Ramyarî

Şêx Zeynî, me pirr bîra te kiriye!

ÎBRAHÎM GUÇLU · 05.11.2010 · 2 dîtin

Şêx Zeynî, me pirr bîra te kiriye!

Şêx Zeynî, Zeynel Abîdînê Ozalpî yê Cizîreyî, di 11. 6. 2009-an de ji nav me koç kir, çû ser dilovaniya xwe. Di ser koçkirina wî re salek derbas bûye. Lê em hîn ji şoka mirina wî xelas nebûn. Lewra ew li Swêdê bi riyeke nexwezayî çû ser dilovaniya xwe. Min/me tu wext bewar nedikir, ewê bimire. Loma jî beriya ew biçe dilovaniya xwe, derfet nebû ku em ji hevûdu xatir bixwazin.

Ew, kesekî xwediyê karaktereke taybet bû. Ew, di hemandem de jî, di nav tevgera Bakurê Kurdistanê de kesekî rengîn, xwediyê nerînên nûjen û reformxwaz bû. Ew, karaketere wî ya taybet, derfet çêdikir ku li dijî statuparêzî derkeve. Loma jî, di jiyana xwe de kesekî bêîtaatkar bû. Zêde ji qanûn û pîvanan re rêzgirtî nebû. Ew kesekî dûrditî bû. Ew ji her kurdperwerekî zêdetir ji rewşa Tevgera Bakurê Kurdistanê, ji desthilatdariya PKKê ya li Bakurê Kurdistanê û kirinên wê, xemgîn bû.

Wî, ji bona vê yekê jî, ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê jinûve û gorî pîvanê nûjen, reformxwaz ava bibe, hewil dida. Wî jî dixwest ku li Bakurê Kurdistanê, mîsyona Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd Efendiyê Pîranî, îhsan Nûrî Paşayî, Seyîd Rizayî, yanî mîsyona tevgera 1925-an, Tevgera Agriyê û Dersîmê jinûve realîze bibe. Li hemberî tevgera jakobenî û otorîter, tevgereke civakî, demokrat, hevdem, reformxwaz, ji maf û azadiyên mirovî re rêzgirtî, kurdistanî û têkoşer ava bibe.

Hewildanên wî gorî vê armanc û ramanê diherikî. Loma jî Tevgera Bakurê Kurdistanê kêmasiya wî hîs dike û me jî pirr bîra wî kiriye.

*****

Min, Şêx Zeynî, di sala 1977-an de dema hevalbendê PDK-T/KUKê bû, nas kir. Wê demê PDK-T/KUK jî, encama pêla sosyalîzmê ber bi sosyalîzmê hati bû. Ew bi sosyalîstbûna xwe û em jî bi sosyalîstbûna KUKê gelek kêfxweş bûn. Lewra ji bona sosyalîstên Kurdistanê, sosyalîstbûna KUKê wek serkevtinekê dihat şirovekirin!

Şêx Zeynî, dixwest ku hem bibe kurdperwerekî baş û hem jî dixwest bibe sosyalîstekî baş. Lewra wî jî, wek her kurdekî sosyalîst difikirî, ku dema ku mirov bibe sosyalîstekî baş, ew kesa zêdetir dikare ji azadî û serxwebûna Kurdistanê re xwedî derkeve û dîsa dema ku kurd bibin sosyalîst, çareseriya pirsa neteweyî ya kurd hêsantir û bi lez dibe.

Dîsa ew jî di wê nerînê de bû ku sosyalîzm ilmî ye û îdeolojiyê din ne îlmî ne. Ji bona vê jî, divê pirtukên seydayên sosyalîzmê bên xwendin. Şêx Zeynî jî, ji bona ku bawerî bi soyalîzmê anî bû, pirtûkên seydayên sosyalîzmê dixwend. Heta dixwest ku wan hemûyan jêber bike.

Şêx Zeynî ji bona ku evîndarê Kurdistanê bû; difikirî ku Kurdistanê bi sosyalîzmê azad û serbixwe bibe, loma ji bona yekîtiya sosyalîstan li Kurdistanê, li derveyî welêt û li Swêdê jî piştî 12 Îlona 1980-yî jî hewil da.

Ew, piştî Darbeya Leşkerî ya 121-ê Îonê, li Başurê Kurdistanê bû pêşmergeyekî aza û jêhetî.

Wî, di salên dawî de, di nav Partiya Yekîtiya Sosyalîstên Kurdistanê (PYSKê) de cîh girt. Lê ew yekîtiya pêş neket.

*****

Şêx Zeynî, piştî demekê ji Swêdê vegeriya û li Kurdistanê bi cîwar bû. Ew ji bona wî biryareke dîrokî bû, ji bona tevgera kurd ya nûjên jî, biryareke erênî bû.

Dema ku Şex Zeynî hat li Bakurê Kurdistanê û li Diyarbekîrê bi cîh bû, dest bi xebateke aktîfî kir. Encama xebateke dûr û dirêj bi grubek siyasî yên kurdperwer û xwediyê ceribandin re “Inîsîyatîfa Partiya Kurdistanê” ava kir. Armanca wan ew bû, ku bi navê Kurdistanê partiyekê ava bikin û programeke kurdistanî bixin jiyanê.

Partiya ku ew difikirîn, partiyeke vekirî bû. Hezar mixabin ew hewildana wî û hevalên wî, girêdayî gelek sedeman neçû serî. Lê ev nexşereya wan jî, ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê gelek girîng bû; di xebata legal û vekirî de pencereke nû vedikir.

Şêx Zeynî, kurperwerekî nujênfikir û reforxwaz û têkoşer bû. Ew di wê baweriyê de bû, ku grub û rêxistinên Bakurê Kurdistanê di dema şerê sar de rolekî gelek girîng lêhîstin û xebatên gelek hêja pêk anîn. Lê piştî dema şerê sar van rêxistinan mîsyona xwe qedandin. Ji bona vê divê bi helwesteke nû, bi programeke nû, bi fikrekî nû, bi awayekî xebat û rêxistineke nû, tevgerandin pêwîst e.

Ji bona vê jî, kesekî ji grubçitiyê dûr bû. Bi her kurdekî û kurdperwerekî re xwediyê nêzikbûneyekê bû. Loma jî, ji her kesek û her grubek û her rêxistineke kurd re alîkar bû. Ew beşdarî her karekî kurdperwerî dibû. Wî, ji xebatên Komeleya Kurd a Diyarbekirê, HAK-PARê, Komeleya Ehmedê Xanî, KADEPê re alîkarî dikir û bi aktîfî beşdarî xebatên wan dibû.

*****

Li Bakurê Kurdistanê 84 siyasetvan û rewşenbîrên kurd dest bi qempenyaya “Tirkiye bibe federal û Kurdistan bibe federe” kir. Vê qempenyayê li Diyarbekîrê bi mehan, hefteyê pênc rojan û her rojê di navbeyna saet 16.00- 19.00-an de domand.

Bes li Diyarbekîrê di navenda PKKê de, dema ku bi xurtî “Komara Demokratîk” dihat parastin û li dijî serxwebûn û federebûna Kurdistanê dihat derketin, 56.000 îmza hat civandin.

Şex Zeynî, di vê qempenyayê de rolekî gelek girîng lêhist. Ew jî wek min û Xalis Nezan û Zahît Bozarslan, ew kesekî qempenyayê yê domdar bû.

Wek tê zanîn, vê qempanyayê di reya giştî de dengek mezin derxsit. Dema ku serîlêdana Meclîsê bû, ev qempenyaya bû qempanyayek navneteweyî.

*****

Tê zanîn ku Dewleta Tirk, ji bona ku Kurdistaneke serbixwe û azad ava nebe, hewil da ku rejîma seddamî û baasî nayê rûxandin. Lê Dewleta Tirk di hewildana xwe de bi ser neket.

Dewleta Tirk piştî rûxandina rejîma seddamî û baaasî jî, nexwest ku Irak bibe dewleteke federal û Kurdistan jî bibe federe û Kerkûk bi Kurdistanê re bê girêdan. Ji bona vê jî, li hemberî Kurdistana Federe siyaseta şer û dagirkirinê domand. Hebûna PKKê li Başurê Kurdistanê jî, ji bona xwe sedem nîşan da. Encama vê siyasetê xwe di dawiya sala 2005-an û destpêka sala 2006-an de 250.000 leşker li Bakurê Kurdistanê zêde û amade kir, ku êrişî Kurdistana Federe bike.

Min, Şêx Zeynî, Sedat Ogur, ji bona ku bala reya giştî ya dinyayê bikşînin ser vê pirsê, me biryar da ku di Gulana 2006-an de ji Diyarbekirê heta Xaburê bimeşin.

Ji bona vê me li Diyarbekîrê civîneke çapemenî pêk anî. Şiyara meşa me ya navendî, “Leşkerê Tirk ji Kurdistanê derkevin”/”Leşker vegere mala xwe” bû.

Piştî civîna çapemenî hêzên Dewleta Tirk îzin nedan ku em bimeşin û em binçav kirin. Pişt re dozgerê komarî lêpirsîna me meşand û hepiskirina me ji dadgeha cezayê ya giran xwest. Dadgehê jî biryara hepiskirina me da.

Em, 40 rojî di hepisê de man. Pişt re em derketin dadgehê û hatin berdan.

Dema di binçavkirin, lêpirsîna dozger û biryara girtina dadgehê de Şêx Zeynî wek kesekî leheng li ber xwe da. Di hepisxaneyê de jî, li hemberî berpirsiyarên hepisxaneyê gelek egît bû. Lê wateyek nedida hepisbûna me. Digot ku “ez careke din jî nayêm hepisxaneyê”. Lewra wî ya mirin û yan jî azadiya Kurdistanê fikirî bû.

Dema ku em li hepsê bûn, me bê minaqeşe biryara mişterek girt, ku em bi niviskî û bi naverokeke dewlemend parêznemeyekê amade bikin. Me parêzname amade jî kir û pêşkêşî dadgehê kir.

Di lêpirsîna dozger de min û wî bi kurdî nerînên xwe pêşkêş kiribûn. Encama wê jî diviya bû, ku em li dadgehê jî ev helwesta xwe bidomînin. Lê parêzerên me pêşniyar kirin ku ez û Sedat Ogur bi tirkî, Şêx Zeynî bi kurdî parêznameyê pêşkêşî dadgehê bikin. Me, ev pêşniyara di navbeyna xwe de kir biryar. Dema ku em derketin dadgehê, pêşî min parêznameya xwe bi devkî û niviskî pêşkêş kir. Pişt re jî Şêx Zeynî parêznameya xwe bi kurdî pêşkêş kir.

Di parêznameya Şêx Zeynî de wergêr bû pirsgirêkeke mezin. Du-sê caran wergêr encama şer û minaqeşeyan hat guhertin.

Şêx Zeynî di parêznameya xwe de bêsansûr bû. Şêx Zeynî li mala xwe, di civînan de çi nerîn dianîn ser zimên, li dadgehê jî ew nerînan bêtixub pêşkêş dikir.

Li Dadgehê jî, lehengî û kurdistanîbûna wî bi her awayî derket holê. Ew li hemberî dadgehê wek şêrekî bû. Bi nerîn û helwesta xwe jî, nûjen û reforxwaz bû û li dijî statuparêzî bû.

*****

Birayê hêja, piştî ku te ji nav me koç kir, li Başurê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê gelek bûyer qewîmin. Ez bawer dikim ku tu û hemû serok û têkoşerên Kurdistanê hûn li dinyaya nû, van bûyeran, dişopînin. Lê ez dîsa jî dixwazim bi çend xalan van qewimandina û rewşa heyî ji we re ragîhînim.

Li Başurê Kurdistanê ji aliyê aborî de guhertin û pêşketineke girîng pêk hatiye. Ji bona ku demokrasî kûr û fireh bibe hewildanek heye. Di navbeya hêz û partiyên Kurdistanê de wek em ditirsiyan, bi taybetî jî piştî ku di nav YNKê de beşbûn çêbû, em ditirsiyan ku şer biqewime, em tiştê nexêr, bi taybetî jî bi hewildana serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Birêz Mesud Berzanî, neqewimî û kurd bi vê yekê gelek kêfxweş in. Li Iraqê hilbijartina giştî pêk hat. Kurd, dîsa di encama hilbijartinê de ji bona hikumeta nû bûn mifte. Lê hezar mixabin çen meh in, hîn li Iraqê hikumet ava nebûye. Dewletê cîran û yên dagirker dixwazin bi her awayî mudaxeleyî siyaseta giştî ya Iraqê bikin. Emerîka û desthiladariya Kurdistanê, hem ji vê yekê eciz in, hem jî li dijî vê yekê têkoşîn dimeşînin. Pêwendiyên desthilatdarî û hikûmeta Kurdistanê, Tirkiyeyê ji berê baştir e.

Tu dizanî, pirsa Kerkûkê ji bona Kurdistanê û neteweya kurd gelek girîng e. Hezar mixabin hîn pirsa Kerkûkê çareser nebûye û ji bona Kerkûkê referandûm pêk nehatiye. Ji bona referandûma Kerkûkê jî, amadekariyek berçav jî nîne. Hemû kurd ji vê yekê û ji helwesta serokatî û desthilatdariya Kurdistanê ne rehet in.

Li Tirkiyeyê her çiqas hikumeta AK Partiyê îdia dikir ku dê “pirsa kurd” çareser bike, di vê pirsê de gaveke girîng neavêt. Di 26 xalên Makezagonê de guhertin kir. Di vê guhertinê de hîç mafekî kolektîf yê neteweya kurd jî, nehat pejirandin. Guhertinên Makezagonê bi referandûmê hat qebûl kirin. Di referandumê de li Kurdistanê du helwest qewimîn. Helwestek, helwesta PKK/BDPê bû, helwestek jî helwesta kurdên ji derveyî PKKê/BDPê bûn. PKK/BDPê, ji guhertina Makezagonê re got “boykot”, kurdên din ji bona demokrasiyeke giştî û dadgehkirina Darbeya leşkerî ya 12-ê îlonê, got “erê”. Di pêvajoya referandûmê de serokwezîr soza makezagoneke nû da û di encama vê de qenaatek çêbû ku di makezagona nû de mafên kollektîf yên neteweya kurd dê bê pejirandin. Hezar mixabin piştî referandumê, serokwezîr û hikumetê, bi xurtî li dijî perwerdayî ya zimanê kurd derketin û ew helwesta wan hîn jî dom dikin. Vê yekê jî, derxist holê ku makezagona nû, dê ji bona kurdan tiştekî nû nîn e. Makezagona kevn dê bi awayekî nû rutûş û serrast bibe.

PKKê rewşa xwe ya berê didomîne. Ne hewceye ku zêde tiştekî di derbarê PKKê de diyar bikim. Lê bes ez dikarim bibêjim ku Ocalan bi kurdan û neteweya kurd dilîze. Durûtî û riyakariya xwe didomîne. Ji aliyekî ve baş tê zanîn ku hebûna Ocalan û PKKê bê çek nabe, ji aliyekî de lîstika dev ji çekberdanê dilîze.

Di rewşa HAK-PAR û KADEPê de jî guhertinek tune ye. Li ser sîstem, hêjayiyên dema şerê sar yên jakobenî xebata xwe dimeşînin. Loma jî, nikarin ji bona tevgereke nûjen gav bavêjin.

“Lêgerîna Kurdên Demokrat” jî, ji bona tevgereke nûjen û civakî gavên girîng û xuyayî neavêtiye.

Me jî, grubek hevalan, di Hezîrana 2010-an de civînek pêk anî. Di wê civînê de rewşa Bakurê Kurdistanê û rewşa Tevgera Siyasî ya Bakurê Kurdistanê ji gelek aliyan de ji ber çav hat derbas kirin, şirove û analîz hatin kir. Di encamê de bîrûreyên hevbeş ji bona tevgereke nû derketin holê. Loma jî grubeke xebatê ji aliyê civîna giştî de hat hilbijartin. Vê grubê heta nûha sê civîn pêk aniye. Di civîna yekemîn de biryar hat girtin ku ev gruba xebatê li ser navê “Bizava Partiya Kurdistanê” xebata xwe bidomîne. Dîsa civîna yekemîn de reşnivîsa “Peymana Bizava Partiya Kurdistanê” bi yek dengî hat erêkirin. Di civîna duyemîn de peymanê şiklê dawî qezenç kir û biryar hat girtin ku nûha ji reya giştî re nayê îlan kirn, ku di danûstandinan de pîvana wekhevî pêk bê û tuxubên psîklojîk ava nebin. Dîsa di civîna dueymîn de biryar hat girtin ku bi “Lêgerîna Kurdên Demokrat” re danûstandin bê kirin. Lewra armanca lêgerînê û nerînên wê bi giştî bi me re nêzikî hev in. Ev danûstandina me, bi fermî şiklekî diyalogê qezenç kir. Di pêjerojan de ev dîyaloga dê bi çi metodan û bi çi xebatan dom bike, dê bi pêşniyarên herdu terefan diyar bibe.

*****

Emê, di 06. 11. 2010-an de li Cizîrê bên seredaniya te. Emê di vê seredaniyê de te guhdar bikin û pêşniyarên te werbigrin. Emê nerînên û pêşniyarên xwe pêşkêşî te bikin.

Birayê hêja, silav û hirmeta min/me ji hemû têkoşer û serokên Kurdistanê yên cîranê xwe re tu pêşkêş bikî, emê kêfxweş bibin.

Bimîne di xweşiyê de.

Amed, 03. 11. 2010


Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.