Ramyarî

Talabanî, Barzanî û Xelilzad li bajeroka Dukan ligel herdu Mektebên Sîyasî ên Pa

Rojnameya Xebat · 30.09.2005 · 2 dîtin

Talabanî, Barzanî û Xelilzad li bajeroka Dukan ligel herdu Mektebên Sîyasî ên Pa

   Roja 28.09.2005‘ê Serokê Komara Federalî a Irakê, pêshwazîya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Balyozê Amerîkayê li Iraqê kir. Pishtî bi xêrhatin û pêshwazîyek germ, civîna hevbesh a Mektebên Sîyasî ên herdu partîyan bi serpereshtîya Talabanî û Barzanî û bi amadebûna Xelîlzad hate darxistin.Di vê civînê de li ser xweamadekirin ji bo rêvecûna prosesa Rapirsîya gishtî a li ser Destûrê(15.10.2005); cawatîya beshdarîkirina Erebên Sine bi awayekî erênî di vê prosesê de bi rêya ew hêz û sazîyên sîyasî ve hate rawestan û guftûgo kirin. Di vê civînê de hemû alîyan li ser vê yekê yekbîr û yek rê bûn ku, bi shêweyê hilbijartina pêsherojê bicin li nav prosesê.. Bi awayekî gishtî bîr û rayên beshdarên civînê li ser pirsgirêkan gellek nêzîk bûn.. Her wekî di civîneka hevbesh a rojnamenivîs de birêzan Talabanî, Barzanî û Xelîlzad pishtî civînê dubare kirin ku bîr û rayên wan li ser pirsgirêkên siyasî gellek nêzîkî hevdu ne.Axivtina Mam Celal Talabanî, Serokê Komara Iraqê:Îro bi navê YNK, pirr bi germî xêrhatina birayê me ê xoshtevî, cenabî Kek Mesûd Serokê Herêm û her wisa dostê me xoshtevî Kek Zalmay Xelîlzad, Balyozê Amerîka dikim. Ez gellek kefxweshim ku îro di sherefê vê mêvandarîyê dabim. Bêguman me gellek sûd ji vê civînê wergirt û basa rewsha Iraqê, Kurdistanê û cîhanê kir. Li gor min li ser hemû pirsgirêkan bîr û bocûyînên wekî hevdu bûn.Axivtina Kek Mesûd Barzanî, Serokê Kurdistanê:Ez gellek sipasîya cenabê Mam Celal û brayên Serokayetîya Yêkîtîya Nishtimanîya Kurdistan dikim ji bo vê pêshwazîya wan a germ. Îro derfetek bash bû ligel cenabî Xelîlzad Balyozê Amerîkayê ku em pêkve hatin ji bo Dukanê, ji bo dîtina Cenabê Mam Celal, serokayetîya YNK û serokayetîya PDKê. Her wekî cenabê Mam Celal jî bas kir, me basa rewsha Iraqê û Kurdistanê kir. Xoshbextane ez dikarim bibêjim hemû bîr û rayên me wekî hevdubûn.. Me dikaribû bigihîjin têgîhîshtineka hevbesh a gellek bash...Zor sipasAxivtina Sefîrê Amerîka Zalmay Xelîlzad:Ez gellek kêfxweshim dîsan vegerîyam ji bo Kurdistanê. Ez sheva borî ligel Serok Barzanî li Barzan bûm. Ez gellek dilxweshbûm ew gundê Barzan ku cend car hate wêrankirin bi vî awayî zîndî û pêshketîye. Ez ji bo mêvandarîyê sipasîya Serokê Kurdistanê dikim. Her wisa gellek dilxwesh bûm dîsan vegerîyam ji bo Dukanê.. Ev devera jî gellek pêshketîye. Ez ji bo avakirina vê mêvanxanê sipasîya Serokkomar, Talabanî dikim. Ez gellek kêfxwashim li vir bim. Wê dema herdu serokan got: em li ser gellek meseleyan guftûgo dikin, bi taybetî pirsa Destûrê û cawa hêzên pishtîvan di nav Erebên Sine de peyda bikin.. Ev Destûra yekparceyiya Iraqê garantî dike. Hemû Iraqîyan pêwîste xwe li wêneyê nû yê Iraqê de bibînin. Pêwîste Destûr di navbera civakên cuda ên Iraqê de bi shiklekî konsensusa nishtimanî be. Me wekî min berê jî got, guftûgoyên bash kir. Van rojên tê ligel alîyên din jî guftûgo dikin.Zor sipasPishtî axivtinan rojnamevanan pirsyar ji herdu Serokan û Balyozê Amerikî kir.. Bi kurtî bersivên wan didin:XWE AMADEKIRIN JI BO DENGDANbi bersiva pirsyara di derheqa wan xalên ku di civîna du qolî de li ser hatîye axivtin û rêkkeftin, Serokê Kurdistanê: Zêdetir em li ser xala cawa xwe amadebikin ji bo dengdan li ser Destûrê û cawa gav bavêjin ku, ji bo anîna wan birayên Sine ku bawerîya wan bi Iraqa demokratîk û nû heye, li nav prosesa hilbijarinê. Ev yeka hanê xalek bû ji xalên girintirîn.DERFETEK DÎROKÎYÊ JI BO KURDBi bersiva pirsyarek din ku bi taybet bû cawayetîya xwe amadekirina gelê Kurdistanê ji bo hilbijartinên tên, birêz Celal Talabanî, Serkomarê Iraqê: Ez dixwazim vê derfetê kar bînim, bangî gelê tekosher ê Kurdistanê bikim, bi germî û bi bawer bi vê Destûrê bicin û deng jibo wê bidin. Ji ber ku, di vê Destûrê de hemû mafên serekî ên gelê Kurdistanê hene. Her wisa vê derfeta dîrokî ji destnedin, vê Destûrê bicespînin û bila serbigire. Duyem,; bi heman shîveyî berê em pêkhatin û lijneyek me ji bo vê yekê sazkir. Bi heman awayî beshdarî hilbijartnê dibin.. Em dixwazin enîya Kurd yek enîbe û yekdeng be.NAMEYEK JI BO SEROKÊ WEZÎRAN Û SEROKAYETÎYA ÎTÎLAF(LISTA SHÎÎ)Derbara nameya ku Serkomar ji bo Serwezîrê Iraqê û serokayetîya Lista Shîî shandibû, birêz Serkomarê Iraqa Federal wisa gor: Belê rast e ew name ji bo serok wezîran û serokayetîya Lista Shîi hatiye shandin.. Van rojên tên jî hem civîn ligel serokwezîran hem jî ligel serokayetîya Lîsta Shîiyan cêdikin. Armanca wê civînê cihbicihkirina naveroka nameyê ye.DESTKARÎKIRIN DI HENEK XALÊN DESTÛRÊ DEDi bersiva pirsyara destkarîkirin di hinek xalên Destûrê de ji bo razîkirina Erebên Sine Serkomar birêz Talabanî got: Em li ser destkarîkirina hinek maddeyan razî ne. Me ev pirsa ligel dostê xoshtevî Zalmay Xelîlzad axivt û li ser hinek bingehan rêkketin.. Lê em niha naxwazin eshkere bikin. Ji bo wê di pasherojê de bi hêvîya qena’het pêkirina hejmarek mezin ji birayên Erebên Sine ji bo beshdarîkirina wan di rapirsîyê de û dengdan li ser Destûrê..PEYAMA SEROKAYETÎYA SÎYASÎ A KURDISTANÊDi derheqa pirsyarek din bi taybet peyama serokayetîya Kurdistanê ji bo xelkê Kurdistan. Serokê Kurdistanê wisa got: Dawaya me ji gelê Kurdistanê ew e ku deng ji bo vê Destûrê bidin. Ji ber ku, rastîyek heye pêwîste xelke Kurdistanê bizane. Ew jî ev e ye: Destûr derbaz dibe yan nabe, hilbijartinên nû tên kirin. Di wan hilbijartinên nû de ew balansa ku îro di Parlemanê de, dibe nemîne. Wê carê jî reng e ji bo me Destûr wisa naye nivîsandin. Ji ber wê yekê jî divê xelkê Kurdistanê vê yekê bide pêshcavên xwe.Li ser yekgirtina herdu îdareyên Hukumeta Kurdistanê jî Serok Barzanî wisa got: Ew pirsa jî yek ji wan xalên ku me baskir. Ez bawer nakim hîc civînek hebe ev mesele têde neyê baskirin. Ez ji we re dibêjim , bawer bikin em li ser vê mesele gellek peshve cûne. Di demekê de vê yekê radigihinin ku wisa dibe hîc shêweyekî xelelî tê nekeve..GUFTÛGOYÊN MERCDAR: Di derheqa guftûgoyên li gel Hukumeta Suriyê de birêz Serkomar wisa got: Ji bo gugtûgokirin ligel Hukumeta Surîyê shertûshurtên me hene. Heke ew shertana cihbicih nebin, sûda guftûgoyan nîne.. Wekî Surîya pishtîvanî prosesa demokrasîyê bike, terorîstan mehkûm bike û pishtgirîya me bike, rawestandina rageyandina li dijî Iraqê htd.... Heke ev tishtana bên kirin, wê carê wexte derî bête vekirin. Lê heke meram guftûgo be, di nabeyna me de hatin û cûyîn heye, lê rasterast nîne..DESTÛR BELGENAMEYEKÎ KONSENSUS E Di derheqa guftûgoyên ligel alîyên curbicur ên Iraqê de birêz Balyoz Xelîlzad wisa got:Me ligel grubên curbicur ên Sine qisekir. Wan nerazûbûna xwe beranberî hinek ji maddeyên Destûrê derbirîn, bi taybetî li ser yekparceyîya Irakê û federasyonê disekinin. Her wisa me li ser hinek pirsên din jî guftûgo kir, bi taybetî bû li ser mesela ziman û van rojên tên eshkere dibe..Peyama min îro ji bo Erebên Sine, ew tishtên ku em li Kurdistan dibînin, pêk tê ji ashitî, hukumeta qanun ku seyrangeh û seqamgirîyê ligel xwe tîne. Divê heman tisht li deverên din jî rûbide. Meseleyeka din a tawanbaran e.. Pewîst e ligor qanun ligel wan mamele bête kirin.. Lê divê rêz ji ewên din bête girtin.Destûr, belgenameyeki konsensusî ye.. Ez hêvîdarim rêz ji wê bête girtin...Bi bersiva pirsyarek din li ser rolê Kurd di prosesa sîyasi ya Iraqê de, Balyozê Amerika li Bexda got: Em demekî dirêje bi hevre ne. Pêywendîyên me dostane û bash hene. Ez careke din, sipasîya herdu serokan dikim û her wisa pêk ve kardikin.HEWLÊN BERDEWAM JI BO RAKÊSHANA EREBÊN SINE LI NAV PROSEYA SÎYASÎHezimkirina Erebên Sine erkekî serekîye. Em, ustad Kek Mesûd serokê Herêm, min û cenabê Balyoz Xelîlzad hewlekî gellek mezin me da ji entegrekirina beshekî mezin ji brayên Erebên Sine.. Ji ber ku, ew pêkhateyî kî serekî ê gelê Iraq in. Beshdarbûna wan di proseya destûrê de, di karwanê demokrasîyê de, her wisa beshdarîkirina wan li dijayetîkirina terorê li Iraqê htd ... di derheqa van tishtan de em ezmûnek mezin tînin holê.Her li ser vê Meselê jî Serokê Kurdistanê, wisa got: Bêguman me serdana birêz Celal Talabanî, serokkomar a Iraqa Federal ji bo Washington gellekî berz nirxand. Rewsha Iraqa nû rengdana sherîktîya Kurd û Ereb e. Ev yekem care hevwelatîyek Kurd dikare bibe Serokê Komara Iraqê, dice UN û bi zmanê Kurdî gotara xwe pêshkêsh dike. Bêguman ev yeka hanê ciyê shanazîye ye ji bo Iraqîyan bi gishtî û Kurd bi taybetî û her wisa jî ji bo Kurdistanîyan.Di derhaqa gotara xwe de Serkomar Iraqa federal got: Sê cûr civîn hebûn. Civînek ji bo serok devletan bû ji bona derbazbûna 60 sal li ser damêzrandina UN û ji bona mesela geshkirinê.. Ev yeka hanê ji bo Serokkomaran bû. Wekî serokê dewlet pêwîst bû wê gotarê pêshkesh bikim. Gotara din a Iraqê bû. Serokwezîr, Wezîrê derveyî an jî berpirsekî din jî dikaribû wê pêshkeshbike. Niha mamoste Hoshyar Zebarî, serokayetîya vefta Iraqê a li UN dike.PROTOKOLA DI NABEYNA LÎSTA HEVPÊYMANÊN KURDISTANE Û SHÎÎYANDi derheqa peywendîyên di navbera Kurd û serokwezîrê Irak, serok Barzanî gor: Ev meseleyeke shexsî nîne li dijî birêz serokwezîran. Protokolek di nabeyna herdu lîstan ango lîsta Hevpêymanên Kurdistanê û Lîsta Shîîyan de heye. Li gor wê rêkkeftinê Hukumeta ku niha pêkhatîye pêwîste ew xalên li ser rêkketine, cihbicih bike. Me ev yeka hanê anî bîra serokwezîran û Yekgirtina Shîiyan ku ew tishtên em li ser rêkketibûn. Di van nêzîkan de ji bo holê rakirina astengan guftûgo di navbera herdu alîyan de heye.Rojnameya Xebat W. AZ

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.