Ramyarî

Stranbêjê Mezin û Kurdperwer: Kawîs Axa,

Munzur Canbegî · 03.10.2005 · 2 dîtin

Stranbêjê Mezin û Kurdperwer: Kawîs Axa,

   Kawîs Axa bi dengê xwe ê zelal û xwesh li her car parcên Kurdistanê tê naskirin û hezkirin.. Li Kurdistana Bashûr û Rojhilat kasêtên wî ji berê jî hatibûn belavkirin û wî bi xwe li wan deran di Diwanxanan de û bi gerînên xwe rû bi rûyê xelkê stran gotîye.. Lê berê xelkê Kurdistana Bakur dikaribûn stranên wî ji pishkên Kurdî ên radyoyên Bexda û Yêrîvanê godarîbikin û van salên dawîyê kasêtên wî li vî parcê welatê me jî hatine belavkirin... Ev cendîn salin, hemû Kurdên Kurdistanê bi rêya radyoyan an bi rêya dengbêjan Kawîs Axa bihîstine û stranên wî guhdarî kirine... Gelo Kawîs Axa kîye? Li ku ji dayîk bû? Kîjan salê koca dawîyê kir? Bi kurt û kurmancî ez dixwazim li vir hinek agahdarî li ser vî stranbêjê mezin û bi rumetê Kurdistanê bidim.Navê rasteqîn ê Kawîs Axa, Kek Weyîs e û di sala 1889‘an de li zozana Carcelî a êla Herkîyan ji dayîka xwe dibe. Navê bavê wî Ahmed Herkî ye û ji binemala Malebî a êla Herkîyan tê. Navê dayîka wî jî Leyla ye. Êla wan zivistanan ji zozanan dadiketin, deshtên rojhilata Mûsilê û li gundê Shêxan nîshtecîh dibûn. Wê dema Kawîs Axa 10 salî bû, bavê wî koca dawîyê kir. Wê demê brayekî ê wî picûktir hebû.. Navê wî jî Kino bû...Pishtî mirina Ahmed Herkî, Kawîs Axa bi gel dayîk û birayê xwe cû cem meta xwe Biskê, li Herêma Soran. Wê demê êla mêrê Biskê li zozana Konemarê ku nêzîkî devera Dîyana ye kon vedabûn. Demekê shûnda birayê Kawîs Axa Kino jî koca dawîyê kir. Kawîs Axa pishtî koca dayîka xwe, dice cem Ahmed Xanê Herkî û dibe shivanê wî. Di sala 1915‘an de dev ji jiyana kocerîyê berdide û li gel kurê xaltîya xwe, Derwêshê Fatimê cû ji bo Rewandizê, li ba Hacî Newroz Efendî.. Hacî Newroz Efendî, mirovekî dewlemend bû û xizmê Herkîyan bû. Li wê derê Kawîs Axa di Dîwanxanan de stran got û navê xwe belavkir.Pishtî sherê cîhanê ê yekem, hêzên leshkerî ên Rusî êrîsh anîn li ser bajêrê Rewandizê û li roja 13.04.1916 jî bajêr dagirkirin. Piranîya xelkê bajêrî, nacarbûn û cûn ji bo bajêrên ku Rusan dagirnekiribû. Kawîs Axa jî li gel Derwêshê Fatimê û bi mala Hacî Newroz Efendî ve ji Rewandizê cûn ji bo Shaklawayê.Dewleta Osmanî, Hacî Newroz Efendî kir rêvebirê nahîyê.. Hacî Newroz jî Kawîs Axa kir berpirsê embarê.. Kawîs Axa li wir bi dizî erzaq derdixist û dida hejaran. Pishtî ku sherê cîhanê bi dûmahîk hat, eskerên Rusî jî ji Rewandizê derketin û xelkê Rewandizê jî hêdî hêdî vegerîyan ji bo Rewandizê. Lê Kawîs Axa nezivirî û li gel Silêman Bêgê Bayîz Beg ma. Her li Shaklawayê Hemûney Mehmud Sherîf ve zewîcî. Pêwîstî bi gotinê ye ku jina Kawîs Axa di 22.02.1982‘an de li bajêrê Hewlêrê koca dawîyê kir.Kawîs Axa bi gel Silêman Beg gund bi gund, bajêr bi bajêr li Kurdistanê gerîya. Di Dîwanxanên Serokeshîr û rûsipîyan de stran got û roj bi roj navê û dengê wî belav bû.Kawîs Axa di sala 1936‘an de ji bo serdana êla Herkîyan cû ji bo gundê Hershem ê Koyî û li wir cû ber dilovanîya xwe. Kawîs Axa, car zarok jî li pêy xwe hishtin.Kawîs Axa, mirovekî tat bû.. Lê wê wexta stran digot, tatbûna wî qet dîyarnedibû. Tatbûna wî ji dayîkbûna wî ve nebû. Li gor gotina wî, di ciwanîya xwe de zivistanê bi hespê dice ashî û di rê de ji hespê ketîye û di nav berfê de bi seatan maye û ji vê bûyerê shûnda jî tat bûye.Tê zanîn ku, Kawîs Axa ji bo dîtina Shêx Mahmudê Nemir(Berzencî) gellek car cîye ji bo Silêmanîyê. Ji Shêx Mahmud re stran gotîye. Shêx Mahmud jî dengê Kawîs Axayî gellek hez kiriye û gellekî jî rêza wî girtiye. Tê gotin ku Kawîs Axa bûye Shervanê Shêx Mahmud û pishikdarîya shoreshên wî kiriye. Wî stranên „Melîko“ û „Shêxê Mino“ li ser wî shorshgerê mezin gotîye. Dîsan tê gotin ku, Shêx Mahmudê Nemir, ji Kawîs Axa re hespekî kihêl, tifingeka canbêzarm du rextê fîshekan û 40 lîreyê zêrîn wekî xelat pêshkêsh kiriye.Kawîs Axa cend caran jî cûye Kurdistana Rojhelat ji bo dîtina Îsmaîl Xanê Shikak(SIMKO). Dîsan wekta ku, Simko ji bo serdana Shêx Mahmud tê Silêmanîyê û ji devera Dêrê derbaz dibe, Kawîs Axa jî li wir pêshwazîya Simko dike. Her wisa Kawîs Axa strana „Simko“ li ser Îsmaîl Xanê Shikak dibêje û tê de qala kushtina wî û mêrxasîya wî dike.Dîsan tê gotin ku, Kawîs Axa bi qacaxî cend caran cûye Kurdistana Bakur û carekê ji ji alîyê cendirman ve hatîye girtin û pereyê wî ji wî hatiye standin.. Wisa tê zanîn ku li wir Kawîs Axa Mîthat Medhed Efendî maye..Di stranên wî de rengdana jîyana kocertîyê û jiyana Kurdewarîyê xuya dibin. Her wisa li ser bûyerên sîyasî ên wê demê jî stran gotiye. Wekî „Simko“, „Sherê Tirk û Yunanê“, „Meliko“ û „Shêxê Mino“ htd..... Dîsan wî destan û cîrokên folklorî jî wekî stranên „Genc Xelîl“, „Lawkê Simuqî“ û „Esmerê“ gotîye.Ji bilî vana li ser evîn û dildarîyê jî stran gotîye. Ji bo mînak: „Lê canê“, „Kocerê“, „Dotmam“, „belê Dilber“ û „ey lê zalim“ stranên bi vi cûrî ne.Her wekî stranên „Hesenê Alkê“, „lorkê“, „kawanê“, „hey dot“ û „gozelê“ û hinek stranên wî ên din jî qala serûberê civakê û jiyana Kurdewarîyê dikin.Berhemên Kawîs Axa di 43 kasêtan de hatîye tomarkirin. Ev kasêtana di arshîva pishka Kurdî a Radyoya Bexdayê de tên parastin.Cavkanî:1)Celal Mela Hesen Xoshnaw „Derwazeyek bo nasînî Kawîs Axayî nemir“ Kowarî Rewshenbîrî Nîwê, Nr. 108, Bexda 19852)Shaban Muzîrî, „Stranêt Kawîs Axay“, Bexda 1988..

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.