ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Eskerê BOYîK · 31.10.2008 · 2 dîtin
Sedsala yanzda, ji pey hatina Şîxadî ra, Gelyê Lalişê dibe merkezeke zanyarya Xudênasyê, xurtkirin, tomerkirin, rêk-pêkirin, nûjenkirin û pêşdabirina bîr û boçûnê ayîna bawarya êzdîtyêye. Salixyên, ku pirî hindikî gihîştye me, didine kivşê ku dema hatina Şîxadî (1073-1162 ) girtî heta dema Şêx Hesen, yan heta ferman û êrîşên serokbajarê Mûsilê Bedredîn Lûlû li ser Êzdiyên Şêxanê (1256 ), bawarkî 100-120 salî dijweryên hişk himberî Êzdiyên Lalişê û dora wê kêm bûne. Civaka Êzdiyan ra pirî hindikî hewa aşîtyane û mecalên hişyarbûnê, xwenasînê û efrandaryêye çê dibin. Serok, rêvabir, dîndar û zaneyên mîrtyên Êzdiyan, yên wê demêye bi nav û deng, dora mamostayê xweyî mezin dicivn, sirr, ruh û rengekî nû didin pîrozaya gelyê Lalişa Nûranî. Gerekê bi heqî bê gotin, ew dem, di nav dîroka Kurdên Êzdî da demeke zêrîn, ya gulvedana çand û mejû bûye û tu dema rêvabirya Êzdiyan ewqas xurt, zane û têgihîştî nîbûye çiqas wî çaxî . Ez naxwezim berê nivîsara xwe bidim pêkanîna wan guhestinên cîvakî: danîna hîmê hed û seda nû, li nav civaka Êzdyan da başqekirina çînan, rêk-pêkirina cejn, rê û rism, eyd-erefatan, mêrasîmên olî, pirsgirêkên aborî, guhertina navên xas û babçekan û karên din, xwestin û meremê vê nivîsara min ewe, ku guhdarya zanyar, lêkolînvan û rewşenbîran (ne ku tenê Kurdên êzdî lê temamya Kurdan) bikşînim li ser wê xizna edeba dewlemend e giranbiha, wan dur û cewahirên fîlosofî, ku 8-9 sedsal berê, gelyê Lalişê da hatine efirandin û mixabin ji sedemên cûrbicûr heta îro jî ji guhdarya rewşenbîrya Kurdî der mane, çawa pêwîste nehatine nirxandin û qîmetkirin. Bi gilîkî nebûne malê edebyetzanya Kurdî. Wê demê Gelyê Lalişê da komek qewlvan, helbestvan, fîlîsof, oldar û xwedênasên bi nav û deng, yen wek Şêx Fexrê Adiyan, Pîr Reşê Heyran, Pisê Cemê, Pîr Xidir, Pîr Hevînd, Şêx Mend, Pîr Şeref û hinekên din pêşda tên û edebyeteke kurdewarîye bi cûre û naveroka xwe barkêş bi zimanê kurmancîyî xweş xizneke mezin qewl, beyt, due’a, destan, qasîde, çîrok, xizêmok, payîzok û cûrên edebêye din bi mêlodî û miqam, bi felsefe û hunureke edebîye bilind dihûnîn, pê heykelê felsefa ola Êzdîtyê ya kevnar bi zanyarya xwedênasyêye bê qisûr dixemilînin. Bi bîranîn û salixyên oldar û a’limên bawarya Êzdiyatyê hesabên wan berheman pir mezin bûye. Dibêjin dema Şêx Fexir devedevî 11 hezar qewl, beyt, qasîde, çawa niha nav dikin, têkstên bawarya êzdîtyê hebûne… Vê demê pey zulm û zor, rev-bez, koçberî, ferman, qir- bir, komkujyên dewranaye xezeb ra bi gotina zanyar- êzdîzanan ji wan berheman tek nêzkaya 200 î mane. Ev edeba giranbiha, ku evden Êzdî bi xûna xwe û zarokên xwe 8-9 sedsal sîngê xwe da parastine, ji qedexe, zulm û xezeba dewrana xilaz kieine, eger hêjayî guhdarya anegor û lêkolînên zanyaryêye bibin, edebyetzanya chanê ra bên nasandin, ne ku tenê wê nav-dengê layîq edeba Kurdî ra bînin, dîroka wê çend sedsala pêşxin, lê wê bibin heykelekî edeba cihanêyî nemir. Ew edeb xêncî oldaryê usa jî gelê Kurd ra heykelekî dîrokîyî kevnar e, bi ziman, cûre, naverok û ruhê kurdewarî. Efrandarê wan berheman: qewlvan, helbestvan, fîlîsof evdne Kurdên êzdî bûne. Hinek ji wan li nav civaka êzdyan da ewqas hizkirî, bi nav û deng bûne, ku heta niha jî wan wek melek, xas dihebînin. Qube û gorê wan êzdiyan ra wek cîyên pîroz tên dîtin… Di nav wanda ye herî bi nav û deng Şêx Fexrê Adyan e. Payê wan têkstayî pirê, yên wê demê hatine hûnandin û ji wan yên gihîştine rojên me, ji alyê wî fîlîsofê dewra xweyî gewre va hatine efrandin, navê wî û şagirtên wî va girêdayîne. Li nava Êzdiyan da ew navekî pir pîroz e, wek Ferxedîn, Melek Ferxedîn, melekê hîvê tê naskirin, û gelek bîranîn, çîrokên hewaskar, efsene derheqa şexsyet, jîyan, zîrekî û zanebûnên wî da gîhîştine me. Şêx Fexrê Adîyan lawê Ezdînê mîr e ji binemala Şemsanyan. Di berhemên wî da navê dê, bav, bira û ewledê wî jî tên bîranîn. Raste salên bûyîn û kirasguhertina wî dîhar nînin, lê eyane ew dema Şêx Hesen (1257 kiras guherye) da jîyaye. Usane ew dem dikive salên. 1190 heta1260-1270 î.. Dema deshiletdarya Şêx Hesen, gava serokatya Êzdiyan ya civakî destê binemala Adanya da bûye, deshiletdarya olî jî dikeve destê binemala Şemsanya. Şêx Fexr tê bijartin wek Extyarê Mergê, Babêşêx. Şêx Fexr dibe Extyarê Mergê û Babêşêxî temamya Êzdyên cihanêyî ewlin. Qedrê wî ewqas bilind û rola wî ewqas mezin bûye, ku ji bo xatirê wî eger berê Sema dema eyda yekrêz dikşya wê demê vir da bûye durêz. Lêkolînvan Xêrî Bozanî lêkolîneke hêja li ser Şêx Fexir kirye û nîgarkirina nevsa Şêx Fexir ewqas rind û hêja daye nîşandan, ku ez nikarim tiştkî jê biguherim, çawa nivîsye ezê usan jî raberî xwendevana bikim: „Dewrêşê xwedênas, pêsojê eşqa manewî ya rêya îmanê, qelendar û extyarê ber derê qapiya mergehê, dîndar, aqildar, sohbetxweş, serkêşê dîwan û civatan, belevkar û rênasê ol û îmanê, xwedanê xeyal û endêşşa fireh, zaneyê gewhernas, melevanê deryayên: qewl, beyt, qasîdan, çirayê geş û bilbilê ser çîkên gelyê Lalişê, têniyê ava Zimzim û omedewarê ava kewserê, babçekê aştîxwaz…“ Berhemên Şêx Fexrê Adiyan ku gihîştine me ewqas bi pirs û pirsgirêkên felsefa xwedênasyê, dinêzanebûnê, xuliqandina cihanê, pêjdahatina jîyanê, sûr û sêrên xezayê, steyrknasyê, helaqetyên evda tev evda, tev xezayê, remê, îman û axretê, qencyê-xirabyê, bûyîn- mirinê, helalyê-heramyê û pirsgirêkên cude-cudaye din va dagirtîne, usa bi culet û xezayî cawa pirsa tê dayîn, ku meriv ecêvmayî dimîne. Pêra jî ew bi ziman, naveroka pir zelal, xezayî, tevara têgihîştî, cûre û ruhê kurdewarî hatine hûnandin. Gelek berhem, tê bêjî ji bo vê demê hatine gotin, piranya pirs û pirsgirêkan ji bo niha jî aktûalin. Gelekî hewaskare cûre, teqil û mêlodya berheman, kêşesazya helbestan. Dema ew tên gotin tê bêjî meriv di nava hewake batinî-qudretî da rawestyaye. Qewlê Erd û Ezman, Zebûnê meksûr, Şêx û Aqûb, Meha, Dayîk û baba, Qiyametê, Padşayî, Qerefirqan, , Silavên Melek Fexradîn, Gêla çar ziman, Xudanê Malê, Omer Xala, Beyten Cindî, Bilbila û gelekên din berhemên Şêx Fexirin. Ji bo tu belge, bîranîn yan îzbatî ji bawarya êzdiyan, ya berî dema Şîxadî nemane, edeb, bîr û boçûnê wê demê mera li nava teryê danin. Gelo ji van têkstên gihîştine me kîjan yê berî dema Şîxadî ne? Yan di nava yê kevn da çi guhestin hatine kirin?... Kîjan nû hatine efirandin? Ji mera bi rastî jî e’yan nîne wan zanyar, oldar û qewlvanan çi guhestin kirine di nav zanyarya wê bawarya kevnar. Ev pirsgirêk e û hewcê lêkolînan e. Dibe hinek pirsgirêk, ( fikira mine) hinek fikir, ku nava ulmê bawarya ezdayetya berî dema Şîxadî da ferih nedihatin makkirin, sergirtî dihatin gotin û ji alyê ol û oldarên deshilat û dagerkir va dijî êzdîtyê dihatine xebatê, ji alyê wan zanyara va hatine xurt kirin, zelalkirin, fikir, cûre û ruhê zanyarya dema xwe dane wan. Çawa di nav naveroka bawarkî temamya têkistên bawarya Êzdiyan, ûsa jî bi tebyetî berhemên Şêx Fexrê Adiyan da pirsa here sereke xudênasî ye. Hebandina Xwedê digihîje asta here bilind û ew dibe bingeh, hîm li ser bîr û boçûnê vê olê tên avakirin. Dema meriv Qewlê XUDANA (Padşayî) dibihî tê bêjî oldar û Xwedênasê mezin: wek beşerekî nemir li nav hatin çûyîna dewrana, dem û wedê bê destpêk û dewî da rawestyaye merivayê ra methê Rebê Jorîn, Padşê xwe, Xwedê xwe dide: Padşê min hostaye Dinya her pê avaye, Cîyê wî li hemû erdaye. Padşê minî nûre, Ewî ji me re neyî dûr e Li erd û esman behrên kûr e. Xwedê xuliqdarê her kesî û her tiştîy: „Padşê min dinya çê kir, bi hed û sed lê kir, benî adem têda xenî kir“. Şêx Fexr pêxember, xas û babçekan himberî Xwedê nake, weke Xwedê nabîne: „ Padşê min rebê Silêman e…“ „ Babê nebî Birahîm Xelîl e, bo Xwede xwe kiribû dexîl e, qurrbanya xwe kiribû Simayîl e.““…rebê Mûsa û Îsa û Mihmed e…“ „…rebê Şêxê min î Adîye…“ Padşê min Rebê alem e, rebê jorîn e, rebe heqyye ye, rêber e, xudanê miraz e, rehim e, rêya Xwedayê min raste, kîna kesî li ber tune… Xwedê hezar û yek nave, bê heval û bê şirîke, erdek tune ku hukumê Xwedê lê nîbe. Her kes bê nhêrandin reng, bawarî, ziman evdê xwedêye,. emelê wî ji alyê Xwede va tê dîtin. Cihanêda evdê bê xwedê tune. Erdek nîne ku hukumê Xwedê lê nîbe (Qewlê Şêx û Aqûb) bêyî hukumê Xwedê pel jî li ser darê naheje. Xwedenasî di vê bawaryê da xezayî ye, suruştî. Tawisî Melek melekê qencyê, remê, xweşyê ye. Melekê ewline, ku ji alyê Xwedê va ji durê hatye efirandin: Reyîsê Melekan e… Di bawarya Êzdiyan da Tawisî Melek melekê Xwedê ye, pey gotin û bawarya Xwedê diçe. Xêncî yekîtya Xwede, û ebûbeta Xwedê ew tu kesî, tu tiştî ra ebûbetê nake… Qewla Çarşema Sor da wa tê gotin: „Carşema serê nîsanê, gul û çîçek hatine meydanê, Tawisî Melek reyîsê îmanê.“ Tawisî Melek di nav bawarya Êzdiyan da pîrozaya here bilind e, sond e, due’a ye, îman û axret e, hinek têkstada wî digihînin asta Xwedê. Anegorî vê bawaryê ruh li ser dinyayê pêşdaçûyîna mecalên suruştî, matêryalî pêşda hatye. Qewlêda wa tê gotin: Padşê min kinyat (dinya) ava kir ji durr cewher e Sipartibû her heft surrêd her û her e, Tawisî Melek kire serwer e. Yan „Padşayê minî cebar e, ji durê efrandin çare, ax e, û av e, û baye, û agir e…“ Têkstên edeba Êzdiyan da pir besa durê û teqîna wê tê kirin û wê va efrandina dinyayê, li ser peydabûna jîyanê tê girêdan. Qewlê Şêxûbekir da tê gotin: Ka dirr ji padşêye ya padşe ji dirrê ye, Aşiqê arîfê zane, werin ji min ra bidin beyan e, Dirr text e û padşê lê girt mekan e… Dua’aya bawaryê da wat ê gotin: Xwedê bawirî çê kir Nod neh reng pêra virêkir, Bi wê bawaryê xwe ji nava durrê cigê kir. Bawarya Êzdiyan da Padşa ( Xwedê ) beramberî Xezayê tê kirin. Ew efrandarê dinyayê, steyrka, erş û esmên e… Çi li galaktîkayê da heye efrandar Xwedêye. Ewî jî dirrê ev dinya, ev jîyan avakirye. Têkstada bi kûrayî felsefa efrandina dinyayê, mirin-jîyanê, qencyê-xiravyê, xêr û şer tê kirin…Felsefa yekîtya erd û ezmên, di qewla Erd û Ezmên da nava cûrekî sade û kûrayîke zanyarîye usa zelal tê dayîn, ku tu şik nayê navê… Roj bawarya êzdîtyê da pîroze, ew kanya xuliqandinê ye, nîşana ronayê, zayînê, jîyanê, germê û xweşyê ye. Pîrozaya wê digihîje asta hebandinê. Di nava Êzdiyên Rûsyayê da sonda here mezin Şems e, yanê roj e.Tevî hebandina rojê di bawarya Êzdiyan da usa jî pîrozaya hîvê, steyrka, êgir, axê, avê, esmên, ba, baranê, birûskê, renga, heta xweyîkirina heywên, bêcerkirina axê jî cî digrin. Ez vê gotara kurt da nikarim hûrgilî li ser her pirsên wê edebê rawestim, berheman teva analîzkim, her berhemek, bi naverok, pirs û pirsgiêk, ziman, cûrê û serecema xwe va kare bibe bingeha lêkolînên zanestî. ***Bi gilîkî, sedsalên 11-12 da bi nûjenkirina ayîna ola êzdyatyê, rojhilatê da hîmê zanyarîke xwedênasye xurt dihate danîn, dibe kitêba Pîroz jî dihate nivîsar… Nav-deng û qedrê bawarya Êzdîtyê bi şexsyetên Şîxadî, Şêx Hesen, Şêx Fexrê Adyan û hevalbendên wan ji hidûdên Lalişê derdiket, bajarên wek Helebê, Şamê, digihîşte Tewrêzê, welatê Serhede û cîyên din da bela dibû, hesavê bawarmendan zêde dibû. Hinek civak, şexsyeta berê xwe didan Lalişê û bi bawarî, rezadilî diçûn digihîştine wê civakê…Nûjenbûn û xurtbûna êzdîtyê li ser rêya dagerkirina Kurdistanê û helandina Kurda di nav ereba da ( wek gelek gel û civakên din) bi rîya olê, dibû kelemekî xurt. Bi serkêşya serokbajarê Mûsilê Bedredîn Lûlû ereban êrîş birin ser Lalişê, ku wê merkezê nava xûnê da bipelçiqînin û bi zora şûr wê astengê ji ser rêya dagerkirina xwe rakin. Wî zalimî sala 1254 a êrîş bire ser Ezdiyan, Rêvabirê wan: Şêx Hesen girt kire hebsa Mûsilê, hebsê da jî kuşt, gora Şîxadî vekir û hestûyê wî şewitand. Bi deha hezara evd hatin qirê. Çi anîn serê a’lim, zanyar û oldaran ne dîhare. Ji pey ra êrîşên kokbiryê dane pey hev… 8 sedsalan da, bi hezara êrîşên hovane, yên kokbiryê, yên ji hev xezevtir, ji hundur û derva anîne ser Êzdiyan, êzdiyatî çiqas çû biçûk û kêmhêz bû. Êzdîtî welatê wê da bêcî û herm hate dîtin. Zîyana mezin gihîşte wê edebê. Ji tirsê Êzdî mecbûr man rastya xwe dizîva xweyîkin û li ber xerîba surra bawarya xwe venekin… Dora wan hewake nebawaryê ye usa çê bû, ku ne wan bawarya xwe kesî tanî, ne jî kesî ji wan bawar dikir, rastya wan jî nedixwestin bibihîn… Cîyê ku şûrê neheqyê dewsa rastyê dişxulî, edî Êzdiyan wê jî ku karibûna bi dengekî bilind rastya ola xwe cihanê ra bigotana, xwe bi rasîya felsefa bawarya xwe biparastana, ji êrîşên zalim, cahil û nezanan xwe xweyîkrana? Gilî gihîşte wur, qelem, defter, kitêb, xwendin, nivîsar ku di nava têkistên bawarya Êzdiyan da erênî tên ecibandin, evdên Êzdî bere-bere ji wan kûvî bûn, ji alyê oldara va ew heram û qedexe hatine dîtin . Sedsalên 18- 20-î hewaskarya zaneyên Awropî, rojhilatzanya cihanê berbi Êzdyan û êzdîtyê mezin bû. Nivîskar, rêwî, dîplomat, zanyar-rojhilatzan dihatin Kurdistanê, ku rastya vê ola kevnar bihisin, wan bi çavê xwe bivînin û wê sirrê li ber dinyayê vekin… Vê carê jî oldar û deshiletdarên gelên cînar yên xirîstyan û îslam ketine dewrê. Ji bo oldar û alimên Êzdiyan sirra ola xwe, rastya xwe dîhar nedikirin…Keşîş û melan, serekeşîran derheqa Êzdiyan da çiqas nerastî, derew, qerf û qar zanibûn wek rastiya ayîna dînê êzdîtyê wan zanyara ra gilî dikirin, wan jî dinivîsîn û cihanê bela dikirin. Êdî ez navêjim ji wan nivîskaran gelek misyonêr bûn, armanca wan jî ne ku dîharkirina rastya olê lê qulibandina Êzdiyan bu. Heta niha jî, gelek cara, bi wan şer û şiltax, nerastya bawarya Êzdyan dinyayê da tê naskirin. Û gelek ji wan nerastyan pirtûkên zanyara da îro jî wek rastî diwekilin. Usane nivîsarên biyanyaye derheqa Êzdiyan da nerastî, kêmasî pirin… Nivîskar, zanyar lêkolînvanê êzdîtyê va mijûl dibin gerkê bi çevê rexnegiryê wan nivîsaran binihêrin û paşê lêkolînên xwe da bidine kêranîn. Tek dewya sedsala derbazbûyî, yan weke 35-40 sal berê, bi astengyên mezin, ji zarê a’lim û qewlbêjan nvîsîna wan têkstan rewşenbîrên Kurdên êzdî ra li hev hat. Oldarên êzdiyan nivîsîna wan têkstan gunekî pir mezin hesab dikirin. (Heta niha jî gelek qewlbêj bi tirs nêzîkî nivîsînê dibin û nahêlin zanebûnê wan bêne nivîsar). Cara ewlin li Kurdistana Başûr êzdînasên bi nav û deng Pîr Xidir Silêman û Dr. Şêx Xelîl Cindî , Weietê Sovyêta berê da jî Dr. pirofêsorên rojhilatzan Qanatê Kurdo, Ordîxan û Celîl Celîl hinek têkst weşendin. Ji wê demê virda karne pir hêja di warê berevkirin û lêkolînkirina wan têksta da hatine kirin. Lê hê jî edebetzanya kurdî haj wê edebê tunene. Niha, bawarkî ew xizna edeba kevnar hatye berevkirin. Pêwîste niha çevê me Kurda vebin û em qencî-xirabya xwe bizanbin, qatî hebûna gelê xwe bibin. Niha pêwîst bi xemxurî û bê qelpî, berçevkê olî ji ber çevê xwe bidine alîkî, ji kara çanda gelê xwe berbirbirî wê xizna edebî bin. Em gerekê zanyar, zimanzan, edebyetzan, nivîskarên me lêkolînên zanestî ser wan bikin, wan qîmetkin û bi hêjayî binirxînin. Em: Kurd çawa bi xemxurî nêzîkî edebyeta Kurdaye kilasîk ya sedsalê navîn dibin, ûsa jî gerekê berê xwe bidine vê edebyeta çend sedsal ji ya kilasîk kevntir. 14. 04. 2008 Çend berhemên Şêx Fexrê Adiyan: Qewlê Miskîno jaro Hey benî AdemoMiskîno jaro Ademo Ev diniya mestexaneyeWek xewna şevayeHer roj yara hinaye Ka Şilêmanê hukim dikir?Ka Bilqîza nav dikir?Tu jî xweş bî ewan diniyaJi xwe re terik dikir. Ka Silêmanê pêxemberan?Ka Bilqîza bi zêrê zeran?Tu jî xweş bî, ew jî çûnNav ax û beran. Kanê Xidir kanê Elyas?Kanê derwêşê tizbî û wekaz?Tujî xweşbî, ew jî dinavAxê de kirin qeyas. Benî Adem li vê diniyayê mebe temaVî zêr û malî gelek meke cemaDiniya bo resulê Xwedê nema Ev diniya erdê derwêş eTêda di gerin cimle cêş eKesek bi nefisa kibar naçe pêş e Mala gorê çende tarî û çende kûreTijî mare tijî mûr eYa rebî tu dikarî dû aşiqan ji yek bikî dûr e Werin werin xizim û lêzimWê gavê giriya me bêDax û sed kovan û keserXelikê şêrîn lêvên şekirNema bidin xeber Qewî giriya me bêHizin û girî bê fêde yeGor û kefen mala me ye Me girî, me nalHêstiran ji rûyê xwe bimalEv diniya bo pêxemberê Xwedê nema Werin werin lezim werinEmê îro gelek bigirînXelikê mêrga heciya ew mîr dikeXêr û şeran xefir dikeDaxa dilan bapîr dike(Daxa di dilan de pîr dike) Qewlê Dayik û Baba Menid ji şex Fexir pirsîyeTu bi heqî key îlahiyeIrkana mêrê êzidî çîye ....Fexir wê ban dike surreJi keşkula xwe tîne der durreJi mendê xwe re dihûne û vediçirre .... Firwarek hat ji ‘ezmanaRêûrisim û hed û sed bo me dananeYek ji wan , wesiyeta dayik û Babane ....Firwar hatîye ji ba melekê celîlLi hemû wexta li hemû bedîlJi berî Isa û Musa û Birahîm xelîl ....Firwar hat ji ba تzîdê soreBi emrê wî lêda moreLi emrê wî bi weste û lê nebore ....Hizra xwe bike li vê dinêBi emrê pedşayî bi tinêEwî dana Bab, ewî dana Dê ....Ez di bêjme we : hûn nekin ji bîrEz di bêjme we : xelkê êrifî zana yî jîrHûn çu cara bêy Dayik û Baba nekin tekbîr....Li ser te ye danaye heqeLi gel Dayik û Baba neken axaftina reqeDa ser û ziman li ser we nebin şeqe ....Kesanê dilê wan hişteEwî dilê terîqeta xiwe ji xwe hişteLi axretê yî bê pale yî bê pişte ....Heqe tu li wan bikey silaveغ zîyaretî bî li desit û çaveLi hemû suba li hemû gava ....Yî şikestîye destê ser rabîLi dinê û axretê tena nabîDê di agirê dojê de terrabî ....Ew pîsekî sefîl yî rû reşeEw gayekî şaş yî beşeMêrê bê Dayik û Baba gava xwe pavêt û bi meşe ....Neh meha tû xudan kirîJi av û agir tû dûr kirîXewêt şeva li xwe heram kirî ....Bab li erda hostayeMal bi wî ye rawestayeTa’eta wî ta’eta Xudaye ....Heke tû çil çilî bi rojî bîHeke tû çilêt dî bi micade û ebadet li pê bîFêde nake tu ne li ta’eta Dê û babê bî ....Heke tû dilê Dayê şayî nekîغ dilê Babê tena nekîFêde nake , heke tû sed salî ebadet bikî ....Heke Dayik û Bab ji te nebine razîTû çend bikî hawar û gazîTû çu cara miraz nabî ….Ne bêje tû Deykeke pîrîغ bê hizrî bê bîrîHeke bi wê Deykê nebe , tû naçiye dîwana mîrî ....Ne bêje pîremêrekî kaleغ zergûnekî bê haleHeke bi wî babî nebe , tû naçiye dîwana Xwedê te’ale ....Ew gava nesax di binEw bê desit û pê dibinCayize hingî di xizmet da bin ....Bi destî bigire bi gêrreBi Lalişê ve bi hinêreRehmekê vêre bi bêre ....Vêre bi de xêreغ du’ayekê bike ji melekê cebêreDa tû şermezar nebî li gel melikan û mêre ....Ev qewla Bedelê Feqîr Hecî ji cem qewilzanê hêja MERWAN BABIRI li meha nîsanê 2006 li bajêrê Oldenburg nivîsîye. Gotinêye kû wî jî ELI BABAŞتX wergirtiye . Qewlê Qiyametê Rojekê ji rojan dibîTerqîn li erşan dibîXebare li çiyan dibî Suniye li behiran dibîNe kesê kesan dibîNe babê pisan dibîEwê rojê xelikê zalim,li wê derê nuqisan dibî Ew bû roja dijiwar dibîKursiya pedşa li xwar dibîQazî bi xwe cebar dibî Ne sed xwezî bi ruha enkar dibîSed xwezme bi ruha ehil qiriyar dibî Ew bû roja mezin dibîQazî bi xwe kerîm dibîXelik hemû xetxwîn dibîEwê rojê ne sed xwezme bi wê,ruha derewîn dibî Ew bû roja li wê dibîKursiya padşê li erdê dibîQezî bi xwe Xwedê dibî Sed xweziya wî mêrî kar û emelê wî çê dibîHerkesekî kar û emelê wî vedibîHey nebî ha nebîHebîbî ya rebî(Dilovanê yarê bî)Himeta seyda nebîMe û hazir û guhidaran,li ber dîwana Şîxadî û melik Şêxsin hebî.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.