ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
newroz · 08.03.2005 · 2 dîtin
Endamê Parti Dimoqrata Kurdistana Bakur ( Tirkîyê )
Mela Cehferê Tetwani çu ser dilovaniya xwe.
Mela Cehfer di pazdeh saliya xweve heta iro ji riya doza kurdistanê derneketi ye û Kurdperiwereki gelek jir û pak û jêhati bû.
Di nava civat û komên welatparêz û kesayetên bilind wek Hemreş û Duxtor Nuredin Zaza û Osman Sebri û Resû Zilan de mabi û hatibi naskirin.
Rast û dirustê rêbaza serokê neteva Kurd Mistefa Barzani yê Nemir bi.
Xudê rihê vi şad bikê di nav baxê behişta xwe li rex milê Barzaniya.
Bi navê hemi havalan û dostên xwe ji buna malbat û hemî xizm û mirov û heval û dosten wî sersaxiyê dikin.
Her sal wek vê rojê salvegeriyâ wi bi bîr tînin.
Aha Kurdistan dilê te de ma
Gelek xem kişand bi sal û dema
Wekî te gelek heval vê rê çun
Me hêstirên çavan ser wekirin xun
Bîra me de yî heta em saxin
Geleki kul û derdên te dixûn
Nav gul û kulilkên zozanê xwe
Nava bax û bûstan û dehlên xwe
Têye te bêhna sunbul binefşa
Nêrgiz û sosin û beybûn geşa
Wek kulilkên dora hewzê kewserê
Li wê gura axretîya xêrê
Silav li ser te hevalê her sax
Diplêt jêli li ser te dikê ax
06.03.2005
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.