ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat Badikî · 19.03.2009 · 2 dîtin
Berêz Mam Celal sîyasetmedarê Kurd ê herî bi nav u denge li na qada navnetewi. Hemu Kurd Berêz Mam Celal naz dike. Min çend car Mam Celal li Başurê Kurdistan dît. Carek jî Li Mala Rehmetîyê Cebbar Ferman me bihevra xwarên xwar. Berêz Omerê Seyid Elî jî wek me mivanê Berêz Cebbar Ferman bu. Bi rastî qed u xebata Mam celal li têkoşîna serxwebuna Kurdistan balkeşe kes nikare, rol u girîngîya Celal înkar bike u çavê xwe li bigre. Mam Celal, piştî aş betelî bi alîkarîya Komala Rencderan ( Ev serdem li bajarên Başurê Kurdistan hêza herî xurt bu) carek din agirê serhildan u berxwedan, li Başurê Kurdistan bilind kir.serkirdEn Başurê Kurdistan demê li Çiya bun, bi xeyala Kurdistanek serbixwo, yekrêzî, azadî, demokrasî, dadperwerî, yeksanî şerkirin li dijî Dagirkerên. Lê sed heyf u mixabin pêştî serhildana 1991, 3 sal şunda YNK u PDK helwestên xwe ên ji bo Kurdistan ji bîr kirin kentin sînga hev u şerê bira kujî destpêkir. Bi hezaran Xortên Kurd bun Kurbanîya berjewendîya Serkirdên Başurê Kurdistan. Bi sedan xort li şerê Birakujî da bêser u şun bun. Hejî PDK u YNK nikarên bersîva dayîkan bidin. Li alîyek xweşî li alİyên din nexweşîyek mezin hebu.Piranİya Kurda ji bo xatirê, ji bo Berjewendîyê Kurdistan çavên xwe girtin. Hinek pênusfiroş ji bo berjewendîyên xweyên taybetî pir tiştan berevajo kirin u hejî dikin. Ev cara yekemîn bu, dema zêrîn ji bo Kurd destpêkiribu.lê mixabin ên li dijî zulm u zordarîyê şerdikirin niha bune asteng.Pêştî xerakirin u têkçuna rejima Saddam carek din xelkê Kurd li çat alîyê dunya, bi kêf u şadî, pêşvazîya têkçuna Saddam kirin. Em hemu Kurd dilxweşbun, hevîyek mezin çêbu u em bi coşek u hevîyek mezin gav havitina bingeha Kurdistanek serbixwo dikir. Hemu rewş ji bo gav havêtina bingeha serxwbuna Kurdistan xweşbu. Encamên rapirs u referandum ji zelal bu, kû % 98' e xelkê me serxwebuna Kurdistan dixwest.Hevîyên me li Baxda bu Qurbana Berêz Mam Celal u Kek Mesud!Pêşîyê Axa Kurdistan, gund u bajarên ( Kerkuk-Musul) Kurdistan danîn ser mêza Kumarê u paşê dev ji avakirina mala xwe berdan. dev ji hezaran pirgirikê Kurdistanê berdan, ketin derdê avakirina Baxda u İrak. Mam Celal Bu serokkomarê İrak hemu Kurda bi kêf u şahî pêşwazî lê kir, lê kesek nizanibu kû dafêk li pêşiya Kurda hatibu dayin. PDK jî dixwest Mam Celal bibe serokkomar,Ji bo kû Başurê Kurdistan têxe bin kontrol u bandora xwe.Demê Mam Celal bu serokkomarê İrak felaketa Kurda destpêkir Mam Celal u Kek Mesud bun İrakçî, Her çika Kek Mesud carna divê '' Devleta Kurdi mafê meye'' lê hemu xebat u çalakî ji bo avakirin u xurtkirina dijmina ye. Mam Celal Dest bi propaxanda bê imkanîya Kurdistan kir. here kêderê, here Baxda, Tahran, Enqere yan Şam, ji bo dilê dijmina xweşbike li gorî dilêwan diaxife. Me digot ev taktîkên, lê derket holê kû ev ne taktikên. Şoreşger u welatparêzên do ê Çiya, bune İrakçî u bune berjewendîperest, gendel u bertîlÇi. Sed heyf u mixabNewroz`a hemu Xelkê Kurdistan Pîroz be.Rojhat Badikî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.