ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Xebatkarên Newroz Comê.. · 31.12.2006 · 2 dîtin
Kurdan dîsan saleke pirr tijî bûyer şûnda hîst.Îsal dîsan Kurdên Başûr û ew destkeftên ku piştî Raperîna sala 1991ê rojeva hemû Kurdên cîhanê destnîşankirin û bûn qibleya hemû Kurdan..Cîhana Kurdan, bêyî ku Başûrê Kurdistanê û ligel Destûrê de facto serxwebûna wê bidin berçavan û zîyanekê bigîhîjin wan destkeftan qet gavekê navêjin.Kurdistana Başûr bi sazîyên xwe netewî ve ev çendîn salin ji alîyê ramyarî, çandî û zimanvanî ve serokayetîya hemû Kurdan dikin û di van salên dawîyê de jî ji alîyê aborî ve bala hemû Kurdan dikêşîne...Îro hêzên sîyasî ên Kurdistan Başûr li gel hinek handîkapên xwe jî , dîsan dewra motora doza Kurd dilêyizin..Hemû Kurdên cîhanê xeyal, xewn û hevîyên xwe bi Kurdên Başûr û serokayetîya wan û pengavên wan ve girêdane..Ev yeka hanê ji alîyê hevkarî û piştgirîya netewî ve ji bo Kurdên Başûr avantaj e.. Lê, ew di bermudeya sêkoşe a şeytanî, a Ereb, Tirk û Farisan de mecburin bi tenê keşta xwe bajon û xwe azad bikin... Ji ber vê yekê jî ev yeka hanê ji bo wan dezavantajekî mezin e..Ji ber ku Kurdistana Azad hêj jî ji alîyê hemû cîhana Erebî û îslamî ve wekî kînorek e û pêwîste serê wê bête jêkirin.. Kurdistana Başûr bi sîstema xwe a laîk, demokratîk û azad ve xewna hemû hêzên statukoperest ên deverê direvîne,Wê dema em li ser devera xwe rawestin, dikarin bibêjin ku sala 2006 bû gorapana şerê ramyarî, leskerî û dîplomatîk di navbera Kurdistana Başûr û dujminên Kurd û Kurdistanê de...Kurdên Başûr bi sedema şert û mercên neguncav ên deverê û navnetewî, mecbur man bi Erebên Iraqê re li ser „bingeha federalîyê“ „yekîtîyek bi mecbûrî“ pêkbînin..Di vê yekîtîya mecbûrî de Kurdên Başûr, hewl dan hêzên Peşmergan wekî hêzên parastina Kurdistanê bimîne , sazîyên netewî wekî Parlemana Kurdistanê, Hukumet û Serokayetîya Kurdistanê biparêzin û berdewambin, desthilata hukumeta Kurdistanê li ser dewlemendîyên sererdê û binerdê ên Kurdistanê mîsoger bikin, % 40 axa Kurdistanê a hêj dagirkirî wekî Kerkûk û deverên din li gor maddeya 140 vegerin li ser axa dayîkniştimanê wekî xetên xwe ên sor destnîşankirin...Sala par Kurdên Başûr gellek hewl dan ligor Destûrê ev xalên li jorê baskirî bên cihbicihkirin. Lê hêj jî li ser peywendîyên Peşmergan û hukumeta navendî û li ser înîsîyatîfa dewlemendîyên binerdê ên kurdistanê guftûgo berdewam in. Di derheqa pirsgirêka Kerkûkê de hêj gavên ciddî nehatine avêtin.. Parlemana Iraqê li roja 17.06.2006 biryara lijneyek ji bo cihbicihkirina maddeya 140ê da, lê hetta niha ji bilî 3 nivîsgehan qet tiştek nehatîye kirin.Li gor Desturê pewîste meseleya Kerkûkê di sê qonaxan de, ango bi rêya asayîkirina rewşê , serjimêr û rapirsîyê ve hetta meha 12‘an a 2007 çareserbibe..Bi wateke din Ereban bi dirêjîya sala 2006‘an hewldan û karîn Kurdan xerîkbikin.. Lê bi dirêjîya sala 2006 an de şerê navxweyî ê di navbera Erebên şî’e û sine de her kûr bû... Derfetên di çarçoweya dewletek federal de bi hevra jiyanê roj bi roj kêm bûn.. Rastîya vê rewşê di nav ref û rêzên hêz û kesên welatparêz ên Kurdistanê de hêvîyên mezin peyda kir, ku xwe ji vê yekîtîya ne arzûmendane û ferzkirî azad bikin. Ji ber vê yekê ye , ku pesindkirina Destûra Kurdistanê hate şûnda avêtin.Lê, dujminên Kurd û Kurdistanê vala namînin. Dewletên Tirk û Ereb û Farisan hemû îmkanên xwe seferberkirine ji bo nehiştina destkeftên Başûrê Kurdistanê ku bi xwîna sedan hezaran şehîdan hatine destxistin.. Heke di vê yekê de sernekevin jî hewl didin van destkeftana lawaz bikin.Hemû hêzên statûkoperest ên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî hêzên dagirkerên Kurdistanê hewl didin tayê terazîya sîyasî li Iraqê li dijî hêzên demokratîk û azadîxwaz û bi taybetî jî li dijî Kurdistana Azad biguherînin.. Ev hêzana ji alîyekî ve hewl didin şerê navxweyî geşdikin ku ji bo ew bernameya Amerîkî ji bo deverê sernegire; ji alîyê din ve jî xewna Iraqa kevn, lê lawaz û bê Saddam dibînin..Ji bo lekolîna rewşa Iraqê û çareserîyên şerê navxweyî li Iraqê ji alîyê desthilatdarên Emerîkî ve çend lijne hatin pêk hatin.. Yek ji wan lijneyan bi navê Lijneya Baker û Hamilton tê nasîn... Li şeşê meha 12‘an vê lijneyê rapora xwe, a bi perspektîfên Tirkîyê, Îran, Surîyê û S. Erebîstanê ve hatiye nivîsin, di rûpelên dîrokê de ê wekî „belgeya îxanet li Kurdan“ bête tomarkirin, pêşkeşî Serok Bush kirin.Bi navê gelê Kurdistanê, Serokê Kurdistanê, Parlemana Kurdistanê û serokê Iraqa Federal nerazîbûna xwe nîşandan û rapor ji binî ve redkirin. Gelê Kurdistanê nerazîbûna xwe beramberî vê bernameya îxanetê a programkirî wekî wekî reaksîyana lêhîyê nîşan da.. Serokê DYE mecbûr ma bi Serokê Kurdistanê û Iraqê re bi telefonê qisebike û bibêje „ez nerazîbûna gelê Kurdistanê têdigîjim“.. Piştî vê yekê jî Mam Celal û Kek Mesud bi hevre nameyek di derheqa nerazîbûn û metirsîyên gelê Kurdistanê ji bo Serokê Emerîkî nivîsin.. Di bersiva xwe Serokê Emerîkî soza „ destlênewerdana destkeftên Kurdistanê ên destxistî“ da...Wekî gellek kes û der û dorên din, gelê Kurdistanê jî benda axivtina Serokê Emerîkî a li destpêka 2007an li ser sîyaseta nû a Emerîkî li Iraqê ye.Lê wekî rojê eşkere ye ku Kurdên Başûr dev ji ev destkeftên asgarî li Başûrê Kurdistanê hatine destxistin, bernadin. Ew dek û dolav û planên îxanetê di encama mîlyonan dolarên dujminên Kurd û Kurdistanê de hatine gerandin û amadekirin jî sernakevin .. Palpiştên dawîyê ên dagirkeran jî El Qaide ye...( vexwendina hinek layengirên El Qaide û fondemantalîstên îslamî ji bo Tirkîyê nûmîneyek baş e ji bo vê yekê....Ji bo ku Kurdên Başûr li dijî hemû ev hêzên deverî û navnetewî serbikevin û hinek bêhna xwe bidin, erka herî serekî Kurdên parçeyên din ê Kurdistanê, li şûna xwe tekoşîna azadîya Kurdistanê bilind û geşkirine....Lê sed mixabin, li Bakurê Kurdistanê beşekî mezin ji kesên çalak ên civata Kurd bi korane li dûv kesekî ketine, ku daxwazên netewî ên Kurd reddike, yekîtîya axa dewleta Tirk û milletê Tirk pîroz nîşandide, Kurdan ji Kurdayetîyê dûr dixe, jiyana xwe ji bo dayîna qerzên xwe beramberî Sererkanîya Tirkîyê terxankirîye....Kurdên din jî, hetta radeyek mezin atomîze bûne.. Ew qadroyên atomîze bûne jî bê piştgirîya gel di nav dinyayek piçûk de, rengên xwe diguherînin, destûrdayî û di bin kontrolê de ne. Ev der û dorana li cihê li gor rastîya Kurdistana Bakur şiklên tekoşînê hilbijêrin, navê xwe diguherînin, wênêyê vîtrînê diguherînin, bigel yekî din yekîtîyê çêdikin ku jiyana xwe a riwekî bidomînin..Heke kesek û grubek di nav ref û rêzên civatê de şûna xwe negire, ew hemû civîn, kongre û konferasên di jorên girtî de tên li darxistin, tenê dikarin ew kesên ku ew çalakî organîzekirine, têrbikin.. Wê dema pêvajoya wan têrbûnên piçûk jî derbasdibe, dîsan ji hevdu veqetîyan û hevgirtinên bêsûd tên holê......Pêwîstîya Kurdên Bakûr bi awayên û şiklên tekoşînê hene ku beşdarbûna gel mîsoger bikin.. Tevgera niştimanper a Kurdistana Bakur li sala 2006 an de nikaribû xwe rêkbixwe û bi awayekî ciddî serîhilde.. Dewleta Tirk jî di destpêka sala 2006 an de got: „Pirsa Kurd heye“ û di dawîya sala 2006 an de got: „qet pirsek mafên Kurdan li Tirkîyê nine“..... Careke gizêr careke din ço... Bi wî awayî wan jî sala 2006 şûnda hîştin.. Ew kesên ku berê li dûv Erdoganî ketibûn, niha jî heyran heyran Agarî dinêrin..Kurdistana Rojhilat jî Tevgera Kurd parçe parçe bûyî... Herkes bi hevîyen gellek mezin li Kurdistana Rojhilat û Îranê dinêhirî û li benda guherînên bingehîbûn.. Lê sed mixabin Hizba Demokrata Kurdistanê bû 2 an 3 parçe.. Em dikarin dabeşbûna HDK wekî bextreşîya salê a Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê destnîşan bikin.Civîna Kurdên Rojava li Brukselê, a Kurdên Rojhilat li Emerîkayê li ser bingeha Projeya Rojhilata Mezin a Emîrîkayê, hevîyên mezin peyda kir. Lê paşê li ser vê mijarê bêdengîyekê destpêkir.Di dawîyê de ji bo me Kurdan, bûyera herî giring a salê hevgirtina herdu îdareyên Hukumeta Kurdistanê bi serokayetîya birêz Nêçîrvan Bazanî bû..Me wekî Newroz Comê di vê pêvajoyê de, ligor îmkanên xwe li ser Kurd û Kurdistanê xwendevanên xwe agahdar kir. Me di derheqa Kurdan de ji gellek zimanan nûçe û gotar wergerand..Di vê pêvajoyê de gellek nivîskar nû di xebata Newroz Comê de beşdarbûn. Gellek heval û dostên ligel lawazîya îmkanên xwe rojanê karên Newroz Comê de beşdarbûn.Bi kurtî Newroz Com hêj negîhîştîye ew armancên ku ji bo xwe destnîşan kiriye.. Lê li sala 2006‘an de Newroz Comê performansek ber biçav nîşanda.. Xwendevanên me hertim ligel me bûn û em bernedan..Me wekî Newroz Comê ji rojê destpêka weşanê xwe ve, da dîyarkirin ku em alîgirin, alîgirên doza netewî a Kurdan in û em li sala 2006 an de jî her wisa man..Em, wekî Newroz Comê cejna qurbanê û a sersalê li gelê Kurdistanê pîrozdikin...Xebatkarên Newroz Comê..30.12.06
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.