Ramyarî

Serokê kurdistanê li Selahedînê balyozê Îtalyayê yê Îraqê pêşwazî kir

Rojhat · 03.10.2006 · 2 dîtin

  Li Selahedînê birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêşiwazî ya morîzyo mîlanî balyozê Îtalîya yê Îraqê kir.Di hevdîtinekê de balyozê îtalîya yê Îraqê şabûna xwe ji bo serdana herêma Kurdistanê dîyar kir û rêza xwe jî ji bo awayê hukmê hukûmeta herêma Kurdistanê nîşan da ko tevî hebûna problem û astengî yên mezin karbû kar û erikên xwe pêk bîne û pesna rewşa tenaha herêma Kurdistanê jî da û hêvî xwest ko ev rewş li hemû deverên din yên Îraqê bête bicihkirin û piştgîrî ya hukûmeta îtalîyayê jî ji azmûna Kurdistanê re dîyar kir.Jibal xweve serokê Kurdistanê tevî bixêranîna balyozê Îtalîyayê; herweha jî beşdarî ya welatê wî ya pirosesa azadî ya Îraqê bilind nirxand û amadeyî ya hukûmeta herêma Kurdistanê jî ya ji bo xurtkirina bêtira têkilî yên bi hukûmeta Îtalîyayê re nîşan da ji bo kompanîya yên Îtalî bikaribin sermîyanên xwe li herêma Kurdistanê bikar bixin.Kurdistantv 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.