ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 31.05.2006 · 2 dîtin
Bi tevlîbûna rêzdar Celal Talebanî serkomarê Îraqê û PDK ya çavdêr di rêxistina Social International de û YNK û PDK Îran ya endama wê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê wek çavdêr, duh li havîngeha Dukanê grûpa Social International civîna SI li dor neteweya kurd li dar xist. Di civînê de nûnerên Social International bi dîtina aydolojiyaya xwe ku daxwaza mafên neteweyên azadîxwaz dike, piştgîrî û alîkariya xwe ji bo mafê neteweya kurd li her çar perçeyên Kurdistanê diyar kir û azmûna serketiya siyasî û îdariya başûrê Kurdistanê jî wek faktereka erênî ya serketin û pêşdebirina pirsa gelê kurd li perçeyên din yên Kurdistanê qebûl kirin.Ji bal xwe ve partiyên kurdistanî yên beşdarên civînê bûn daxwaz ji Social International kir ku di sewiya pirsa kurd de wek neteweyeka azadîxwaz bi kiryar kar bikin.Piştî civînê jî di preskonfransekê de Lois Ayala bi nûneriya rêxistina Social International bal kişande ser armanca civînê û li dor pirsa gelê kurd li bakûr û başûrê Kurdistanê û ji bo çareserikirina wê bi riyên demokratîk û aştiyane piştgîriya xwe nîşan da û soza karkirina ji bo vê yekê da.Ayala herweha jî şabûna xwe ji bo pêşdeçona siyasî û îdariya Kurdistanê ku li hemû Îraqê reng vedaye diyar kir û ev pêşdeçon jî weke wan xalan qebûl kir yên ko Social International jê re dixebite.Piştire Fazil Mîranî sekreterê polîtbîroya PDKê di peyveka rojnamevanî de bal kişande ser civînê û hewl û karên Social Internationalê yên di qonaxên derbasbûyî û pêşhatî de nirxandin û awayê pêrgîhatina vê grûpê ji bo pirsên Kurdistanê şîrove kir.Kurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.