ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 03.01.2006 · 2 dîtin
Em dest bi zincîre xeleka navdarên kurd dikin. Di vê xelekê de Sultan Selaheddînê Eyyubî heye ku ji kitêba Îbn Xellîkan a bi navê Wefayat el-E‘yan hatiye girtinEm dest bi zincîre xeleka navdarên kurd dikin. Di vê xelekê de Sultan Selaheddînê Eyyubî heye ku ji kitêba Îbn Xellîkan a bi navê Wefayat el-E‘yan hatiye girtin. Kitêb bi Erebî ye Mehemed Emîn Narozî ew wergerandiye kurdî. Berê hin agahî li ser nivîskarê kitêbê. Îbn Xellîkan (608-681/1211-1282)(608-681/1211-1282)Þemseddîn ebû-l-Ebbas Ehmed îbn Muhemmed îbn îbrahîm îbn Ebû Bekir Îbn Xellîkan li Erbîlê (Hewlêr) hatîye dinê lê pêþîyên wî ji Belxê ku devereke Xorasanê ye hatine. Wî li wê derê hê ji piçûkî ve li cem bavê xwe ku zanayekî bi nav û deng bûye û hinek zanayên din yên der û dorên wî xwendîye. Piþtî xwendina xwe ew çûye Misrê û demekê li wê derê Qazîtî kirîye û hingê jî dest bi berhema xwe ya Wefatyat el-E‘yan we Enba’u Ebnaî-l-Zeman ku ev jînenîgarî jê hatîye wergerandin, kirîye lê ew temam nikirîye. Ew ji wê derê vegerîyaye Þamê lê li wê derê nêzî deh salan jîyaneke bi rebenî jîyaye ta ku bûye Serekqazîyê Þamê û pê re li amadekirina berhema xwe jî domandîye. Îbn Xellîkan bi xwe xwe digihîjîne malbata Bermekîyan ku di serdema xelîfe Harûn Reþîd de çend kesan ji wan (Yehya-, Xalid- û Cafer Bermekî) wezîrtî kirine lê wî li ser vê yekê gazina ji xelkê Þamê kirîye ku gotine: “Ew bi derewan xwe digihîjîne Bermekîyan”, bes wî xwe bi vê yekê parastîye ku ger di neseba xwe de derew bikirina dê ji dêlva malbateke Faris î Mecûsî yî kes ji wan nemayî xwe bigihîþtandina Ebbasîyan yan jî malabata Îmamê Elî. Gelek dîroknasên mîna el-Sedefî, îbn Þakir el-Kutubî, Îbn el-Mustewfî, Îbn el-‘Edîm, el-Zerkelî, Îbn Kesîr û hinekî din wî digihîjînin Bermekîyan lê el-Xuwansarî wî bi bernavkê el-Hekarî bi nav dike û wî digihîjîne Kurdên Hekarîyayê. li () hatîye dinê lê pêþîyên wî ji ku devereke ye hatine. Wî li wê derê hê ji piçûkî ve li cem bavê xwe ku zanayekî bi nav û deng bûye û hinek zanayên din yên der û dorên wî xwendîye. Piþtî xwendina xwe ew çûye Misrê û demekê li wê derê Qazîtî kirîye û hingê jî dest bi berhema xwe ya E ku ev jînenîgarî jê hatîye wergerandin, kirîye lê ew temam nikirîye.Ew ji wê derê vegerîyaye Þamê lê li wê derê nêzî deh salan jîyaneke bi rebenî jîyaye ta ku bûye Serekqazîyê Þamê û pê re li amadekirina berhema xwe jî domandîye. bi xwe xwe digihîjîne malbata Bermekîyan ku di serdema xelîfe Harûn Reþîd de çend kesan ji wan (Yehya-, Xalid- û Cafer Bermekî) wezîrtî kirine lê wî li ser vê yekê gazina ji xelkê Þamê kirîye ku gotine: “Ew bi derewan xwe digihîjîne Bermekîyan”, bes wî xwe bi vê yekê parastîye ku ger di neseba xwe de derew bikirina dê ji dêlva malbateke Faris î Mecûsî yî kes ji wan nemayî xwe bigihîþtandina yan jî malabata . Gelek dîroknasên mîna û hinekî din wî digihîjînin Bermekîyan lê el- wî bi bernavkê bi nav dike û wî digihîjîne Kurdên Hekarîyayê. Ji xwe çawa ku tê zanîn û Esnewî jî dîyar kirîye Xellîkan/Xelikan navê gundekî Erbîlê [Hewlêrê ku nêzîkî Herîrê] ye û navê xwe jî bi awayê nisbetdana Kurdî ji navê kalê malbatê girtîye. Berhema Îbn Xellîkan di babeta xwe ya jînenîgarîyê de digel kêmasîyên xwe jî dîsa yek ji hêjatirîn û pêbawertirîn berhemên dema xwe ye, Wî di vê berhema xwe de tibabek navdarên zana û þareza, serdarên fermanrewa û mîrek û xelîfeyan heya bigihîje nivîskar û pispor û gelek jî wezîrên deverên cuda yên cîhana Îslamê ya wê demê bi awayekî berfireh û bi rêk û pêk digel çavkanîyên cihê cihê rave kirîye û gelek alîyên jîyana wan gihîþtandîye xwendevanên xwe. Ew di warê xwe de ansîklopedîyeke pirranîya navdaran e, ew ji yên berî xwe dest pê dike û pê ve tê heya digihîje serdema xwe, lê ne hemîyan çiku gelek kesên ku behsa wan di pirr cîyan de hatîye kirin wî jînenîgarîya wan nenivîsîye. (Binêre Îbn Xellîkan, Wefayat el-E‘yan we Enbe’u Ebnaî-l-Zeman, Dare-l-Kutub el-‘Îlmîyeh, Beyrût, 1998, cild 1, pêþgotin r. 14-19)Sultan Selaheddînê Eyyûbî (Ji Wefayat el-E‘yana Îbn Xellîkan)(Ji Îbn Xellîkan) Ebû-l-Muzaffer Yûsyf îbn (kurê) Eyyûb îbn Þazî yê ku bi nasnavê (bernavkê) Melîk el-Nasir Selaheddîn bi navkirî ye û xwdîyê welatên Misir, Þam, Berfirat û Yemenê bûye. Her di vê kitêbê de behsa bavê wî Eyyûb û komek ji zarûyên wî, apê wî Esededdîn Þêrkoh, birayê wî melîk el-Adil Ebû Bekr Muhemmed û hinek ji zarûyên wî [Adil] û hinekî din ji malbata wî derbas bû. Selaheddîn bi xwe navgîna pevgirêdanê bûye û ji xwe pêwîstîya nav û dengê wî jî bi danenasînê tine, çiku ew jê mezentir e. Dîroknas hevraman in ku bavê wî û malbata xwe ji xelkê Duwînê ne ku bajarekî piçûk yê deverên Azerbaycanê ye û dikeve hêla Erren û Gurcîstanê. Ew bi xwe Kurdên Rewadî ne ku bavikek ji hoza mezin ya Hezebanîyan [Hezbanîyan] e û ji xwe ew jî eþîreke [pirr] mezin ya Kurdan e. Zilamekî bîrewer î serwextê bi gotinên xwe ku ew bi xwe jî ji Duwînê1 ye ji min re got: “Nêzî Duwînê Gundekî bi navê Ecdeneqan heye ku temamê xelkê wê Kurdên Rewadî ne û Eyyûbê bavê Selaheddîn li wê derê hatîye dinê. Þazî rabûye bi her du kurên xwe: Esededdîn Þêrkoh û Necmeddîn Eyyûb ve berê xwe daye Bexdadê û ji wê derê jî pêkve daketine Tikrîtê. Þazî li wê derê mirîye, gora wî di nav bajêr de ye û kumbetek jî li ser gora wî ye.” Min li pey neseba wan gelekî kudand û ez lê gerîyam lê min kesekî din ku piþtî Þazî navê bavekî wî yê din zanibe nedît. Ez rastî gelek weqfên li ser navê Þêrkoh û Eyyûb hatim lê dîsa min tê de ji Þêrkohê kurê Þazî û Eyyûbê kurê Þazî pê ve yekî din nedît. Lêbelê ji malbata wan hinek kesên mezin ji min re gotin ku: “Ew Þazîyê kurê Merwan e” û ji xwe min jî ew di babeta Eyyûb û Þêrkoh de nivîsîye. Min di tezeke ku Huseyn îbn Xerîb îbn ‘Umran el-Hereþî nivîsîbû de dît ku [neseba wan] weha rêz dike: “Eyyûb îbn Þazî, îbn Merwan, îbn Ebû Elî, îbn ‘Entere, îbn el-Hesen, îbn Elî, îbn Ehmed, îbn Ebû Elî, îbn ‘Ebdu-l-‘Ezîz, îbn Hedbe (Hudbe?), îbn el-Huseyn, îbn el-Haris, îbn Senan, îbn ‘Emr, îbn Murre, îbn Xewf, îbn ’Usame, îbn Beyhes, îbn el-’Haris ê hevalê el-’Hemmale, îbn ‘Ewf, îbn Ebî ’Harîse, îbn Murre, îbn Nuþube, îbn Xeyz, îbn Murre, îbn ‘Ewf, îbn Se‘îd, îbn Zebyan, îbn Bexîz, îbn Reys, îbn Xetfan, îbn Se‘d, îbn Qeys ‘Îlan, îbn Îlyas, îbn Mudirr, îbn Nezar, îbn Me‘d, îbn ‘Ednan.” Piþtre pê ve çûye heya ku gihîþtandîye Adem silavên Xwedê lê bin û di pey de dîyar kirîye ku ji bo Elî îbn Ehmed îbn ’Ubeyy îbn ‘Ebdu-l-‘Ezîz hatîye gotin ku Mutenebbî (þaîrekî Ereban yê navdar e - E. N.) pesnê wî daye û gotîye: “Ew bi nasnavê el-Xorasanî tê nasîn. Ji nav helbesta wî malika li ser ev e: Gava Elîyê kurê Ehmedê payebilind çû toz û dûman bi hewa ket Herîse îbn ‘Ewf îbn Ebî ’Harîseyê hevalê ’Hemmale ew e ku derhûdîya xwînê di navbera ‘Ebbese û Zebyan de kirîye. Di xwîndayînê de birayê Herem îbn Senan Xarîce îbn Senan jî piþkdarî kirîye û Zuheyr îbn Ebî Selmî el-Mezenî li ser wan çend qesîde gotine, çend rist ji wan ev in: li ser dewlemendên wan mafê bûyer biservehatîyan heye, , û li nik belengazên wan xweþbînî û cangorîtî heyeMa ji darrimê pê ve rim þîn dibe û di koka wê de bes xurme tê çandin?”?” Ev dawîya tiþtê ku di tezê de bû; wî ew pêþkêþî Melîk el-Mu‘ezzem Þerefeddîn Îsa îbn Melîk el-Adil ê xwedîyê Þamê kirîye û wî jî bi kurê xwe Melîk Nasir Selaheddîn Ebû-l-Mefaxîr Dawid îbn Melîk el-Mu‘ezzem re lê guhdarî kiîyer. Ji bo guhdarîkirina wan wî ew di dawîya receba sala 619/tebaxa 1222yan de nivîsîye.” Xwedê çêtir dizane û li vê derê tiþtê ku min ji tezê guhazt jî qedîya. Min di tarîxa Helebê ya ku qazî Kemaleddîn Ebû-l-Qasim ‘Umer îbn Ehmedê ku bi Îbn el-‘Edîm el-Helebî navdar e, daye hev de dît ku piþtî behsa cudahîyên di neseba wan de weha dinivîse: ”Þahê Yemenê Mu‘îz Îsmaîl îbn Seyfu-l-Îslam îbn Eyyûb xwe gihîþtandîye Emewîyan û doza xelîfetîyê kirîye”. Min ji zanayê me qazî Behaeddînê navdarê bi Îbn Þeddad bihîst ku Sultan Selaheddîn ev yek nana kirîye û gotîye: ”Yekcar tu bingeh ji vê gotinê re nîne”. Vêca zanayê me Hafiz ‘Îzeddîn Ebû-l-Hesen Elî îbn Muhemmedê navdarê bi Îbn el-Esîrê Cizîrî yê xwedîyê tarîxa mezin, di tarîxa xwe ya piçûk ya ku li ser dewleta Atabegên Mûsilê nivîsîye de, di babeta Esededdîn Þêrkoh û çûna wî ya Misrê de gotîye: ”Her du kurên Þazî: Esededdîn Þêrkoh û Necmeddîn Eyyûb ku birayê mezin e, ji bajarê Duwînê û ji Kurdên Rewadî ne, ew hatine Îraqê û ketine ber xizmeta esayîþgêrê Îraqê Mucahîduddîn Behrûz îbn Ebdullah el-Xîyasî.” Ev Mucahîduddîn koleyekî Rûm yê rengspî bûye û ji alîyê Sultan Mes‘ûd îbn Xîyaseddîn Muhemmed îbn Melîkþahê Selçûqî ve ku behsa wî, bavê wî, û hinek ji malbata wî hate kirin, li ser esayîþgêrîya Îraqê hatîye danîn. Ew di karê bikêr î hêja de û di avakirina welatan de bi koþiþ bû, di camêrî, maldan, hemberîya qencîyê û lêkudandina [di armanca xwe de] - gava jê bi paþve dihat xistin- xwedîyê dilekî fireh û samaneke zahf bû. Tikrît meraxeya wî bû û ew jî xizmetkarê Muhemmedê bavê Mes‘ûdê navbihurî bû. Wî li Bexdadê tekyayekê (dergahekî) ava kiribû û weqfên hêjayî li ser danîbû. Ew roja çarþemê di 23yê receba sala 540/kanûna 1145an de mir. Behrûz: peyveke bîyanî ye bi maneya rojeke xweþ e lê li gorî qaîdeyê zimanê wan paþ û pêþ bûye yanî xweþroj. : peyveke bîyanî ye bi maneya rojeke xweþ e lê li gorî qaîdeyê zimanê wan paþ û pêþ bûye yanî xweþroj. Zanayê me Îbn el-Esîr gotîye: ”Mucahîduddîn di Necmeddîn Eyyûb de hiþmendî, raydarî û xuyekî qenc dîtîye û ew kirîye duzdarê Tikrîtê ku hingê meraxeya wî bûye.”Duzdar: bi xwe peyveke bîyanî ye; duz: bi maneya kele ye; dar: parêzgar/parêzkar e, duzdar: pêkve dibe parêzgarê kelê yan jî walî. : bi xwe peyveke bîyanî ye; : bi maneya kele ye; : parêzgar/parêzkar e, : pêkve dibe parêzgarê kelê yan jî walî. ”Ew bi birayê xwe Esededîn Þêrkoh ve çûye wê derê û gava Atabegê þehîd Îmadeddîn Zengî li Îraqê ji ber Qeraca þikîyaye”, - ew bûyereke navdar e ku kurtîya wê ev e: Mes‘ûd îbn Muhemmed îbn Melîkþahê Selçûqî ku behsa wî bihurî û Îmadeddîn Zengîyê xwedîyê Mûsilê di wextê xelîfe Musterþîd de çûne avêtine ser Bexdadê û dora wê girtine. Wî jî þandîye pey Qeraca el-Saqîyê ku navê wî Birs bûye û xwedîyê welatê Faris û Xuzîstanê bûye û jê hawar xwestîye. Ew hatîye hewara wî û êrîþî leþkerê wan kirîye, ew ji ber þikîyane û têkçûne. Wî [îbn el-Esîr] di Tarîxa dewleta Selçûqî de dîyar kirîye ku: ”Ew di roja pêncþemê 12ê rebî‘elaxera sala 526/2yê adara 1132yan de li Tikrîtê bûye”. ‘Usame îbn Munqizê ku behsa wî [di jînenîgarîya wî de] bihurî jî di kitêba xwe ya li ser welat û þahên zemanê xwe de gotîye ku: ”Ew di tarîxa dayî de bi Zengî re bûye”, wî ev di du cihan de daye: yek di babeta Erbîlê de û ya din jî di mijara Tikrîtê de -.Em vegerin ser cihê ku em lê mabûn: ”hingê Zengî revîyaye gihîþtîye Tikrîtê û Necmeddîn Eyyûb jî jê re xizmet kirîye, keþtî (kelek?) amade kirîne ku bi hevalên xwe ve bi wan li Dîcle derbas bin. Wî qencî jî bi wan re kirîye û ew þandine cihên wan. Gava ev nûçe gihîþtîye guhê Behrûz, wî xeber þandîye ser Necmeddîn, lome lê kirîne û jê re gotîye: ”Çawa te neyarê me girtîye, çêyî pê re kirîye û ew berdaye?” Demek piþtre gava Esededdîn li Tikrîtê zilamekî ku di navbera wî û Esededdîn de devçengî derketîye, kuþtîye hingê Mucahîduddîn þandîye wan ji Tikrîtê derxistîye. Wan jî qesta Îmadeddîn Zengîyê ku wê gavê xwedîyê Mûsilê bûye kirîye. Îmadeddîn jî xizmeta ku jê re kiribûn bi bîr anîye û qencî bi wan re kirîye, meraxeyên hêjayî daye wan û ew jî ketine nav koma serdarên wî. Gava Îmadeddîn Ba‘lebekê vegirtîye hingê Necmeddîn kirîye duzdarê wê û dema Zengî hatîye kuþtin jî ku ev yek di babeta wî de bihurî, leþkerê Þamê dora wê girtîye”.Xwedîyê Þamê yê hingê Mûcîruddîn Ebeq îbn Muhemmed îbn Bûrî îbn Atabeg Zahîreddîn Tuxtekîn bû ku Nûreddîn Mehmûd îbn Zengî piþtre li Þamê ew xistîye hesarê û ew der jê sitandîye. Zanayê me Îbn el-Esîr domandîye: ”Necmeddîn Eyyûb xeber þandîye pey Seyfeddîn Xazî îbn Zengî yê xwedîyê Mûsilê ku piþtî bavê xwe bûbû desthilatdar, ew ji rewþê agahdar kirîye û leþker jê xwestîye da ku xwedîyê Þamê ji ser rabe. Bes hingê Seyfeddîn Xazî di destpêka desthilatdarîya xwe de bûye û bi sererastkirina desthilatdarên der û dorên xwe ve lepikî bûye; [ji ber vê yekê jî] nikaribûye leþker jê re veqetîne û her ku çûye cih jî li yên Ba‘lebekê teng bûye.Wextê Necmeddîn ev rewþ dîtîye tirsîya ku ew bi darê zorê were vegirtin û rabûye xwestîye ku kelê bi meraxeyekê biguherîne. Xwedîyê Þamê ev yek pejirandîye, jê re sonda meraxeyê xwarîye û keleyê teslîm girtîye. Xwedîyê Þamê sozê xwe yê meraxe û pêþengîyê anîye cih û ew [Eyyûb] bûye mezintirîn serdarê wî. Birayê wî Esededdîn Þêrkoh jî piþtî mirina Zengîyê bavê Nûreddîn ketîye ber xizmeta [hêza] Nûrîyye.” [Navê hêza Nûreddîn Zengî ya leþkerî bûye -E. N.] Ew Nûreddîn Mehmûd îbn Zengî yê xwedîyê Helebê bû. Ji xwe ew [Þêrkoh] di dema bavê wî de jî di ber xizmeta wî de bû. Ji ber ku Nûreddîn di cengê de mêrxasî û dilêrîya wî ya zahf û derbên wî yên zirp ku ji kesî din nedihat dît, rabû ew nêzî xwe kir, Humus, Rehbe û deverên din bi meraxeyî dayê û ew kire fermandarê sîpaha xwe. Zanayê me Îbn el-Esîr piþtî vê dest bi rêwingîya Esededdîn ya ber bi welatên Misrê ve û tiþtê ku li wê derê li wan qewimî û bi serê wan ve hat dike lê ev der ne cihê vê babetê ye. Nexwe em ê serpêhatîya Selaheddînê xwedîyê vê jînenîgarîyê ji despêka rewþa wî heya dawîya wê bi destûra Yezdanî temam bikin. Her weha em ê bûyerên welêt û rewþa wan ya wê derê jî, çendî ku di babeta Þêrkoh de hinek jê bihurî be jî lê min ew bitevayî negotîye ji ber ku min dê - bi destûra Xwedê - li vê derê bigotina, dîyar bikin. Bisporên dîrokê bûne yek ku Selaheddîn di sala 532/1137-38an de li kela Tikrîtê hêja bav û apê wî li wê derê bûne hatîye dinê. Ya rastî ew piþtî bûna Selaheddîn ji demeke hindik pê ve li wê derê nemane. Lewra bihurî ku gava Necmeddîn û Esededddîn ji Tikrîtê derketine - çawa ku me þirove kir - çûne cem Îmadeddîn Zengî, wî pêþwazîya wan kirîye, qedrê wan girtîye û çêyî bi wan kirîye. Piþtre Îmadeddîn çûye ser Þamê dora wê girtîye lê bi ser neketîye; ew ji wê derê zivirîye ser Ba‘lebekê dora wê jî girtîye û çend heyvan li ser maye heya ew di 12ê manga seferê ya sala 534/9ê çirîya 1139an de sitandîye. Çawa ku ’Usame îbn Munqizê ku behsa wî bihurî jî di kitêba xwe ya li ser welat û þahan de ev yek dîyar kirîye. Her weha Ebû Ye‘la ‘Hemze îbn Esed ku navdarê bi Îbn el-Qelanîsî el-Dimeþqî ye jî di tarîxa xwe ya ku kirîye dêla [berdewama] tarîxa Ebû Huseyn Hîlal îbn el-Sabî de gotîye: ”Zengî di roja pêncþemê ya 20ê meha zilhecceyê ya sala (5)33/17yê tebaxa 1139an de dora Ba‘lebekê girtîye”. Piþtre di destpêka bûyerên 534/1139an de jî gotîye: ”Nûçeya valebûna Zengî ji lihevrastkirina Ba‘lebekê (Baalbek:Heliopolis) û keleya wê û nûavakirina cihên wê [kelê] yên xerabe hatîye”. Xwedê çêtir dizane! Ger ku weha be ew di beþê mayî yê sala (5)32/1137-38an de ku Selaheddîn tê de bûye derketine, yan jî di sala (5)33/1138-39an de; çiku ew [demekê] li Mûsilê li cem Îmadeddîn mane lê piþtre gava dora Þamê girtîye, dûvre jî ya Ba‘lebekê û ew vegirtîye û Necmeddîn Eyyûb jî danîye ser hingê çawa ku me got, destpêka salên (5)34/1139-40î bûye. Li gorî vê jimartinê dîyar dibe ku derketina wan ji Tikrîtê bi nêzîkayî di wextê gotî de bûye, lê Xwedê çêtir dizane. Yekî ji malbata wan ku min jê pirsî: ”Ka ew kengê ji Tikrîtê derketine?” Ji min re weha got: ”Min ji hinek mirovên me pirsî ku digotin: ‘Ew roja bûna Selaheddîn derketine û wê [rojê] bêoxir û bêyom dîtine lê yekî ji wan gotîye: ‘dibe ku xêr tê de hebe lê hûn pê nizanibin” û weke wî jî derket, bes Xwedê çêtir dizane. Selaheddîn heya dema xamebûna xwe jî di bin baskê bavê xwe de bûye. Gava Nûreddîn Mehmûd îbn Zengî di tarîxa ku di jînenîgarîya wî de hate dayîn, de Þamê vegirt hingê Necmeddîn Eyyûb kete ber xizmeta wî û her weha kurê wî Selaheddîn jî. Ji xwe [ji hingê ve] hêvîyên dilþadîyê tê de xuya dikirin û mîrzayîyê ew ji rewþekê ber bi rewþeke din ve diber; çavê Nûreddîn jî timî li ser bûn û tesîrê lê dikir. Selaheddîn jê fêrî riyên baþ, karên qenc û têkoþana cîhadê (cenga pîroz?) dibû ta ku ji bo çûna ber bi welatê Misrê ve bi apê xwe Þêrkoh re kar bû, çawa ku em dê bi destûra Yezdan rave bikin. Min di hinek dîrokên Misrîyan de dît ku Þawurê behsa wî [di babeta wî de] bihurî ji welatê Misrê ji ber melîk Mensûr Ebû-l-Eþbal Dîrxam îbn ‘Amir îbn Sewarê navdarê bi Ferrase-l-Muslimîn el-Lexemî el-Munzirî ku dest danîbû ser welatê Misrê, zor lê kiribû û weke adetê wan yê hercar cihê wî yê wezîrtîyê jê sitandibû û kurê wî yê mezin Teyy îbn Þawur jî kuþtibû, revîyaye. Ew rabûye wî di remezana sala 558/tebaxa 1163yan de berê xwe daye Þamê û hawara xwe gihîþtandîye melîkê dadimend Nûreddîn Ebû-l-Qasim Mehmûd îbn Zengî. Ew di 23yê zîlhîcceya/21ê teþrîna wê salê (558/1163) de gihîþtîye Þamê, Nûreddîn pê re serdar (mîr) Esededdîn Þêrkoh Îbn Þazî bi hinek leþker ve ku Selaheddîn jî - çendî ku bê dilê xwe be jî - di ber xizmeta apê xwe de di nav wan de bû, þandîye. Du armancên Nûreddîn bi þandina vî leþkerî hebûn: yek jê lêvegerîna mafê Þawur bû ku xwe lê girtibû û hawara xwe anîbû wî. Ya diduyan jî bidestxistina hinek agahdarî li ser rewþa Misrê bû ku berê li ser qelsîya hêzên wê yên leþkerî û kêmasîyên wê hinek nûçeyên neyekser dihatin guhên wî; vêca bi vê cewetê wî dixwest ku rastîya wê hîn bibe. Ji xwe ew ji ber mêrxasî, çeknasî û ewleyîya Þêrkoh zahf pê bawer bû û ji ber vê yekê jî wî ew zû bi rê kir. Þêrkoh jî kurê birayê xwe Selaheddîn kire pêþengê leþkerê xwe û Þawur jî bi wan re ew di meha cemadelulaya sala (5)59/adara 1164an de ji Þamê derketin û di meha recebê ya wê salê (gulan 1164) de ketin Misrê û dest danîn ser kar û barê wê.Çendî ku Zanayê me Qazî Behaeddîn Ebû-l-Mehasin Yûsufê navdarê bi Îbn Þeddad ku behsa wî [di jînenîgarîya wî de] derbas bû di kitêba xwe ya ”Sîret Selaheddîn” de gotîye: ”Ew di diduyê cemadelaxera sala 558/8ê gulana 1163yan de ketine Misrê” jî lê gotina pêþî rasttir e. Lewra el-’Hafiz Ebû Tahir el-Sîlafî di Mu‘cem el-Seferê de dîyar kirîye ku Dîrxam îbn Sewar di sala 559/1163yan de hatîye kuþtin û ji bilî vê jî lê zêde kirîye: ”Di roja îna 28ê cemadelaxera vê salê (559/nîsan 1164) de li þehîdgeha (pakrewangeha) stîya Nefîse - Xwedê jê xweþ be - ku di navbera Qahîre û Misrê de bûye, serê wî jê kirine, ew di serê rimekê de gerandine û cendekê wî sê rojan li wê derê li ber sa û kûçikan maye lê paþê li Birka Fîl hatîye veþartin û kunbetek li ser hatîye avakirin.” Ew kunbet heya niha jî di cihê xwe de, di bin tatekî þekilberan de nûkirî dimîne. Min dît ku tê de hinek rebenên telîsliber diman. Ji xwe hatîye gotin jî ku: ”Dîrxam di receba 559/gulana 1164an de hatîye kuþtin”. Ma dema her kes hemfikir e ku Dîrxam piþtî gihîþtina Esededdîn Þêrkoh û Þawur a Misrê hatîye kuþtin nexwe nabe ku ew di 558/1163-64an de hatibin Misrê; çiku di kuþtina Dîrxam ya sala 559/1163-64an de tu cudahî tine û ew di destpêka gihîþtina wan de bûye jî. Her weha ’Hafiz el-Selefî jî ku ew di destpêka gihîþtina wan de li wê derê bûye weha agahdarî daye û ew ji her kesî çêtir serwextê bi van karan bû, çiku ew pisporîya wî bû û ji her kesê [ku qal kirine] bicihtir bû. Vêca dema Esededdîn û Þawur gihîþtin Misrê, dest danîn serê, Dîrxam kuþtin û Þawur jî gihîþte mexsed û miradê xw, li ser cihê (meqamê) xwe rûniþt, karê xwe domand û nigên wî erd girtin hingê xedrê bi Esededdîn Þêrkoh re kir û li hemberî wî ji Frengan alîkarî xwest û pêkve di Bilbîsê de dora wî girtin. Lê heya hingê Eseddîn jî rewþa welêt dîtibû û fêm kiribû ku welatekî bêkes û bêxwedî ye û kar û barê wî xweser bi dek dolaban bi rê ve diçe. Çendî ku dilê wî bijîyayê jî lê dîsa ew di 24ê zîlhecceya (5)59/12ê teþrîna 1164an de zivirî Þamê. Zanayê me Îbn Þeddad gotîye: ”27zîlhecceya (5)58/ 15ê teþrîna 1163yan”, lê ew her li ser bingehê agahên xwe yên ku ketina wan ya Misrê di 558/1162-63yan de bûye, maye. Esededdîn demekê li Þamê ma lê timî li rîya vegera xwe ya Misrê difikirî, xwe weke melîkê wê didît, û heyanî sala 562/1166-67an jî bi Nûreddîn re li ser danîna bingehên wê gotûbêj dikir. Ev behs û bazar û dilbijîna wî gihîþte guhê Þawur, ew tirsîya û têgihîþt ku Esededdîn dê bivênevê herê. Ew rabû wî ji Frengan re nivîsî û bi wan re li hev kir ku ew werin welêt û xwe bi temamî tê de bi cih bikin da ku pê re kokbirrê ji neyarên wî re bînin.Nûçeya hevnivîsîn û lihevkirina navbera Þawur û Frengan gihîþte Nûreddîn û Esededdîn, wan paxav kir ku ger ew Misrê zeft bikin dê bi rîya wê dest deynin ser welatan hemî jî. Esededdîn rabû xwe amade kir, Nûreddîn jî leþker dayê û Selaheddîn jî ji xwe di xizmeta apê xwe Esededdîn de bû. Bi rêketina wan ji Þamê di rebîelulaya sala 562/kanûna 1166an de bû ku Esededdîn û Freng bi hev re di yek demê de ketin welêt. Þawur û Misrî jî giþ bi Frengan ve li ser Esededdîn bûne yek û di nav wan de gelek ceng û bûyerên mezin qewimîn. Dawîyê Freng ji welêt derketin û Esededdîn jî zivirî Þamê. Sedemê vegera Frengan girtina Nûreddîn tevî leþker bi ser welatê wan ve bû û di receba wê salê de sitandina Menîterê bû. Freng bi vê hisîyan, ji welatê xwe tirsîyan û zivirîn serê. Sedemê zivirîna Esededdîn li Þamê jî qelsîya leþkerê wî ji ber êrîþên Freng û Mîsrîyan, tadeyîya lê û xayîleyên ku derxistin pêþîya wî bû, lê dîsa jî heya ku wî bi Frengan re li hev nekir û wan hemîyan ji Misrê dernexist ew venegerîya. Ew di dawîya salê de zivirî Þamê lê niha tirsa vegirtina Frengan ya Misrê jî dabû ser dilbijîna wî, çiku wî dizanibû ku êdî wan jî mîna wî ew der keþif kirine û rê û dirbên wê naskirine. Ew bê dilê xwe li Þamê ma lê xemgîn bû û diqilqilî. Çarenûsê ew ber bi tiþtekî ku ji hinekî din re hatibû biryardan lê haya wî jê tinebû, ve dikiþand. Vegera wî ya Þamê di zilqadeya/tebax-îlona vê salê de bû, her weha hatîye gotin jî ku ew di hijdehê þewala/heftê tebaxa salê de zivirîye, lê Xwedê çêtir dizane. Min di hinek destxetên xwe ku nizanim min ew ji ku veguhaztine, de dît ku gava dilê Esededdîn bijîya welatê Misrê hingê ew di sala (5)62/1166-67an de di rîya Wadî-l- Xezlanê (Newala Xezlanê) de çû û di nik Îtfî’hê de [li Nîlê derbas bû û di hêla rojava de] derket ku bûyera el-Babeynê (Herdu derîyan) ya cem Eþmûneynan (herdu Eþmûnan) jî hingê qewimî.2 Selaheddîn berê xwe da Îskenderîyeyê û xwe tê de parast û Þawur jî di cemadelaxera/adara vê salê de dora wî girt. Piþtre Esededdîn jî ji hêla Se‘îdê vegerîya Bilbîsê û li wê derê ew û Misrî li hev hatin, wan Selaheddîn ji hesarê berda, [ew çû gihîþte wan] û pêkve zivirîne Þamê.Îcar Esededddîn piþtre cara sisîyan dîsa zivirî Misrê. Zanayê me Îbn Þeddad (di Sîret Selaheddîn, r. 38-40 de] gotîye: “Sedemê vê jî ew bû ku Frengan ji ber çavberdana welêt, çi soz û biryarên ku bi Misrî û Esededdîn re dabûn þikandibûn û siwar û peyayên xwe hemî dabûn hev û berê xwe dabûn welatê Misrê. Dema ev nûçe gihîþte Esededdîn û Nûreddîn êdî ji lezkirina ber bi welêt pê ve tu saman ji wan re nema. Heçî Nûreddîn bi xwe bi mal û leþkerê xwe [beþdar bû], çiku ew hem ji tirsa Frengan ku dê têkevin welatê wî û hem jî ji ber ku Elî îbn Begtekîn miribû û bala wî ketibû ser bûyerên hêla Mûsilê, bi xwe nikaribû here”. (Ev [Elî] Zeyneddînê bavê sultan Muzafereddîn Kokbûrîyê xwedîyê Erbîlê [Hewlêrê] bû ku behsa wî di jînenîgarîya kurê wî de derbas bû.) Wî domandîye: “Lewra ew [Elî Zeyneddîn] di zîlhecceya sala 563/îlona 1168an de mir û ji bilî Erbîlê ku Zengî dabûyê çi keleyên ku di destê wî de hebûn dabû Atabeg Qutbeddîn. Lê Esededdîn bi xwe bi malê xwe, bi birayên xwe, bi malbata xwe û bi peyayên xwe ve hemî çûyê. Sultan Selaheddîn - Xwedê canê wî pîroz bidêrîne - bi xwe ji min re weha got: “Ji herkesî zahftir kuftê min ji çûna vê carê diçû û ez bi apê xwe re ne bi dilê xwe derketim, lê xuyaye ku maneya gotina Wî [Xwedayê] teala ya ‘Dibe ku tiþtek bi we nexweþ be lê ji we re qencî tê de hebe’ jî ev e”. Gava Þawer bi hatina Frengan ya bi wê hêza xurt ve hisîya hingê hewara xwe gihîþtande Esededdîn û alîkarî jê xwest. Ew bi lez derket û di rebî‘elûlaya sala 564/kanûna 1168an de gihîþte Misrê, lê wextê ku Freng jî bi hatina Esededdîn ya li ser hevkarîya navbera wî û xelkê Misrê hisîyan hingê ew di rêça xwe de berepaþ zivirîn. Esededdîn li wê derê ma û Þawer jî carê diçû serîlêdana wî. Ji xwe wî soz dabû wan ku dê ewêzîya zîyanên wan bi mal vegerîne, lê tiþtek negihîþte wan, bes pencê Esededdîn welêt zeft kiribû û têgihîþtibû ku çi dema Freng ferzendê bibînin dê vegerin û her weha fêm kiribû ku Þawer jî carina pê û carna jî bi Ferngan dileyîze û xwedîyên wê [Misrê] jî her li pey helwestên xwe yên hercar bûn. Ew qenc têgihþtibû ku heya Þawer sax be ew dê nikaribe welêt têxe destê xwe û ji ber vê yekê jî hizra xwe kir ku gava here cem, wî bide girtin. [Hinek] mîrekên (serdarên) ku bi Esededdîn re çûbûn, carê diçûn ber xizmeta Þawer û ew jî carna diçû cem Esededdîn û pê re dicivîya. [Ji ber ku] ew mîna adetê wezîrên wan timî gava siwar dibû dahol, trampet û ala pê re bûn, ji Sultanî bi xwe pê ve yekî din newêribû wî bigire. Vêca Carekê gavê ku hate wê derê ew [Selaheddîn] siwar çû pêþîyê, ajot kêleka wî, bi defa sîngê wî girt û li leþker ferman kir ku herin hevalên wî bigirin. Ew revîyan lê leþker da ser wan û wî jî Þawer daxiste konekî tenha. Her di wê gavê de xizmetkarekî taybetî bi biryarnameyeke ku ji hêla Misrîyan ve hatibû nivîsîn kete hundur û got: ”Serê wî pêwîst e”, weke adetê wan yê her car ku bi wezîrên xwe re dikirin. Serê wî hate birrîn û ji wan re hate þandin, wan jî ji Esededdîn re kincên wezîrtîyê anî, wî ew li xwe kirin, çû kete qesrê û di 17ê rebî‘elûlaya sala 564/19ê kanûna 1168an de li ser textê wezîrtîyê rûniþt û li emir û fermana xwe domand. Lêbelê Sultan Selaheddîn - mihrîvanîya Xwedê lê be - ji ber têgihîþtin û bîrewerîya wî û sîyaset û kargêrîya wî ya qenc heyanî 22yê cemdelaxera/23ê adara sala gotî (564/1169) jî ku Esededdîn tê de wefat kir, bi xwe rûbarê kar û bar bû û biryaran dida.” Ji xwe serpêhatîya Esededdîn û awayê mirina wî bihurî û her weha mirina Þuwur jî, ji ber vê jî tu pêwîstî bi þiroveya wê li vê derê tine. Min ev agahên han hemî ji gotinên zanayê me Îbn Þeddad ku di Sîret Selaheddîn de bûn wergirtîye lê min bes agahên ku ji mebestê bû veguhazt û yên din hiþt. Min di nav hinek reþbelekên xwe de bi destnivêsa xwe dît ku weha dibêje: “Esededdîn di roja çarþema 7ê rebî‘elaxera sala 564/9ê çileyê 1169an de ketîye Qahîreyê û Melîkê Misrê yê dawî el-‘Adid ‘Ubeydullah el-‘Ubeydî ku behsa wî bihurî, derketîye pêrgê wî, ew pêþwazî kirîye. Roja nehê mehê jî ew çûye eywanê (dîwanê) û li kêleka el-‘Adid rûniþtîye, wî jî ew perû kirîye û Þawer jî hizkirineke pirr jê re nîþandaye. [Li wê derê] Esededdîn jî ji bo ku li leþker belav bike ji Þawer hinek mal xwestîye lê wî ew ewiqandîye. Piþtre wî xeber jê re þandîye ku ji ber nedana mûçeyê leþker dilê leþker jê maye û gava ew derkeve gerê bira li himberî wan haydarê xwe be. Þawer guh nedaye gotinên wî û xwestîye ku zîyafetekê bide Esededdîn û leþkerê Þamê û li ser xwarinê wan bide girtin, lê Esededdîn bi vê yekê hîsîyaye. Li ser vê yekê Selaheddîn û Curdîkê [Curdî Begê?] Nûrî û hinek serdarên din li ser kuþtina Þawer bûne yek û Esededdîn pê hisandine lê wî nehiþtîye. Carekê gava Þawer çûye cem Esededdîn ku wargehên wan li qeraxên Nîlê li devera Meqes bûne, lê wî ew li cihê6 wî nedîtîye, lewra ew ji bo seredana gora îmamê Þafi‘î - Xwedê jê xweþ be- çûbûye Qerafetê. Þawer xwestîye ku pêkve herin cem” û ew jî pê re rabûne û çûne. Di rê de Selaheddîn û Cûrdîk dora wî girtine, wî ji ser hespê anîne xwar û li namilên wî xistine, hevalên wî jê revîyane û wan jî ew dîl girtîye. Wan bê destûra Nûreddîn nikaribûne wî bikujin û rabûne wî xistine çadirekê û leþker danîne ber. Piþtre el-‘Adid xwestîye ku wî bikujin, wan jî ew kuþtîye û serê wî li ser rimekê jê re rê kirine, ev bûyer di þeva 17 rebî‘elaxera/18ê çileyê sala gotî de qewimîye. Hatîye gotin ku Esededdîn ne amade bûye lê dema Þawer ber bi Esedddîn ve çûye Selaheddîn û Cûrdîk bi hinek leþker ve çûnê, wan li hev silav kirîye û derbas bûne, piþtre jî ev yek pê kirine, lê Xwedê çêtir dizane. Dûvre hima piþtî kuþtina Þawer el-‘Adid gazî Esededdîn kirîye ku hingê li wargehê bûye. Ew rabûye çûye Qahîreyê û dîtîye ku xelk gelek li wê derê cîvîyane; wî ji kombûna wan paxav kiriye û ji wan re gotîye: “Serwerê me ‘Adid li we ferman dike ku hûn herin qesra Þawer talan bikin’. Li ser vê yekê ew belavbûne û çûne talanê, ew jî ketîye huzûra ‘Adid, ‘Adid bi pêrgî wî ve hatîye, wî bi kincên wezîrtîyê payedar kirîye û nasnavê Melîk el-Mensûrê serekfermandarê sîpahê lê danîye. Di pey de ew roja yekþemê ku heft roj berî xilasîya cemadelaxera sala gotî bû, bi êþa xeneqîtkê mirîye. Hatîye gotin jî ku di dema wezîrtîyê de gava cubbe hatîye lê kirin hingê jarî danê. Mirina wî li Qahîreyê çêbû û ew li qesra wezîrtîyê hate veþartin, piþtre ew bo Medîneya Pêxember - qenctirîn mihrîvanî û aþtîxwazî li ser niþtevanê wê bin - hatîye guhaztin. Dema wezîrtîya wî du meh û pênc roj bûne. Hatîye gotin jî ku Esededdîn roja duþema 19ê meha rebî‘elaxera/20ê sala gotî de çûye cem ‘Adid, lê her Xwedê çêtir dizane. Ji xwe di babeta her yek ji Þawer û Esededdîn de hinek ji van tiþtên ku min li vê derê dîyar kirin, hatîye gotin lê li vê derê min ew temam kirin. Her weha ji xwe mebest ji vê yekê hemî jî behsa tevgera Selaheddîn, serpêhatîyên wî û destpêka rewþa jîyana wî ji serî heya dawî ye. Ji ber vê jî min va ku ez babetê li pêkve li pey hev bidim da ku babet ji hev nê birrîn û bêtûte nemîne. Dîroknasan dîyar kirîye ku: “Piþtî mirina Esededdîn rewþ ji Selaheddîn Yûsuf îbn Eyyûb re li hev hatîye, hîmê desthilatdarîyê jê re hatîye danîn û kar û barên wî bi baþtirîn awayî bi rê ve çûne. Bi vî awayî cîhan jê re kêm ketîye, wî jî dest danîye ser û ji dana Xwedê re spas kirîye, malê ku dayê jî belav kirîye û dilê gel pê xweþ kirîye. Wî dev ji mey û badeyê berdaye, terka kêf û þahîyê kirîye, fîstanê xebat û tekoþînê li xwe kirîye û heya mirina xwe her li tiþtên qenc û karên ku wî ber bi Xwedê ve dibirin, domandîye. Zanayê me Îbn Þeddad gotîye: “Min jê - mihrîvanîya Xwedê lê be - weha bihîstîye: ‘Gava Xwedê welatê Misrê ji min re bexiþand hingê min zanîya ku Wî vegirtina qeraxê jî vayîye, çiku wî ew xiste dilê min’. Vêca ji wextê ku rewþ jê re li hev hat û pê ve wî jî bêrawestan dest bi êrîþên ser welatên Frengan yên Kerek û Þewbekê kir û xelk jî ji wan ewrên bilind yên qencîyê bi awayekî ku heya hingê tarîxê tomar nekiribû, hat avdan. Ev tiþtên han hemî dibûn û ew bi xwe jî wezîrê pêþrewê gel bû lê li ser mezhebê Sunnî bû. Wî di welêt de zana, bîrewer, tesewwifvan û dîndar digihandin û xelk jî ji her hêlê ve ber pê ve dilezand û ji her alîyî ve qurban jê re dihatin dayîn. Wî tu qasidî vale venedigerand û tu peyambirî jî bi þûnde nediþand, heyanî sala pênc sed û þêst û pêncan (565/1169-70). Dema Nûreddîn zanîya ku piyên Selaheddîn li Misrê erd girtîne hingê rabû ’Humusê ji cihgirê Esededdîn sitand ku ew jî di meha receba sala (5)64/nîsana 1169an de bû. Gava Freng bi rewþa Musulman û leþkerên wan û sererastbûna welatê Misrê ji Sultan re hisîyan zanîyan ku dê ew bi vê hêz û desthilatdarîya pêkhatî, welatê wan jî vegire, dîyarên wan wêran bike û berhemên wan ji holê rake. Li ser vê yekê Rûm û Freng hemî bûne yek, li hev civîyan û çûne ser welatê Misrê. Wan bi alavên dorpêçanê û cebilxaneya pêdivê avête ser Dimyatê. Vêca wextê Frengên Þamê ev yek bihîstin hingê ew li zora wan hat û rabûn çûn ketin dizîya musilmanên keleya ‘Ekarê û xweyê wê Qutlux Elemdarê koleyê Nûreddîn hêsîr kirin. Gava Nûreddîn jî bi vê hisîya û dît ku Freng derketin holê û avêtin ser Dimyatê hingê wî jî va ku wan bilepikîne û ew jî çû ser Kerekê û di þabana/nîsan-gulana sala gotî de dora wê girt. Frengên qeraxê jî çûnê, ew ji ser wê rabû û çû avête pêþîya wan bes ew li benda wî nemabûn û xwe ji rîya wî dabûn alî. Piþtre nûçeya mirina Mecdeddîn îbn Daye gihîþtê ku di remezana sala 565/gulana 1170yî de qewimî û ji ber ku fermanberê wî bû ew pirr bi ber ket û rabû zivirî Þamê. Her di wê gavê de nûçeya erdhejîna Helebê ya di 12 þewala/30 hezîrana wê (565) de çêbû û pirrê welêt wêran bû, gihîþtê. Ew hê ber bi Helebê ve diçû ku nûçeya mirina birayê wî Qutbeddîn li Mûsilê jî jê re hat.”Ji xwe çawa ku min ev yek di jînenîgarîya wî de jî got navê wî Mewdûd bû. Wî (Îbn Þeddad) gotîye: “Gava ku nûçe jê re hat ew li Tilbaþerê bû û hima di eynî þevê de berê xwe da Mûsilê.” Wextê Selaheddîn bi çûna Frengan ya ber bi Dimyatê ve hisîya rabû ji bo wan leþker bi çek kir û her cure alavên cengê ji wan re amade kir û soz da wan ku ger ew [Freng] herin ser dê ew leþker biþîne hawara wan. Di vê navê de wî jî gelek mal û dîyarî bexþinadin der û doran û ji xwe ew jî wezîrekî wisa zirp bû ku ji ti fermana wî re nanakirin tinebû. Piþtre Freng bi sîpaheke xurt ve çûne ser û cengeke dijwar kirin, wî jî mihravanîya Xwedê lê be ji derva ve êrîþ dibirin wan û leþker jî ji hundur ve þerê wan dikir ta ku Xwedayê teala bi ray û tevdîrên wî yên baþ serkeftinê da Musulmanan û ew hêvîþikestî ji ser rabûn çû. Mencenîqên wan hatin þewitandin, alavên wan hatin sitandin û gelek mêrxasên wan hatin kuþtin. Piþtî vê yekê êdî Selaheddîn lengerê xwe berda erdê û þand pey bavê xwe Necmeddîn Eyyûb û hêvîya hatina wî kir. Wî ev yek hem ji bo ku kamîranîya wî temam bibe û hem jî ji bo ku serpêhatîya wî jî bibe mîna ya Yûsufê Rastgo [Yûsuf Pêxember] ewleyîya xwedê lê be, kir. Bavê wî di cemadelaxera sala (5)65/sibata 1170yî de gihîþte cem. (Îbn Þeddad ev tarîxa han daye, lê rastîya wê ew e ku min di jînenîgarîya wî de nivîsîye7 Ew li gorî adetê xwe yê her car pê re bi edeb kiþîya û kincên [payeya] wezîrtîyê hemî pêþkêþî wî kir lê wî ew li xwe nekirin û got: ‘Kurê min ji ber ku tu hêja bûyî vî karî Xwedê te hilbijartîye û ji xwe pêwîst nake ku cihê kamîranîyê bê guhertin.’ Piþtî vê ew rabû wî gencîne hemî spartinê û ew jî her wezîr ma heyanî mirina el-‘Adid ya di wê tarîxa gotî de.”Pirrê agahên ku di vê babetê de hatin dayîn ji berhema Îbn Þeddad ya “Sîret Selaheddîn” in, lê hinek ji yên din jî tê de hene. Zanayê me hafiz ‘Îzeddîn îbn el-Esîr ku berê behsa wî derbas bû, di terîxa xwe ya Atabegî de rewþa wezîrtîya Selaheddîn weha rave dike: “Tibabek ji wan serdarên Nûrîye yên li Misrê yên mîna Eyn el-Dewle el-Yarûqî, Qutbeddîn Xusro îbn Tulîl ku birayê Ebû-l-Hîcayê Hezbanî yê xwedîyê Erbîlê bûye (ew xwedîyê medreseya Qutbîyye ya Qahîreyê ye), Seyfeddîn Elî îbn Ehmed el-Hekarî ku kalê wî xwedîyê keleya Hekarî bûye (ew navdarê bi Meþtûb e û bavê Îmadeddîn Ehmed îbn el-Meþtûbê ku jînenîgarîya wî serbixwe hatîye dayîn, e) û Þehabeddîn Mehmûd el-Harimîyê xalê Selaheddîn, piþtî wefata Esededdîn xwestine ku hem bibin fermandarê sîpahê û hem jî wezîr. Her yek ji wan ew ji xwe re dixwest û komek peya jî dabûn hev ku dest deynin ser. Lêbelê el-‘Adidê xwedîyê Misrê þande pey Selaheddîn û ew xweste seraya xwe ku here cubbeyê wezîrtîyê wergire û piþtî apê xwe desthilatadarîyê bistîne. Sedemê vê kirina ‘Adid jî kêmhêzîya Selaheddîn bû, wî texmîn dikir ku ger Selaheddîn bîne ser kar dê ew ji ber kêmasîya leþker û peyayên xwe di desthilatdarîya xwe de ne serdest be, zêde dijî wî ranebe û dê ew karibe bandorî lê bike. Her weha [w&
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.