ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 31.08.2006 · 2 dîtin
Îro li Selahedînê rêzdar Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê pêşwaziya jeneral Raiyf fermandarê berê û jeneral Wêrisniskî fermandarê niha yê hêzên hevpeymanan li Mosilê û Dr, Naiyt konsulê Emerîka yê Mosilê û hejmareka alîkarên wan kir .Di rûniştinê de ku hejmareka berpirsiyarên leşkirî tevlêbûn, jeneral Raiyf sipasiya serokê Kurdistanê kir ji bo wê pişgirî û koordînasyona ku tevî hêzên hevpeymanan li Mosilê heye .herweha pesina rola Pêşmergeyên Kurdistane û azmûna Kurdistanê kir bi taybet ewa girêdayî bi rewşa normala deverê re .Herweha pêşketinên Îro li Kurdistanê heya ji bo siyaseta hekîmaneya serokê Kurdistanê vegerand û rola mezina hêzên awlekariyê pir bilind nirxand û hêvî xwest ku demên bên astên wan bêtir pêşdebiçe .Ji bal xwe ve serokê Kurdistanê şabûna xwe bi wê koordînasyona ku heye nîşada û giranî da ser wê yekê ku divê asta hêzên parastina ewlekariyê di hember berbirûbûna terorîstan de herî xurt be û alîkariya Kurdistanê jî ji bo her hewcedariyekê jê re tekez kir.Serokê Kurdistanê pesina rola jeneral Raiyf kir di pêkanîna arka xwe ya berê û hêvî xwest ku di karê nû de serbikeve . herweha bi helketa wergirtina karê nû jeneral Wêrisniskî jî pîroz kir, piştgirî û alîkariya her warekî jê re diyar kir.Rewşa ewlekariya dverê û Îraqê û bi taybet parêzgeha Mosilê aliyê din yê hevdîtinê bû.Kurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.