Ramyarî

Talabanî; Bê razîbûna Bexda, bingehên Emrîkî li Kurdistanê nahên damazrandin

Rojhat · 04.11.2008 · 2 dîtin

Talabanî; Bê razîbûna Bexda, bingehên  Emrîkî li Kurdistanê nahên damazrandin

Di hevpeyvînekê de, Celal Telebanî, serok komarê Îraqê ragihand ku sûpayê Emrîkayê dikare bingehên leşkirî li Kurdistanê dabimezîne, bi mercê ku hikumeta Bexda razî be li ser wê yekê. Di wê derbarê de, Telebanî di hevdîtina xwe ya digel kenala El-Erebiye de got ”Bi bê razîbûna hikumeta Bexda, karekî girane ku sûpayê Emrîkayê bikaribe li Kurdistanê bingeheke leşkirê dabimezrîne”. Ji aliyekî din ve, grupa Muqteda Sedir jî, pêşniyariya Barzanî retkirin û di belavokeke fermî de dibêjin ”Em pêşniyariya Barzanî detdikin, ew pêşniyar ji me re diyar dike ku Kurd cudabûn ê dixwazin. Di vî welatî de, destûr heye û dibê ew rêzê li wî destûrî bigirin”. Dihê zanîn ku beriya çend rojan li Waşington, Barzanî pêşniyar kiribû ku eger Îraq û Emrîka li ser setratejîka asayişê li hev nekirin, wê demê sûpayê Emrîkayê dikare bingehên leşkirê li Kurdistanê dirust bike.  Rûdawnet-AFP 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.