ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 26.07.2009 · 2 dîtin
Bi minasebeta bi dawî hatina hilbijartinên Kurdistanê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke taybet de spasî û pîrozbahiyên xwe pêşkeşî Gelê Kurd kir.Ev naveroka daxuyaniyêye: Bi nave xwedê mezin û dilovanBi minasebeta bi dawî hatina hilbijartinan pir ji dil pîrozbahiyên xwe pêşkeşî tevahiya Gelê Kurdistanê dikim ji ber ku derbas kirina prosesa hilbijartinan bi vê awayî bo sedema pêk anîn û zal kirina pîvaneke din ya demokrasiyê. Ji ber vê yekê pîrozbahiya tevahiya gelê Kurd dikim ku her çend hawîrdor pir germ jî bû lê bi awayeke girseyî beşdariya hilbijartinan kirin, hîvî û daxwaza me ev bû ku Gel bi azadane di ghilbijartinan de beşdarî bike û bi azadane dengê xwe bide. Spas ji bo xwedê ku hilbijartin pir bi başî derbas bûn, niha tevahiya me li benda komisyona hilbijartinane taku encamên hilbijartinan eşkere bike, encama han bi her awayî bibe serkeftine ji Gelê Kurd re ji ber ku tevahiya me Kurdîn û ji bo yek armanc xebat dikin. Gelek spasiya hêzên pêşmerge, Navxwe, saziyên asayîş, Ajansa parastina Herêmê, tevahiya saziyên Hikûmetê, lîsteyên berbijar û dengderên hêja dikim ku bi hevre bêyî ti kêşe ev prosesa han bi aramî û başî birêve birin. Spasiya saziyên çapemenî, çavdêrên biyanî û navxweyî dikim ku bi çavên xwe çuwetiya birêve çûna hilbijartinan teqîb kirin. Gelek spasiya komisyona hilbijartinan jî di kim ji ber ku bi awayekî psporane karên xwe cîhbicîh kir. Hîvî dikim Şîniyên Kerkûk û Navçeyên din yên veqetiyayî di hilbijartinên din yên Kurdistanê de beşdarî bikin rêz û hurmeta min ji tevahiya wan re heye.Tekez dikim ku tevahiya me li benda encama hilbijartinan da diminîn û dibe her kes jî îradeya Gel bipijrîne. Serkeftî û şad bin Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî26.7.2009
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.