Ramyarî

Talabanî: heye ku Hêzên Emerîkî piştî du salan xwe ji Îraqê vekêşin

Rojhat · 25.09.2006 · 2 dîtin

 Serokkomarê Îraqa Feder birêz Celal Talabanî ji (Maggazin of News Week) ya Emerîkî re da diyarkirin ku îraq dikare hêzên xwe bi hînkirin bide bi mebesta şerê rûbirû li hemberî terkezeyên Derveyî û yên teroristî û hebûna Emerîka di vî demî de li îraqê, hêzeke girinege ji bo rawestandina têkiliyan di karûbarên îraqê yên navxwoyî de ji aliyê hemû netew û aliyên biniyazin ku van têkiliyan bikin ve.  Serokkomarê Îraqa Feder birêz Celal Talabanî da zanîn ku heye Hêzên Regez Cuda, piştî herdû salên dahatû de, xwe ji îraqê vekêşin. Herweha, ji Maggazin of News Week re eşkere kir ku: (.. baweriya min ew e ku piştî du salan emê bikaribin ku Hêzên xwe yê Îraqî  bihînkirin bidin û şerê rûbirû li hemberî terorizmê û terkezeyên derveyî jî bikin, wê demê jî em dikarin daxwaza vekişandina Hêzên Regez Cuda ji îraqê bikin, lê hebûna Emerîka di vî demî de li îraqê, hêzeke girinege ji bo rawestandina têkiliyan di karûbarên îraqê yên navxwoyî de ji aliyê hemû netew û aliyênên biniyazin ku van têkiliyan pêk bînin ve..). Û li ser raya wî derbarê helwesta Emerîkayê sebaret bi pêkanîna guherînan li  Rojhilata Navîn bi mebesta bidestxistina Demokrasiyê li seranserê nevçeyê, Serok Talabanî wisa persiv da: (.. Ez bi xwe palpiştiya vê nerînê dikim û dibînim ku, bitenê çreseriya hemû nakokî û pirsgirêk û kêşeyên Rojhilata Navîn, cîbicîkirina Demokrasiyê ye..). 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.