Ramyarî

Şikestin u Paşda Gav Avêtina Serkirdên Kurdistan-2

Rojhat Badikî · 09.09.2008 · 2 dîtin

 5- Çevtî u xeletîyên Mam Celal ên herî mezin li ser pirsgirêkin Kerkuk bu. Plan u projeyên Mam Celal hevîyên dagirkeran u Ereban geş kir. Dîtinên Mam Celal li ser Kerkuk cesaret da Maliki u nijadperestên Ereban;a- Projeya Mam Celal a modela Bruksel ji bo Kerkuk şikestin u paşda gav havêtin bu ji Kurdıstanbuna Kerkuk. Kerkuk bu Iraqekî biçuk, pêwist nedikir, Kerkuk bidin ser Kurdistan.b- Proje u sozdana Mam Celal ji bo parvekirina desthilat li Kerkuk, maf u desthilata Kurda li Kerkuk bin pê kir. c- Nebuna plan u proje ji bo rizgarkirina Kerkuk, Musil u herêmin din, cesaret da Baxda ku careke din Kurdistan dagirkin. Li gor lêkolînerin stratejîst ev her du pêşnîyerin Mam Celal Cesaretek mezin da Ereba. Parlamentarên Erebên Şia u Sunii bi pejêrandina maddeya 24 ji carek din ji bo bindestkirina Kurdistan gavek mezin havitin.Helwesta Mam Celal gelek goman u şik ji bo me çêdike. Gelo bi rastî Serkerdin Başurê Kurdistan, ji bo buyer u pêvajoyên nu amadene? Ger roj were, Baxda hemu pirsgirêkên çareser bike, hikumeta navend bi hêz be, Kurd çi bikin.? Li dijî dagirkirina Kurdistan, li dijî bin pê kirina mafên me ê netewî, helwest u bedelîn serkirdin Kurdistan çîye. Ger roj were Baxda bêje em maddeya 140. Bi cî naynin! Gelo, ewê helwestê serkirdin Kurd çibe! Kurd li dijî Baxda çi kart bikarbîne u çi gav pêşda bavêje,,,!Ev 3 sale ku ji bo maddeya 140 ji alîyê Baxda astend tê derxirtin. Serok vezirin Baxda ên kevn Allavî u Caferi soz u peyman dan Kurda, Lê peymana xwe bi cîh neanîn u niha jî Malikî astengan dirdixe. Serokvezîrin kevn Caferî di hevpeyvendîyek da bi zelali got, Kerkuk bajerekî İraqîye bi hîç şiveyek qebul nakin Kerkuk bidin ser herêma Kurdistan….Van buyeran nîşan dide ku tu bername u planen Serkirdin Başurên Kurdistan tune. Her car li gel alîyek peymanên stratejîk imza dike, çend roj li ser îmza kirina peymanên stratejîk çi Şia, çi Erebên Sunii, peyman bin pê dikin sozê xwe bi cîh naynên. Serkirdin Kurd bê plan u bê bernamene, xebatên xwe rojane dimeşînin ji ber:1- Ji roja Rizgarbuna Kerkuk - Musul heta niha, ji Kerkuk heta Musul, YNK u PDK siyasetek partîzanî dimeşînên, planên wan ên hawbeş u netewi tune! Berjewendîyên Malbatî u partîzanî li pêş berjewendîyên netewîye.2-Dewlemendbuna deshilatdar u malbatan tirsek mezine ji bo destkeftin xelkê Kurdistanê. Deshilatdarên Kurdistanê ji bo parastina taybetmendî u dewlemendîyên xwe, ji mafên netewî paşwa gav davêjin.2- PDK u YNK heta nuha li ser Hikumetek netewî pêk nehatine, hikumet u parlamentoya ku heye şekliye. Ev çende sale, parlamentoya Kurdistan nikare projeya destura Kurdistan a bingehîn bipejrîne. Tiştên balkeş evên kn heta nuha, parlemnto, hikumet, dadge, perwerde…u kar u barên civakî li gor destura Beas tê meşandin.3-Ji bo hikumetek netewi ya hawbeş pêwîstî, leşkerek netewi, aborî u siyasetek netewî u sazîyên netewî heye. Li mixabin hê li başurê Kurdistan du parti u du deshilat u du hikumet heye. Ev çend salên wezaretin girîng nikarin yek bigrin……  Rojhat Badikî   

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.