ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Xebat · 08.10.2005 · 2 dîtin
Serokê Kurdistanê pêshwazîya berpirsê desteya kargerî, ê Mekteba sîyasîya YNK’ê û sekreterê Mekteba sîyasî, ê PDK‘ê kir.Kek Mesud Barzanî, Serokê Kurdistanê roja înîyê(07.10.05) li bajêrê Selahadîn pêshwazîya herdu birêzan Kosret Resul Elî, berpirsê desteya kargerî, ê YNK û Fazil Mîranî, sekreterê Mekteba sîyasî ê PDK’ê kir. Herdu birêzan pêsh cend rojan, bi yawerîya shandeka Kurdistanî bi mebesta dîtana careserîyekê ji bo girûgiriftên di nabeyna Serokê Komarê û Serokê Wezîran, serdana paytextê Îraqa Federal kiribûn.Di vê komcivînê de herdu birêzan basa civîn û hevdîtinên xwe ên ligel serokê Fraksîyonaq Hevbendîya Yekbûyî a Îraqê, Serokê Wezîran ê Îraqa Federal û cend alî û kesên din kir.Her di wê hevdîtinê de li ser cîhbicîhkirina maddeya 58 û terxankirina ew para diravên ku ji bo normalîzekirina rewsha Kerkûkê û deverên din ên nû azadkirî hatiye dîyarkirin, rawestîyan....Serokê Kurdistanê, ji bo erkên wan sipasîya herdu birêzan kir û teh’kîd li ser wê kir, ku pêwîste ev rewsh bête normalîzekirin ku bi awayekê be berjewendîyên gishtî ên hemû pêkhatên serekî ên Îraqa Federal têde be.Rojnameya XebatW: Aso
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.