Ramyarî

Serokê Kurdistanê pêshwazîya wefdeke Cepheya Tewafuqî Irakî dike..

Xebat · 03.01.2006 · 2 dîtin

  Serokê Kurdistanê Kek Mesud: Nabe dest li rewsha niha a Kurdistanê bête dayîn..Adnan El Dilemî: Em li gel Federalîya Herêma Kurdistanê ne.. Ji ber ku taybetmendîya xwe heye..Tariq El Hashimî: Li Iraqê hîch kesek nayê perawêz kirin..Do(02.01.06) birêz Mesud Barzanî, Serokê Kurdistanê pêshwazîya wefdeke Cepheya Tewafuqî Irakî kir bi serokayetîya Dr. Adnan El Dilemî.. Di danûstandinê de hejmarek endamên Mekteba Sîyasî ên PDK, Cîgirê Serokê Wezîrê Iraq a federal û Wezîrê Derveyî amade bûn. Pirsa damêzrandina Hukumeta pasherojê a Iraq a federal majara serekî a danûstandinê bû.. Her wisa hehsa chawayetîya mamalekirin li gel rewsha niha û pasheroja Iraqê û berangarîya terorê kir.Pishtî vê danûstandina duqolî civînek chapemanîyê hate lidarxistin.. Serokê Kurdistanê Kek Mesud Barzanî bi xêrhatina wefda mêvan kir û dubare kir ku danûstandinan ligel ew hemû alîyan dikin ku heta niha berhemdar bûn... Pêwîst e gotûbêj berdewam bin ji bo Hukumeta pasherojê. Lê nabe, dawakarîyên alîyên din li ser hesabê Kurd bin.. Nabe dest li rewsha niha a Kurdistanê bête dayîn.. Adnan Dilemî jî bi gishtî sipasiya xwe ji bo Serokê Kurdistan nîshan da û pashê jî got: „Cepheya Tewafuqî Irakî geshbîne ji bo pasherojê, dîsan federasyona Bashûr û Navîn red dike. Lê Dilemî dubare kir ku, pêwîste taybetmendîya Herêma Kurdistanê li ber chav bigirin... Ji alîyê ve Tariq Hashîmî ku berendamê ji bo posta Serokayetîya Parlemanê, hevdîtin li gel Serokê Kurdistanê û ji bo gotûbêj hatina Kurdistanê wekî rojek giring wesif kir. Mehmud Meshhedan jî endamê Parleman e, hêvî û daxwaz kir ev asayîsh û seqamgirîya Kurdistanê bigihîje Bashûr û Naverasta Iraqê..Hez jî gotinêye pêrê Wefta Cepheya Tewafuqî Irakî ku pêkhatibû ji Dr. Adnan El Dilêmî, Tariq El Hashimî, Mahmud El Meshhedanî û Eyad semirani gihîshtin paytextê Kurdistanê û ji alîyê Mahmud Mehemed, endamê Mekteba Sîyasî ê PDK û Newzad Hadî parêzgarê Hewlêrê û Pishtiwan Sadiq, berpirsê Liqa 2 li Firokexana Hewlêrê pêshwazî lê hate kirin.Chavkanî: XebatAmadekar: R. Merdoxi

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.