Ramyarî

Televîzyona TÎŞK dê di demeke nêzîk de weşana xwe dest pê bike

Agiri · 04.02.2006 · 2 dîtin

Di cejna 2’yê Rêbendanê (22.01.2006)’an, şêstemîn salvegera avabûna Komara Demokratîk ya Kurdistanê de, hevalê hêja û xebatkar, Kekê Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê mizgîniyeke dîrokî da gelê Kurd. Kekê Mistefa Hicrî mizgîniya destpêbûna weşana bi "TEST" a televîzyona TÎŞK da raya giştî ya neteweya Kurd.  Birêz Mistefa Hicr got: "Qirar bû di roja 2’yê Rêbendanê, 60’mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê de, televîzyona TÎŞK weşana xwe bi "TEST" dest pê bike, lê ji ber hinek pirsgirêkên qanûnî, ev gave paş ket". Birêz Mistefa Hicrî anî ziman û got ku di meha 2 ya 2006’an weşanên televîzyona TÎŞK dê dest pê bike. Danîna televîzyoneke Kurdî ji aliyê PDK Îranê  di 60 saliya avabûna Komara Kurdistanê de gaveke pir girîng û dîrokî tê hesibandin.Li benda TÎŞK TV bin.Ji Rojnama Agirî

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.