ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 02.11.2008 · 2 dîtin
Li gor biryareke nû ya serokatiya komara Sûriyê ku bi (mersoma 49) hatiye naskirin, çi hawlatiyekî Kurd yê rojavayî Kurdistanê maf nîne bê razîbûna saziyên ewlekarî, wezîrê navxweyî û bergiriyê yê Sûriyê, çi erd û xaniya li ser navê xwe tomar bike. 10 partiyên Kurdî jî bi daxuyaniyekê ew biryar şermezar kirin, heşt partî ji wan deh partiyan di amedakriyan de ne ji bo encamdana nerazîbûneke aştiyane ji bo helweşandina wê biryarê. Mihemed mehmûd, endamê serkirdayetiya partiya yekîtî demokratî Kurd li Sûriyê di daxwiyaniyekê de ji bo (Rûdaw) got "Ew gulleya dawî ya rejêma Sûriyê ye li 3 milyon Kurdên Sûrî dikeve". Di dawiya axaftina xwe de, wî berpirsyarî got "Ew biryar di bingih de, biryareke giştiye, lê di naverok de, tenê dijî Kurdane û gavekî diye ji siyaseta erebkirina Kurdistana Sûriyê". Ebdulbaqî Yûsuf, endamê polutîkbîroya partiya Yekîtî Kurd li Sûriyê, cî bi cî kirina biryara 193 ya sala 1952 û biryara 41 ya sala 2004 ku bi tenê li dijî Kurdane, li ber çavan datîne û ew jî nêrîna Mihemed mehmûd dipejirîne û dibêje "Ew biryarên berê jî, bi nav, navê Kurd ne înanabûn, lê saziyên ewlekarî û yên hikûmî razîbûna wan dikir ku milkên xwe li ser navê xwe tapo bikin, lê bi dirêjahiya wan deh salan, razîbûna tomarkirinê û milkdariyê ji yek hawilatiyê Kurd re ne dane". Ew endamê politîkbîroya partiya Yekîtî Kurd ku di warê abûrî de xwendiye, di dirêjahiya daxwiyaniya xwe de ji (Rûdaw) re got "Ew mersûm bi temamî jiyana abûrî li Cizîrê û hemû navçeyên rûniştivanên Kurd yên li Sûriyê têk dide, ji ber ku piştî têkçûna rewşa çandinê, xelkên sermayedar berê xwe dane warê kirîn û firotina erdên xaniyan (eqarat), ew biryar vê jî, li Kurdan têk dide". Herwesan rûnîkir ku ew du biryarên berê, erd û xaniyên di nav sînorên şaredariyan de nedigirt û tenê zeviyên çandinê digirt, bi dirêjahiya sînorên cihên Kurdên Sûriyê li gel Tirkî bi dirêjiya 25km, herweha ew du biryar rê dida hawilatiyên Kurd ku di rêya dadgehê re nîşanekê li ser zeviyên çandinê deyinin daku kesekî dî nikaribe li ser navê xwe qeyd bike "Lê ev biryar wê jî nahêle û neku tenê zeviyên çandinê, belku xanî û erdên bajaran wek, Qamişilo û Hesekê û Heleb û şûnên dî jî, bi xwe vedigire". Berê 300 hezar hawilatiyên Kurd yên bê nasname nikarîbûn xaniyan li ser navê xwe tomar bikin, lê Kurdên dî, ew maf hebû, lê ew mersûm wî mafî ji hawilatiyên Kurd yên xwedan nasname jî distîne, ku ew bi xwe yeke ji mafên despêkî yên mirovan, herweha rê li wan bazirganan jî digire, di dema ku sermeyedarên Kurd piştî têkçûna kerta çandinê berê xwe dabûne wî karî. Bi wî rengî, ew biryar rê li hemû karan yên ku Kurd dikin digire, di demekî de û li gor amarên hikûmeta Sûriyê bixwe, di ser dewlemendiya axa wan, hawlatiyên wan navçan ji hemû navçeyên dî yên Sûrî hejartirin. Ebdulbaqî Yûsuf dibêje "Ev hawilatiyên Kurd neçar dike ji bo kirîn û firotina erd û xaniyan, erebekî li xwe bikine şirîk daku bikaribin wî karî bikin, an jî, xaniyekî an erdekî bikrin", herweha got jî, ev givaştineke diye ji bo koçkirinê li rojavayî Kurdistanê. Mihemed Mehmûd endamê serkirdayetiya partiya yekîtiya demokratî Kurd jî dibêje "Mebesta rejêma Sûrî jî, ewe ku navçeyên me bi giştî ta'erîb bike". Fu'ad Elîko, yê ku berê endamê perlemanê Sûriyê bû û niha endamê poliutîkbîroya partiya Yekîtî Kurd li Sûriyê, dibêje ku ev biryara nû, dibe sedema koçkirina pitir ji yek milyon Kurd ji bo parêzgehên naverasta Sûriyê. 10 partiyên Kurdî bê îcaze li Sûriyê, di daxuyaniyekê de ew biryar şermezar kirin û daxwaz ji Beşar Esed ê serokê Sûriyê kirin, ew wê biryarê hilweşîne, herwesa biryar jî dane ku wê pêşîlkariyê bighînine Yekîtiya Europa û saziyên navnetewî yên dî. Mihemed mehmûd, endamê serkirdayetiya partiya Yekîtî Demokratî Kurd li Sûriyê dibêje "Hemû partî dijî wê biryarê yek dengin". Lê Ebdulbaqî Yûsuf, dibêje "Daxuyaniyek bi hevbeşî hatiye derxistin, lê mixabin, Partiya Demokratî pêşverûya Kurd li Sûryê bi serokatiya Hemîd Hecî Derwêş û Partiya Yekîtî Demokratî Kurd li Sûryê bi serokatiya Ismaîl Omer, ne li gel wê de ne ku çalakiyên cemawerî yên protestoyî li Dîmeşeq û bajarên dî, dijî wê biryarê saz bikin". Ebdulbaqî dibêje "Me 8 partiyan biryara sazdana wê çalakiyê daye, ji bo ku navendên civakî û cemawerî ji wê pêşêlkariyê agahdar bikin û em hêvîdarin ew du partî jî, nêrîna xwe biguherin û beşdarî çalakiyan bibin".Rudaw .net
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.