ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Hîwa Ergoþî · 09.04.2007 · 2 dîtin
Serok Barzanî, bo hêj pêtir pişgirî bo xwendina bilind bêt kirin û arîşeyên ko di vî warî de hene bên çareser kirin, îro li Hewlêra paytext universîteya Selahaddînê ziyaret kir. Serok Barzanî li universiteyê, axaftinek kir û di axftina xwe de pêwistiya arîkariya hêj baştir bo universîteyên Kurdistanê da pêş û diyar kir ko universîteyên Kurdistanê mala yekê ya xwendekarên parçeyên dî yên Kurdistanê ye. Her wî di axaftina xwe de mesajên gelek aşkere dan miletê kurd û xêrnexwazên kurdan jî. Serok Barzanî li ser helwesta êrîşakriya Tirkiyeyê ji got: “Derdê dewleta tirk ne Kerkûk û PKK ye, derdê deweta tirk hebûna miletê kurd e bi xwe ye.” Serokê Kurdistanê di bin banê universîteya Selhaddînê de mesajên gelek biwate û aşkere dan miletê kurd û nemaze dewleta tirk jî. Serok Barzanî di bersîvdana pirseka aktuel ya di heqê Kerkûkê û êrişkariyên dewleta tirk de axivî û wiha got: “Li ser binecihkirina madeya 140-ê qet minaqeşe nayêt kirin û bê kêm û zê de divêt di wexta xwe de ev made binecih bibe. Digel vê jî ragihandina delweteka kurdî mafê rawa yê miletê kurd e, bi zû an direng divêt ev dewlet bêt ragihandin. Lewma em miletek in ko me bi destê xwe, xwe dirust kiriye.” Serok Barzanî herwiha diyar kir ko bi ti awayî dewleta tirk nikare destê xwe bêxe nav meseleya Kerkûkê û got: “Derdê Tirkiyeyê ne meseleya Kerkûk û kêşeya PKK-ê ye. Derdê tirkan hebûna miletê kurd bi xwe.” Herwiha serokê Kurdistanê, di axaftina xwe de bal kêşa ser wê yekgirtina ruhê neteweyiyê ko niho di nav kurdan de derketiye navê û wiha got: “Çi li, başûr, çi li bakur ti caran, wekî ko niho ruhê yekgirtina neteweyî di nav hemî kurdan û hemî parçeyên Kurdistanê de peyda bûyî, çênebûye.” Serok Barzanî Kurdistan azad jî wekî mala her kurdekê bi nav kir û wiha got: “Kurdistana azad mala her ferdekê kurd e. Her kurdek li kîj parçeyekê dî yê Kurdistanê be, mafê wî heye bêt li Kurdistan azad bixwîne û kar bike.” Serok Barzanî diyar kir ko Kurdistan nimuneyeke herî pêşkeftî ya bihevrejiyana olî û neteweyî ye û heger wî got ko hewla kurdan nebaya dê mafê turkuman û xiristiyan û neteweyên dî di destûra Iraqê de wekî îro nedihatin çespandin Serok Barzanî bal kişand ser hîmeke dî yê esasî yê neteweyî û got: Hebûna zimanekê kurdî yê standart pêwistiyeka bilez e. Em niho lê dixebitîn ko komiteyekê damzirinin ji bo pêkanîna zimanekê yekgirtî.” Li ser rewşa siyasî ya Iraqê jî serok Barzanî diyar kir ko, ji aliyê asayişê û ewlekariyê ve digel ko rewşa Bexdeyê baştir jî bûye, hikûmeta Malikî ne bisreketî ye. Bo rêkirina hêzên pêşmergeyî bo Bexayê jî serok Barzanî got: Her dema ko bo tenhakirina rewşa emnî ya Iraqê, pêwistî bi arîkariya hezên peşmergeyî hat dîtîn û ev pêwîstî hemaheng be digel destûrê, dê hingê peşmerge biçe ko her cîhê ko bo têt xwestin.” Di dawiyê de serokê Kurdistanê daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir, ko bi taybetî daxwaz ji herdu partiyên deshilatdar; PDK û YNK kir ko ew dest ji partîtiya teng berdin û girngiyê bidin xebata neteweyî kurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.