Ramyarî

Stratêjiyên Nejadperestane û nerast

Mistefa ÇOLÎ · 06.11.2005 · 2 dîtin

 Piştî şerê yekem yê cîhanî siyasetên diyar yên Îngilîstanê, bihêzkirina dewletên navendî yên welatên bin desthilata wan û baykot kirina wan neteweyan bû ku di çarçoveya wê desthilata siyasî a diyarîkirî de dijiyan. Bi taybetî eva ku cemsereke din hatibû nava bazneya siyasî ya herêmê û gef ji qazanc û berjewendiyên wê take hêza heta wê demê dikir, di rewş û zirûfeke wiha de bû ku Komara (Fîrqeya) Demokrat ya Azerbaycanê û Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê hevdem li gel ramana serdem (dewlet û nertewe) hatibûne nava hevkêşeyên siyasî yên Îranê û deverê, bi taybet ku zirûfeke jêhatî di vê para coxrafiyayî de hatibû holê, bi wê wateyê ku bi hatina hêzên hevalbend bo welatê Îranê, desthilata navendî li wir jar û lawaz bûbû, ew jî ji ber vê çendê bû ku ref girtina hêzên din li deverê xuyatir bû, lê di heyameke kurt a dîrokê de tevî sivikbûna giraniyê û ji nav çûna Faşîzmê li ser cîhanê, hêzên hevalbend Îran bi cî hêlan û Yekîtiya Soviyetê jî piştî lihevkirin tevî Qewam paşde kişiya. Vê çendê jî derfet bo ji nav birina du desthilatên sava û kêm temen yên Komara Kurdistanê û Fîrqeya Demokrat ya Azerbaycanê pêk anî ku cih û navenda hevgirtina van du desthilatên herêmî jî bajarê Urmiyê bû. Baykot kirina van du desthilatên herêmî jî li ser bingeha ramana dewlet û netewe, ji dîtingeha bi cih anîna daxwazên neteweyî, dûmahiya kar nebû. Ji  ber ku dikare weke ji hev veqetiyaneke demî jê bihê mêze kirin ku bi pêşhatina derfeteke kêrhatî û di cih û demekî bicî de careke din serî hilbide. Em dikarin berjeng û hêmaya vê serhildanê jî piştî zêdetir ji nîv sedsalê de, di Kongreya Neteweyên Îrana Federal de bibînin ku di 20.02.2005’an li Londonê dest bi xebatê kir. Lê ya ku niha cihê baldanê ye û wekî pasavanîn ji bo rewşa niha, bas ji derbasbûyiya tiştekê tê kirin ku nema ye, lê giringiya vê fenomen û derkewtê li wir tê his kirin ku ew rêzoka kevn, bê rawestiyan şemendefira cudahiyê pal daye û heya niha jî hatiye. Ew fakterên ku dikarin rola xwe bilîzin ne tenê her mane, belkî bihêztir in jî.1: Her du neteweyên Kurd û Azerî di hilkefta xwe ya coxrafî de her mîna caran mane û di warê nifûsê de di vî heyamî de zor zêdetir û li dor mafên xwe jî zor zanetir jî bûne.2: Ew perwerdeya exlaqî ya berê ku siyaseta ajawê pêk bîne û hikûmetê bike ji bo parastina navendparêziyê hewce bû, niha ji caran bihêztir e. Lê aliyeke din ya vê pirsê sepandina cudahiya olî û ayînî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê û mifah wergirtin ji wê delîveyê di serdemê şoreşa gelên Îranê de her wekî ku em dibînin dewsên malwêranker yên mîratgirê şoreşê di civakeke giştî de bi fermana cîhada Îmam hêza xwe berdane canê neteweya Kurd. Ev rastiya tal ku neteweya Kurd û Azerî ser bi mesebên cuda yên Ola Îslamê ne, di vî serdemî de karî bibe sedemek din ji bo mezin kirin û berfireh kirina vê valahiyê di navbera van du netewan de. Nahê înkar kirin ku pêvajoya bûyeran û lênihêrîna çawaniya peywendiya wan du netewane ji hev gihîştina Sad Çîkof şûn de û heya niha jî di xizmeta desthilat û tevî berjewendiyên desthilata navendî de hevterîb bûne. Rastiyek ku niha em gelên Îranê wekî desthilat pê re berengar in, rejîmeke totalîter û sedsala navîn e ku xelk bi wateya tak di cîhanbîniya vê pergalê de misilmanê Şîî yê 12 Îmamî peyrewê mekteba binajoya Welayeta Feqîh e. Di cî de ye em bo vê rastiyê ku heya niha bi dirêjiya temenê Komara Îslamî de çi di yasa û çi di piratîkê de peyrewî jê hatiye kirin, îşareyê bi vê gotina Farsî her kes ji me nebe, bi me re nine bihê kirin, serbarê vê jî Komara Îslamî bi van şaşiyên dîrokî nesekiniye, belkî di pêxem vê cîhanbîniya xwe ya nateba di gel serdem de bi awayekî aktîv kar jêre kiriye. Derheq vê cî pêyê biyom yê Komara Îslamî jî em dikarin îşareyê bi guherîna warê etnêkî di Parêzgeha Xozistanê de bikin. Guherîna cihê neteweya Ereb li ciheke hesas ku di pêşerojê de dikare bibe sedema ne cihgîrbûnê ji bo rejîmê, her wiha anîna neteweya Azerî ji bo Xozistanê cehdeke din ji bo lawazkirina nifîsa Azeriyan e ku bi dirêjahiya temenê xwe di welatê Îranê li wî cihî de akincî ne ku li cîranetiya wî welatî de neteweya Azerî xwediyê hin xalên hevbeş e ku cihgirtina van jî dikare ji bo Komara Îslamî cihê tirs û nigeraniyê be. Bi kurtî bi merema perjînkirina hin deveran bi terzekî sîstematîk wekî Urmiyê ku xwediyê hilkefteke hesas e, bi taybetî piştî hatine rojeva qala endambûna Turkiyê di Yekîtiya Ewropayê de, di dema 5 hetanî 15 salên pêşerojê de; rayedarên Komara Îslamî dest bi bernamerêtinê kirine heta ku rol û nexşê Kurdan li dor Azeriyan lawaz û bêhêz bikin. Ji ber wê ku Kurd li Urmiyê bi dirêjahiya jiyê xwe dijî desthilata navendî bûne, lê Azeriyan rolê desthilat û parêzvanên desthilatê lîstine. Destpêka vî karî jî weke gava yekem di xarîteya sala 1380 (2001)’an ya Şaredariya Urmiyê de derdikeve ku hêleke sor li dora parek ji Urmiyê de kêşa bû û girê dida bi zevî û erdên Kurdan ku ji bo çêkirina bajarokan ciheke bedew û jêhatîtir li gor rûyê din yê hêlê bû ku diçe bo aliyê herêma rûnişvanên Azerî (ber bi Rojhilatê bajêr). Her piştî wê jî avakirina Avbenda geliyê Bendê ku ava wê ji deverên Kurd akincî ve çavkaniyê digre, ger ji 150 kîlometran pêştir hatiba lêdan, wî çaxî pûte û giringiya wê ji bo herêmê derdiket. Lê niha avakirina Avbenda geliyê Bendê li wî cihî tu qazanc û mifahek ji bilî avdanîkirina zevî û erdên Azeriyan û misogerkirina ava vexwarinê ji bo Tewrêzê nine. Serbarê wê jî avakirina bajarekê li pişt Avbenda geliyê Bendê bi navê Sîlvana muhra erê ya hikûmetê ji bo vê merema qirêj û mirar e. Heke em bihên ji dîtingeha qasê cî bi cî bûna daxwaziyan û pêşketin û alav û îmkanatên jiyanê li bajar li gor gundan mêzeyî diyardeyê bikin, tê dîtin ku roj li pey rojê qasê wan kesane ku rû ji bajar dikin, zêdetir dibe. Yanî gund wekî ciheke şandina Kurdan bo bajar tê dîtin û bajarê Sîlvana jî li gor helkeftê dikeve navbera bajarê Urmiyê û devera Kurd akincî ya Mirgewer û Tirgewerê. Bi wateyekî din berbesteke Kurdî li pêş bajarê Urmiyê. Ji aliyê din jî avakirina bajarê Sêro’ê yan Gengeçîn’ê cehdeke din e ji bo bihêztir kirina hêla Kurdî li derdora Urmiyê. Ev terze karane parek ji van pîlanên siyasî yên domdirêj yên Komara Îslamî ne heta ku bikare di girava tem û mija Rojhilata Navîn de balgê tenahî û rihetiyê li bin serê xwe danêt.Rojnama Agirî

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.