Ramyarî

Serokê Kurdistanê bi şandeka Kongirêsa Emerîkayê re civiya

Rojhat · 04.10.2006 · 2 dîtin

 Îro li Hewlêra paytext serokê Kurdistanê pêşwaziya Şandeka Kongirêsa Emerîkayê kir , ku senator Bêl Firîst serokê piraniya Komariyan di Kongirêsê de û senator Mêl Martînês serokê lîjneya têkiliyên Kongirêsê û hejmareke alîkaran têde cî digirt . Di hevdîtinê de ku Kosret Resûl û Ednan Miftî serokê parlementoya Kurdistanê û cîgirê wî tevlîbûn, şandê şabûna xwe hember pêşdaçûnên her warî û azmûna Kurdistanê diyar kir û rola Kurdistanê di serxistina prosesa siysî û bihêzkirina desthilata xwe li Îraqê bi bandor qebûl kir.Herweha şandê tenahî û bûjandina berçava abûrî ya herêma xwe bi bandoreka bihêz ya pêkanîna karên viberanînê li derve dana.Herweha piştî nîşadana şabûna xwe ji bo seredana şandê, serokê Kurdistanê sipasiya gelê Kurdistanê kir li hember piştgiriya ku bi hukûmeta Emerîkayê re pêşkêş kirî û têda azadiya gelê Kurdistanê û Îraqê jê çê bû , herweha qurbaniyên Emerîkayê di şerê azadiyê û berbirûbûna terorîstan de bi qorbaniya riya azadiya gelê Îraqê dana û dosyeya her warî ya jiyana gelê Kurdistanê ji şandê re ron kir ,bi taybet yên girêdayî ware petrol û elektirîkê û karguzariyê û tendirustî û perwerdeyê , herweha xwesteka wî ya alîkariya Kongirêsê û Emerîkayê bû ji bo çareser kirin tev problemên dikevin riya wan waran .Di beşeka din ya peyva serokê Kurdistanê de têkiliyên Kurdistanê bi hukûmeta federal û pirsa darayî û budce û dabeşkirina desthilatan weke du pirsên îdarî yên nêvbera herdu aliyan hate şirûve kir . Piştire di pirês konfiransekê de serokê Kurdistanê û senator Bêl Firêst şabûna xwe ya hember wê seredanê nîşada û ew seredan jî weke pêwîstiyeka sereke ya xurt kirina têkiliyên nêvbera Kurdistanê û welatê Emerîkayê di qûnaxa niha de qebûl kir . Kurdistan tv

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.