Ramyarî

Shêrejinên Shehrî pîrozî RANYA

Zerdest Aryan · 05.03.2008 · 2 dîtin

Shêrejinên Shehrî pîrozî RANYA Shêrejina pêshmerge û bilbila baxcey Kurdistan MERYEM XAN Meryem Xan bashtirin guleke xwoshbîn a bêdirk,pertûkeke pîroz, kanîyeke zelal, birûskeke ronakdar, xameyeke tîj, zimanhalî Gelî xwey sîtemdîde, rojeke bêdawî, toveke afrênera li sertaserî xakî Nishtîman û amilî pêkhênana awata mîlyonan sheîdên nemire. Keybanû Mreyem xan û hevserî xwey têkosher birêz tixtor Elî bashtirîn nimûneyên bijartene bo takekes, xanewad, malbat û civaka kurdistan. helwesta herduyan li hemî pênavên jîyanêda li ser rêbaz û dustûra yeksan û azad lihevweshyay shan bi shan li katên teng û fireh, li astem û derfetan da bi berengarîyeke hevbesh chareserdikrin. Bo ev cote shêrên payeberz kurd chendî shanazbin mafî xwoye. li ber vê erkî her kurdekî dilsoze yad û yadashtên hemî shorishgêrên nebez û taybet helwest û têkoshîna Meryem xanê bo new û nifshên lawanên kurd pêshkêsh û handan bikin,ta ku bi dabinîyeke pola û zanyarîyê sertaserî kurdistan û li qadên jîyanê bi evîna kurdperverîya nûjengêr her dem pir û pîtew be, hîch rêga û derfeteke nezanî û xîyanetê li xakî pîrozî kurdistan serî negre. Mreyem Xan (Meryem Sedîq Ehmed) li sala 1946 li sarî pîrozî Ranya li dayîk bûye.Jîyana Xato meryem li binemaleke kurdperwer têperbû ,ewa nevîya binemalîya pashayê REWANDUZ(SADIQ BEG)e. wek tê zanîn Salarên Osmanîya mîrnishînî SORAN dagirkirin û pîrika meryem Xanê Helîme Xan yek ji 9 jinan ku dagirkerên Osmanîyan li xenderî REWANDUZê shehîd kirîbûn. Meryem Xan ji seretay jîyana xwe bi hêvênê hovîtîya Osmanîyan mezin bû. Mêshk, hest û dilê wê bi kurdkujîya Tirkan meya . Wê hê li salên bichûkîya xwe li gel biray xwey xwoshewîst (XWEDA Jê xwoshbî) Ezîz sedîq Beg ashînay sîyasetê bû. Mala wan cêgay tawûtoykirin û wekî xwundegeha sîysetê bû,bo nimûne birêz Mam Celal , shehîdên nemir Evdrehman Rûte û Elî Mam Reza salanên 1950-1960 li mala Dê-Bavê Meryem Xanê derbarey guft û gokirina rûdawên sîyasî komdibûn. Mreyem Xanê li seretyî 1964a li refê qutabîyanî kurdistan dest bi karî sîyasî kir. Pishtî demeke dî bû berpirsa Jinan î sharî RANYA. Sala 1968 di nav xebata shorisha Eylûl a pîroz li refên pêshmergan hevserî xwey ayende tixtor Eli (Elî silêma Elî) yek û dî naskirin. Bo Meryem xanê hîch merc û astemek nekarî bû xebata shorishgêrî bo rizgarîya Gelê xwe cî bihêle.Wê wek cîgira hemî jinên kurdistanê cheka pêshmergayetî bi sheref hilgirt û li hember nijadperestên Ereb bikarîna.Sala 1966 katî nakokî li navbera Mam Celal û Partî demokratî Kurdistan da rûda, Meryem xan salû nîvekê ji layê Partî demokratî kurdistan hate girtin (ligel Mehmûd Hecî Tewfîq û Osman Ezîz) ,pashê bi kefaleta Kake Zîyad Koye û shefîq Axa hate azadkirin. Meryem Xanê li gel birayên xwe Pêshmergan dehan hêrshên dirindaneya Baasîyan bi Kopter,Firokên sher, cêshên hov, befr, baran û serma bi berengarîyên polane têkda û hêzên neyaran shikestî pê hêna.li gel ev xebata sherefmenda chekdar berhemtirîn koshisha Meryem xanê li warî chapemenî, rageyandin û ya Pexshanêye. Ewê wekî bilbila baxcheyên kurdistan li pantaîya kurdnishî bi deng û awazên nishtîmanperwer hest, daxwaz û xewînên gelî xwe gesh kir we mîlyoneha kurdên perosh shîyarkir. Meryem xan û hevserî xwe bi ew temenên xwey biserda chûy bi welatperwerîyeke bê mînak chek li mil beshdarî rizgarkirina Koye, Hewlêr, Kerkûk, Bituên û RANYAyê bû.Shayanî behse ku bo rizgarkirina ew bajarên xwoshwîst sedan pêshmergeyên nemir gîyanî xwey pak bexshandin ,xwîna wan bû hêvana rizgarîyê. Yek liwan nemiran Elî Nebî hemey kak Hemzeye. Birûska li sharî pîrozî RANYA veda ,li demeke kurtda tevaya bashûrî kurdistan belavbû reg û rîsheyên rejîma Baasên xwûnîdar damala, asmanî kurdistan bi bayekî paqij pir bû, seqîya. Awata shehîdên nemir bi tacezêrînî encam da.Li kutayîda . RANYA pêshrewa rizgarî û shehîdî hemîsheye RANYA destpêkû derwaza wercherxana mêjûy Kurdistane. RANYA dengî zelalî peshmergeye RANYA derûnû hestî xweragirtina her kurde RANYAwargeha shêrejinên pêshmergeye,bilingoy lixweborîn, rewshenbîr û mendûnenasîyeRANYA betîntirîn helmetî KAWA ye RANYA remz û sembola yekîtî serbixwebûna KUrdistane Silaw û rêz ,sherf û shikudarî bo gîyanî pakî nemiran Silaw û rêz,bo cemawerî qaremanî RANYA û Kurdistan Silaw û rêz bo keybanûya kurd Merm XAN ZERDEST ARYAN 5.2.2008 î Zayînî

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.