Kurdistan

Şêx Seîd û şehîdên 1925 a hatin bibîranîn

Zaxurani · 28.06.2010 · 2 dîtin

Şêx Seîd û şehîdên 1925 a hatin bibîranîn

Serokê serhildana 1925 û 47 şehîdên serhildan îro, li Diyarbekirê, li ber Camiya mezin, li meydana hatibûn şenikandin, hatin bibîranîn.

 

Di bibîranîna ji aliyê Grûba Dîalogê Dîcle û Firatê hat lidarxistin, wêneyên serok û birêvebirên serhildanê hatin hildan, gotinên wan yên dawî li ser pankarta hate nivisandin û di axavtina de hate xwestin ku cîhê gorên wan bêne eşkerekirin.

 

Weka tê zanîn alim û rêberê mezin Şêx Seîd, fermandarê serhildanê Xalidê Cibrî, rewşenbirê mezin Dr.Kemal Fevzî di 28.-ê hezîrana 1925 de, ji aliyê dewleta tirk ve hatibûn îdamkirin.

Çavkanî : Netkurd

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.