ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 22.02.2007 · 2 dîtin
Serokê Kurdistanê: Eger ku her Muslimane, yan Êzdî , yan jî Kirîstiyanek şaşyek kir; çê nabe em li ser hemû Musliman , Êzd û Kirîstiyanan te'mîm bikinÎro rêzdar Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li Selahedînê bi mîr û zilamên olî û kesatî yên kurdên Êzd re cvîya.Di civînê de ku Fazil Mîran sekireter û hejmareke endamên Polîtbîroya PDKê û berpirsyarên deverê jî beşdar bûn, serokê Kurdistanê tevî bixêranîna wan, bal kişande ser bûyera hin rojan berê ya qeza Şêxanê û weke bûyereka pir nexiweş qebûl kir û li ser navê xiwe û birêz Celal Taleban û PDKê û YNKê jibo wê helwêsta neteweyî û camêr ya ku rê nedan agirê bûyerê ferehtir bibe, supasî ya mîr Tehsîn Beg û Babe Şêx û rih sipî û kesatî yên Êzdî kir.Di peyiva xwe de Serokê Kurdistanê diyar kir ku bûyerên weha berê jî pir caran çê bûne, lê belê her ji despêka şoreşa Îlonê ev bûyer kêm bûne û dikare bi şanazî bête gotin ku şoreşa Îlona ew lêbhurîna olî ya li Kurdistanê hebû, kûrtir kirye. Eger ku her Muslimane, yan Êzdî , yan jî Kirîstiyanek şaşyek kir; çê nabe em li ser hemû Musliman, Êzd û Kirîstiyanan te'mîm bikin, tu hêzek jî niye ku tadeyê li kurdên Êzdî bike û tedbîrên tund jî hatine girtin jibo ku yên rola wan di vê bûyerê de heye bi tundî bêne cezakirn da ku bibin îbiret û tu kes careke din hizra karek weha xirap neke. Serokê Kurdistanê got: Ne ez û ne Mam Celal û ne jî serokatî ya PDK û YNKê em qet rê nadin ferhengek weha xerîb bête nav Kurdistanê , jiber ku bawerî ya me bi azadî ya olî û dîtnên cida heye, yê ku li dij vê yekê jî rabweste , emê jê qebûl nekin û dê bi tundî jî hête Muhasebekirn. Di beşeke din ya axaftinên xiwe de, serokê Kurdistanê kurdên Êzdî wek beşeke resen ya gelê kurd qebûl kirn û ew piştirast kirn ku hêzeke mezin li pişt wane, ew jî gelê kurde. Herweha jî bal kişande ser wê yekê ku piştî rûxyana rijêma berê dengek ji nav kurdên Êzdî bilind bû goya miletek dine , rastî yên dîrok wê yekê diselmînin ku Êzdî kurdên resenin , em bi zorê întîmayê ji wan re çê nakin , Êzdî ji diyarkirna wê întîmayê azadin , heman tişt jibo kurdên şebek jî. Serokê Kurdistanê herweha jî beşdarên hevdîtnê piştirast kirn ko qanûn dê bête pêkanîn û tu kesek jî di ser qanûnê re nîne û çênabe jî tu kes li ser alîdarî ya neteweyî yan olî yan jî dîtnên cida bikeve ber lêpirsînê û yê ko divê lêpirsên lê bête kirn ew kese yê ko bawerê bi qanûnê nayine û dijî qanûnê serederîyê dike , herweha destûra Îraqa federal û destûra Kurdistanê jî ko van nêzîkan dê derbikeve , dê van mafên pêkhatên Îraqê û Kurdistanê biparêze.Tundigrên ko bûne sedema çêbûna bûyera qeza şêxanê jî ne tenê dijî mirovatîyê , lê belê dijî kurdatîyê ne jî û tu car di wê bawerê de nebûm kesên weha di nav gel de mabin û em dijî wê ferhengêne ko kuştina bi navê olî wek karek rastî qebûl dike û ev yek ne tenê dîtna mine, lê belê dîtna Mam Celal û parlemento û PDK û YNKê ne jî , lewra divê ferhengek bête avakirn her kesê bête ser deshlatê , ev ferhenga lêburîna gelê Kurdistanê her bimîne.Piştire mîr Tehsîn Beg di peyvekê de supasî ya helwêsta serokê Kurdistanê ya li dor kurdên Êzdî kir û bal kişand ser wê yekê ko dema nivîsandina destûra hertimî ya Îraqa federal ger mukurî ya serok Barzanî nebûya .,ne navê Êzdiyan û ne jî ola wan nediketin nav destûrê. Mîr Tehsîn Beg herweha supasî ya rola rêzdaran Celal Talebanî serok komarê Îraqa federal û Nêçîrvan Barzanî serokê civata wezîrên Kurdistanê û polît bîro ya PDKê jibo helwîsta wan û destixstne nav pirsa han û çareserkirna wê kir û tekez kir ko Êzdî kurdin û înkarî ya kurdînî ya xiwe nakin û pilana neyaran jî dê bi yekirêzî ya hemû pêkhatên Kurdistanê bête ji holê rakirn.Piştire heryek ji Babe Şêx û Dr. Dexîl û Heso Nermo û hejmareke din ya beşdaran dîtin û nêrînên xiwe li dor bûyerê diyar kirn û jibo helwîsta wî ya bi bandor , supasî ya serokê Kurdistanê kirn û tekez û piştirast kirn ko ev helwîsta serokê Kurdistanê hergav dê li ber çavan bête girtin û tu car nayête jibîrkirn.Kurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.