ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat Badikî · 03.10.2008 · 2 dîtin
Serçavekî nêzikî Berêzan Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî u Serokkomarê İraq Celal Talabanî ragihand, li civîna îro ku li Dukan çêdibe, projekî hawbeş pêşkeşbikin.Li Civana Dukan Serokê Hikumeta Herêma Kurdistan Neçîrvan Barzani, Cîgirê Serokê Parlamana Kurdistan Dr. Kemal Kerkukî u her du politburoya PDK, YNK beşdarî dikin.Di civînê da li ser pirgirêkên nabeyna Kurdistan İraq tê seknandin. Pêş çend hefteyek li ser Xaneqîn u der u berê Xaneqî’ n nakokî ketibu nav Herêma Kurdistan u Baxda. Baxda dixwaze Pêşmerge li xeta şîn derkeve. Nakokîyên din ji, li ser destura neft ( petrol) heye.Pêşti civîna politburoya YNK u PDK, Berêzan Mam Celal u Kek Mesud li gel her du cîgêrên serokomar İraq Abdulmehdi u Haşimi kombibin. Tê xuyakirin di her du kombuna da li ser meseleên giring vere seknandin. Peş hatina Mam Celal ji bo Kurdistanê, Berêz Serokê herêma Kurdistan diyar kiribu ku ew rewşa niha di nabeyna Kurdistan u Baxda nay qebulkirin.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.