Ramyarî

SEROKWEZÎRÊ KOMARA TIRK NE BÊŞEREF E!

M.Þerîf Mûþtak · 08.01.2008 · 2 dîtin

   Teqîna ko 03.01.08 li Amed hatî kirin xizmeta dagirkerên Kurdistan bû, ji alîyê kîve hatibê kirin dijayetî û ji bo rêlêgirtina serxwebûn û azadîya gelê Kurd û Kurdistan e. Bi tûndî şermezar dikim.  Ez şer napejirînim lê gelo çima teqîn ne li Kostantîn, Enqere, Antalya…...lê li Amed bû?    Sala 2007 û destpêka sala 2008 di hemû cîhanêde bû qîr û hawar. Lê bi taybet di hemû perçên Kurdistan de, qîr û hawara gelê Kurd ji qîr û hawara gelên cîhanê bêhtir çêbû ………   Pêşdeçûna Başûrê Kurdistanê êrîş û nerazîbûnên dagirkeran li ser axa azad û gelê Kurdistanê zêdetir kir. Dijmin bêhtir xist nav planan ko wê çawa bikarin rê liber pêşveçûnên Kurdistana azad bigirin.  Dagirkeran di sala 2007 de sêqolî çi plan, xap û fen hebûn li ser gelê Kurd nîqaş kirin e. Nîjadperestîya li dijî gelê Kurd hildan jor, civîn li pey civînan li Şamê, Tahranê û Enqerê li dardanîn, çi firset hebûn di dest wande di dîplomasîyêde jî bikaranîn e….  Armanca civînan ewbû ko wê çawa bikarin rê liber pêşveçûna gelê Kurd bigrin, wê çawa axa azad , Parlemana Kurdistan, Hikomata Kurdistan, Alarengîn û Artêşa gelê Kurd hilweşînin.   Bivê sîyaseta qirêj û gemar dagirkerên Kurdistan êrîşên bêwijdanî, bêexlaqî li ser gelê Kurd dane destpêkirin û berdewamîya êrîşan dewrî sala nû a 2008 hatîye kirin ê …..  Roja 26.12.2007 êvarî di seet 18.50 de di KANAL 7 Int de zindî bi Serok wezîrê Komara Tirk Receb Tayib Erdĝan re hevpeyvîn hebû, agir ji devê wî di barî.  Di axiftinên xwede mabû heyîrî ko wê çawa neyaretîya xwe li dijî gelê Kurd şîrove bikê û mesajekî Kurdkûjî a nîjadperestî bidê xelkê xweyê nîjadperestên Anatolya yê…..  Serokwezîr Tayib Erdoĝan 3 hevokên ko lidijî mirovayetîyê û gelê Kurdistan bikar anîn.  Digot „Hinkes dibêjin Serokwezîr li dijî terorê karê xwe baş nakê, perçekerin (bölücülük)a welatê me bi pêşde dicê û serokwezîr weke kesekî ji gûhdaran lê temaşedikê. Serokwezîrê Komara Tirk ne hewqasî bêşeref(şerefsiz)e“.   Bi berdewamî dîsa digot “Emê nebêjin Cejna Qûrbanê ye û sersala 2008 ye, Artêşa me wê bêqûtbir bombebaran û operasyonan li ser Başûrê Kurdistanê berdewam bikê.“  Dîsa dibare dikir û bi gotinên kiçikkirina serkirdayetîya sîyasîya gelê Kurd digot „Hin kes virandikin dibêjin di bimbebarankirina Başûrê Kurdistande xelkên sifîl hatine kûştin, ew nerast dibêjin û emê bimbebarankirinê berdewam bikin heya ko em xilasekê li terorê bînin û kî çidibêjê bila bibêjê.“  Dîsa bi gelenperî sîyasîyên Komara Tirk dibêjin „Dewletbûna Başûrê Kurdistan tehdîde li ser yekbûna axa Komara Tirk, divê em Başûrê Kurdistan hilweşînin.“  Vêca Receb Tayîb Erdoĝan dibêjê „Serokwezîrê Komara Tirk ne bêşeref(şerefsiz) e. Ji bo vê gotinê ez di xwazim çend pirsan ji Serokwezîrê Tirkan û berpirsîyarên dewletê bikim:  1-Gelo ma Kurdkûjî, asîmilekirin, inkarkirin, heqaret, zilim û bi zilmê ji jîyanê feraxetkirina gelê Kurd karê bêşerefîyê ye an şeref e?  2-Pêşbirkgirtina dewletbûna 50 mîlyon gelê Kurd bêşerefî(şerefsizî) ye an şeref e?  3-Bombebarankirina ser axa azad a Başûrê Kurdistan ko jin zarok kal heywan jî ketin ber bombebaranê, bêşerefî(şerefsizî) ye an şeref e?  4-Di bombebarankirina Başûrê Kurdistande sifîl, heywan hatin kûştin, mekanên meskûn hatin wêrankirin û hewe dîsa digot „Gûnd nehatine bimbebarankirin, sifîl û heywan nehatine kûştin“ ma ev daxwîyanî bêşeref(şerefsizî) î bû an şeref bû?  5-Teqîna Amedê ko kî kiribê ez şermezar dikim. Lê dîsa jî dewleta dagirker jê berpirsîyar e. Teyib Erdoĝan hewe bi fermana fermî êrîş berda ser başûrê Kurdistana azad û hewe sifîl, heywan Kûştin, gûnd dane wêrankirin, xelkên sifîl, jar û perîşan di vê jivistanêde dane berederkirin. Gûndên bombebaranbûn gûndên Kurda bûn, heywan heywanên Kurda bûn û kesên ko hatin Kuştin hemû jî Kurd bûn û axa ko hat bimbebaran kirin jî axa Kurda bû. Bi fermî hewe xwe bi Kûştina Kurda di pesinand. Vêca niha li Amedê weke ko hûn gelek ji Kurda hes dikin xwe didin nîşandan. Vêca ma ev rewş a bêşerfîyê (şerefsizîyê) ye an şeref e?  6-Tayib Erdoĝan gelo çima te got „Serokwezîrê Komara Tirk ne bêşeref(şerefsiz) e“?…………………?  Sofî Teyîb Erdoĝan hûn baş dizanin ji wexta Împêratorya Osmanî, damezrandina Cimhûryeta Tirk heya îro xwestin û sîyaseta hukumdarî-rêvêbirina sereke bûwe ko bi planên cida cida welat û gelên dibin dagirkerîya Tirko de ji dîrokê rakin, tinebikin, bibin xwedîyê ax û ava wan. Lê dîsa jî dagirkeran nekarîye di tinekirina gelê Kurd û Kurdistande bi serbikevin û wê biser nekevin jî………………  Roma Reş ji bo gelê Kurd tinebikê ji Siltanên Osmanlî bigire heya Serokkomar, Serokwezîrên  Cumhurriyetê ,………Çep û rastên wan hemûyan çi ji destên wan hatîye hemû plan û xap ceribandin e lê nebûwe serketin.   Hemû meremên dagirkerên Tirk bûye Tirk kirina gelê Kurd û Kurdistan. Lê heyhat e.  Vêca niha li dijî gelê Kurd û Kurdistan Serokwezîr Recep Tayib Erdoĝan derketîye ser sehnê. Bi rêya olî û sextekarîyan heroj dibêjê „ Yek dewlet, yek netewe û yek al“   Lê Tayîb Erdoĝan jî bi inkarê, tinekirinê, asîmîlasyonê, zilmê, zorê, tirsbelavkirinê û bi terora dewletê nikarê bi serkevê.  Hûn bi xwazin û nexwazin gelê Kurd wê di pirsgirêka xweya neteweyî û dewletbûnêde biserbikevê……... KÛRTOK: Di destpêka vê sala 2008 de , Ji alîyê Tirkoyê faşîs tve Başûrê Kurdistan hat bimbebaran kirin, cejna Qûrbanê bû, cejna Êzîbû, 03.01.2008 li Amedê bombe hatin teqadin û îro 05.01.2008 rojbûna mi jî bû. Lê dikarim bibêjim ji bo gelê Kurd wê xweşî û nexweşî bi hevre bidomin heya roja azadîyê. Yek gotin heye berxwedan jîyan e…..2008-01-06  - Serif.muestak@gmx.de 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.