ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 03.10.2005 · 2 dîtin
Pêştî perçebuna cepha Tûrkmen ( Irak Türkmen Cephesi ) Sekreterê Gistî Berey ( Cephe ) Türkmen Muayyed Hanî cudabuna xwe ragihand. Sekreterê Giştî Cepha Turkmen u jimareyek endamê cephe bi daxuyanîyek li ser egerê cudabuna xwe ragîhand u ewha got: Em hatin vê bawerîyê kû mafên gelê Tûrkmen bi riya gelê Kurdistan u bi alîkarîya Hükümeta Kurdistan tê bidestxistên. Berêz sekreterê giştî Cepha Türkmen di ragihandina xwe daö da nişankirin kû Tûrkmen beşekên ji Kurdistanê Iraq u hevbendê Gelê Kurdistanin. Berêz daxuyanîya xwe da dîyar kir kû demê wan hatîbu ji Berey Tûrkmenî Iraq cuda bibin u herên nav rêza rast a nav bizava Demokrata Kurdistan. Ev demeke kû li nav rêzên Cepha Tûrmen tevlîhevî u cuda bun çêdibe. Pêştir berpirsê şaxa Hewlêr a Cepha Türkmen Abdulqadir Bazirgan, ji berey Tûrkmen cuda bibu. Berey Tûrkmen pêştê hilbijartinan u ji ber siyaseta xwe a çewt u giriday Tirkîye, her çika diçe lawaz dibe u di nav gelê Tûrkmen bandora vî namîne. PeyamnêrWerger: Rojhat Badikî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.