyaseta xweya genî bi domênin. Ji ber ko dagirker li dijî gel qatile, sûcdare, dize û talanker e. Zilim, teror, terorkirin çek û sileha dagirkeraye û xwe pê di parêzê. Lê aqîbeta dagirkeran a talî sernivzî ye. Bivê nevê ji nav gelê Kurd û nav xaka Kurdistan ê bazdan e. Serketina hemû dagirkerên xaka Kurdistan aqîbeta Sedam Hisên e. Almanya : Bajarê Biremen, 22. 05. 2007 M. Şerîf Mûştak Serif.muestak@gmx.de Kûrtok: Mi ev nivîs di 08.06.2006 de dîsa dabû weşandin. Lê niha eynî nivîs bi hin gûherandinê ji bo wextê mi careke dî pêwistî pêdî ko bê weşandin.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.