ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Mamed DERÝKÝ · 04.01.2007 · 2 dîtin
Ev Niqaşa kû li ser Ala Kurdistan û Sirûda netewî ji ku derket gelo ? Ev nîqaşa kû di Medya Kurdî de çen rojin berdewam dikir, Serokê Kurdistan Birêz Mesud BARZANÎ û Wezirê rewşenbîrîyê Hukumeta Kurdistan Birêz Felekedîn KAKEYÎ jî tevlê bûn.Birêz BARZANÎ ragihand kû haya wî bi xwe jê tuneye,”ev Ala Kurdistan û Sirûda Ey Raqib muqedesên Kurdîstanê ye û guherînawan jî ne di rojevêdeye.” Birêz KAKEYÎ jî dibêje kû “Sirûda Ey Raqib bê guherîn ezê istifa bikim.”Bi rastî jî ma ev hewceye? Ala Kurdistan û Sirûda netewî Ey Raqîb bê guherîn?Li ser Ala Kurdistan ne hewceye em li ser rawestin, ji ber kû alternatifa wê tuneye û Gellê Kurd vê qet napejirînin.Lê li ser sirûda Netewî,Ey Raqib Wekî Birêz BARZANî û KAKEYÎ ne razîbûnên xwe hanîne ziman. Bi xwe wek kesekî Kurd ez jî tev li wan dibim û hewce nabînim, qet jî razî nabim! Ev Sirûda Şêrko BÊKES kû bi navê “Kurdistan” nivîsandîye,ji Ey Raqib re alternatif tê dîtin, Menzûme yek pir xweşe jî. Lê ev guherîn Çi hewceye? Kesê vê dixwazin anjî vê tînin rojevê pirsek min ji wan re heye. Ev guherîn çima? Anjî ji gellê Kurd re wê çi Qezencê bîne? Em bi xwe jê têrnebûn an em têrnabin, ma hûn çi zû jê aciz bûn!Û pirsgirêkên Gellê Kurd hevqas pirr hebe. Ma ev ne tenê rojevek sûnîye?Dibe kû kêmasî yê vê sirûdê hebe, belkî heye jî, lê ez bawerim niha ne derfeta vê nîqaşêye! Ha dibe kû di demek pêşde li ser vê sirûdê xebatek bê kirin. Lê ne nûha.Ji ber kû ji gellê Kurd re hîn tiştên ferz hene! Ev Sirûd, ji Komara Kurdistan a mahabatê re bûye Sirûda netewî ya fermî. Ev sirûd hîn nuh bûye sirûda Kurdistan a federe. Ev Sirûd hîna hîna ketîye zimanê gellê Kurd û li her çar perçê Kurdistanê hatiye qebûlkirin. Ev Sirûda kû di sala 1946’an de Xortekî Kurd; nav DİLDAR (1918-1948) nivîsîye… Yanî ev sirûdek pirr hêjaye û pirr jî giranbuha ye!Ey raqib her maye qewmê Kurd ziman,Naşikê û danayê bi topê zeman.Kes nebê Kurd dimirin! Kurdin jîn dibin……DİLDAR ê nemir xwestîye kû di vê sirûdê de gellê Kurd nîşanî heval û hogiran û neyarên Kurd û Kurdistanê bide. Û bila hemû raqib bizanibe Gellê Kurd heye û wê hertim hebe! 27/12/2006 Mamed DERİKİ
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.