Ramyarî

Teksta projeya Reform a Berêz C.Talebanî hate belavkirin

Rojhat · 04.01.2009 · 2 dîtin

Teksta projeya Reform a Berêz C.Talebanî hate belavkirin

Teksta projeya sekreterê giştî yê YNK-ê Celal Talebanî ya bi navê ‘Pêngavên ber bi reform û nûbûnê ve’, ku ji hin mijarên wekû destwernedan li karûbar û fermanên hev du, çespandina hukmê qanunê, nehêştina wasîte û xizmayetiyê, her wiha serbixwebûna dadgeh, zanîngeh û peymangehan, pêk tê, bi riya PUKmedia-yê ve hate belavkirin.Teksta projeyê wiha ye:Rêxistina navbera hikûmeta Herêm û partiyan,Bi taybet YNKLi ser esasa desttêwernedan li karûbar, îş, fermanên hevûdu, çespandina hukma qanûn, nehiştina wasîte, mehsubiyet, xizm û xizmayetiyê, hikûmeta Herêma Kurdistanê berhema ked û xebata fedakariyê ya pêşmerge, partiyên şoreşger, komeleyên xelkê Kurdistanê û xwîna şehîdanên nemir e.Diyar e di navbera hikûmeta Herêm û partiyên şoreşgêr de li ser esasa seretayên hukmraniya serdem û hukma qanûnî xizmetkirina komelên xelk û bidestxistina daxwazên komeleyên xelk têkiliyeke taybet jî heye, her wek cihêbûn jî heye di navbera herduyan de wek du cure damezraweyên ji hev cihê, bi hukmê cihê yê erk û fermanên wan û bi hukmê wê yekê ku di demekê de partî, her partiyek çiqes mezin be, her ji bo beşeke xelkê ye, lê belê hikûmet ji bo hemû xelkê Kurdistanê ye, bi hukma wê jî ku hikûmet divê li gor qanûn, destûr û biryarên parlamentoyê rabe, lê belê partî li gor bîr û baweriya xwe û bername û peyrewa xwe ya navxwe radibe, bi hukma wê jî ku erka birêvebirina dezgehên xizmetguzariyê wek xwendin, saxlemî, av û elektîrîk di stûyê hikûmetê de ye.Erka dabînkirina budceya pêwîst ji bo xizmetguzariyan û geşepêdana hemûlayane ya jiyana  xelkê di stûyê wê de ye. Û erka danîna pîşesazî û geşepêdana çandinî, bazirganî, bazar û projeyên avadaniyê di stûyê wê de ye lê belê partî bi erka hişyarkirin û rêxistina xelkê û belavkirina bîr û baweriyên xwe yên cihê radibe digel handan û rêxistina xelkê ji bo beşdariya aktîv di hilbijartina nûnerên xwe bo parlamento û geşepêdan û serxistina karên xwe û parastina hikûmeta Herêmê de ku hikûmeta xelkê me ye û.Ji bo ku hikûmet bikaribe bi erkên xwe rabe û hukma qanûnê tetbîq bike û bikaribe wekheviya welatiyan li hember qanûn û aliyên cihê ên jiyanê, edalet û yeksaniyê dabîn bike, ji bo ku bi başî kar, erk û pêdiviyên ser milê xwe bicih bîne, :Yekem: Ne bi xwe, ne endam û kadroyên saziyên wan rasterast dest di karûbarê hikûmetê de wer nedin.Duyem: Divê ciyawaziya navbera hikûmet û hizbê, pir aşkere û rohn be. Wate hizib dê bi riya parlamento û nûnerên xwe ên di wezaretan de beşdariyê di hukmraniyê de bikin, ne bi riya desttêwerdana endam, kadro û saziyên xwe ên di karûbarê hikûmet û damûdezgehan de. Lewre divê hevalên YNK-ê pir bi hurî van amojgarî û biryarên jêrîn bi cîh bînin: 1-Sazî, kadro û rêxistinên YNK-ê bi tu awayî nikarin rasterast dest di kar û fermanên damûdezgehên hikûmî de werdin. Ji wezaretê ve bigire hetanî parêzgeh, qeza, nahiye û hemû dezgeh û dayîreyên cuda ên hikûmetê.2-Eger kar û daxwazeke wan ji dezgehên hikûmî hebe, yan dê bi riya qanûnî û serbixweyiya dezgehên hikûmî ve pêweniyê bikin, yan jî dê bi riya rêxistinê ji xwarê hetanî digêhîje buroya rêxistin û polîtburoyê ve pêwendiyê bikin, ew jî dê bi riya cîgirê serokwezwîr û wezîran ve bigêhîne hikûmetê, da ku bi riyeke qanûnî çareseriyek bê dîtin.3-Nabe bi tu awayî saziyên YNK-ê li bajar û nahiyeyan bavêjin ser karbidestên hikûmî û bi çavsorî û tehdîdê, ya ku dixwazin li ser wan biçespînin.4-Nabe bi tu awayî saziyên YNK-ê dest di kunterat û projeyên hikûmî, karûbarê bazirganî û bazarê de werdin.5-Nabe bi tu awayî bi riya wasîte, wasîtekarî û bi riya xizm û xizmayetiyê ve dest di karûbarê dayîreyên hikûmetê de wer bidin.6-Divê endamên YNK-ê ên di hikûmetê de, ji wekîlên wezîran hetanî berpirsên giştî, parêzgar, qeymeqam, berpirsên damûdezgehên xwendin û tenduristiyê û hemû dezgehên din, bi tu awayî derfeta desttêwerdana saziyên hizbî nedin di karûbarê damûdezgeh û dayîreyan de. Eger bi çavsorî û tehdîd li gel wan axifîn, guh nedinê û cih de sekreterê giştî agahdar bikin. Eger vê yekê pêk neyînin paşê dê bi xwe, sazî yan kadroyên ku dest di karûbarê hikûmî de werdane rûbrûyî sizayên hizbî û qanûnî werin.7-Nabe sazî û kadro xwe wekû karmendên hikûmî bihesibînin, îrade û daxwazên xwe bi ser wan de biçespînin.8-Damezirandina karmendên hikûmî di hemû dayîreyên hikûmî de li gor zîrekî û karîna wî be, ne li ser esasê piştgiriya hizbî.. Hevalên xwebatkar ên YNK-ê...Hûn li hemberî damûdezgeh û dayîreyên hikûmeta me, dê çav û guhên YNK-ê bin, ne darê ser serê wan û ne desttêwerder bin, hûn parêzerên qanûn û hukmê qanûnê ne, ne pêşêlkarên qenûnan û desthilatên damûdezgehên hikûmetê. Divê hûn serkêşên bimodernkirina hikûmet, dezgehên wê û aliyên cihê ên jiyanê bin.Divê hûn rêzê li damûdezgehên hikûmetê bigirin, ne ku binpê bikin.Divê hûn mînakên mirovên dilsoz û kesên qanûnî bin, hemû xelk li cem we wekû bira û malbatên we  bin, ne xizim, xizmateyî û wasîte.Sekreterê giştî yê YNK-ê Mam Cela 18/12/2008      Derbarê zanîngeh û peymangehan  1-Divê rêz li serbixwebûna zanîngeh û peymangehan bê girtin û ev rastî wekû destpêkeke girîng û merceke sereke ji bo pêşxistina zanîngeh û peymangehan bê berçavgirtin. Me pêwîstî bi wê yekê heye ku wekû welatên pêşketî jiyaneke zanîngehî û azadiyeke zanîngehî dabîn bikin.2-Nabe rêxistinên hizbî dest di karûbarê zanîngeh û peymangehan de wer bidin, yan merc û daxwazan bi ser wan de biçespînin, yan dest di destnîşankirina mamosta û serokêbeşan de wer bidin, yan jî ji bo îmtihan û çalakiyên zanîngeh û peymangehan, mercan deynin.3-Ya baş û pesend ew e, ku baregeha rêxistinên hizbî li derveyî avahiyên zanîngeh û peymangehan bin. 4-Rêxistinên hizbî ên di zanîngehan de jî, tenê divê bi awayê xebata derveyî zanîngeh û peymangehan, bi awayê demokratîk, dabînkirina azadî û bîrûbaweriyê, mijûlî belavkirina bîrûbawera xwe û rohnkirina siyaseta xwe bin. Nabe hizbayetî û endambûn di nav xwendikar û mamostayan de bi zorê bê çespandin. 5-Divê berpirsên zanîngeh û peymangehan li ser esasê jêhatîbûn, zîrekî û şiyanê bên destnîşankirin, ne li ser esasê hizbayetiyê. Sekreterê giştî yê YNK-ê Mam Cela18/12/2008                Di derbarê dadgehê de Pêwêstiya me bi wê yekê heye ku wekû welatên pêşketî, yasa serwer be, dadgeh azad bin û her kes li hemberî yasayê yeksan bin, lewre: 1-Divê rêz li serbixwebûna dadgehan bê girtin û wekû destpêkeke girîng û merceke sereke ji bo pêşxistina serweriya yasayê bê liberçavgirtin, hizb dest di karûbarê rojane yê dadgehê de wer nede.            2-Nabe rêxistinên hizbî bi telefun yan nameyan dest di karûbarê dadgehan de wer din û tika bikin ku tawanbar bên efukirin.            3-Divê dadwer li ser esasê zîrekiyê bên destnîşankirin, ne li ser pîvana hizbî yan xizim û xizmateyî û wasîtekariyê. Sekreterê giştî yê YNK-ê Mam Celal   18/12/2008PUKMEDIA

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.