ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 23.02.2009 · 2 dîtin
Îro dûşem 23/02/2009 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta encamdana geştekî ji bo welatên Ewrupa ku çend hefteyekî didome, Hewlêra paytext bi cîh hişt û biryare Serok Barzanî li vê geştê da li gel şandekî seredana welatên Îtalya, Elmanya û Brîtanyayê bike.Li vê derbarê de birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li daxûyaniyek de ragihand: Serok Mesûd Barzanî û şanda li gel li vê seredanê da li gel serkirdeyê van welatan, Serok Wezîr, Wezîr, Parlementer û nûnerê Partiyên Opozîsyona hevdîtinan pêkbîne. Her wiha seredana Navendên Ramanî bike û hevdîtin li gel rojnamevanên Ewrûpiyan jî saz bike.Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê li daxûyaniya xwe de balkişand li ser wê yekê ku: Birêz Serok Barzanî li vê geşta Ewrûpayê da seredana birêz Qedasetê Papa li Romayê bike û li gel hejmarek Berpirsên Vatîkanê jî hevdîtinan pêkbîne.Li dirêjiya axaftina xwe de Fuad Husên got: Wisa tê çaverê kirin ku ajandaya vê hevdîtinên giringên Serokê Herêmê li gel serkirdeyên Ewrûpa çendîn pirs li xwe bigirê, wekî bihêzkirina peywendiyên di navbera Ewrûpa û Iraq bi awayekî giştî û çalakkirina rola Ewrûpa li Iraq û navçeyê da û binyatnana tora nûya peywendiya aboriyên li navbera Herêma Kurdistanê û wan welatan, çi li ser asta Hikûmet bê, yan li bi warê kertê taybet de bê.Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê nêrîn û boçûna serkirdayetiya Kurdistanê dixe rû li derbarê rewşa niha ya Iraq û çawayiya berdewambûn û qûlkirina karwana demokratîk li Iraqê.Serokê Dîwan giringiya wan peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û wan welatan jî dûpat kir û amajeya bi wê yekê da ku: Ev geşta Ewrûpiya Serok Mesûd Barzanî li dawiya geştê welatên kendavê tê, ku rêzdar li gel şandekî seredana her dû dewleta Kuwêt û Qeterê kir û li gel Mîr û Serkirdeyên wan dû welatan civiya, û tê çaverê kirin derencama mezina li wê geşta kendavê bikevê û demên xêrê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê de hebê.Birêz Fuad Husên her wiha got: Ev geşta Ewrûpiya Serokê Herêma Kurdistanê li dawiya seredana giringa birêz Menuçehr Muttekî Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îran û li dawiya seredana birêz Murad Ozçelîk şandekî taybeta dewleta Tirkiya bo Herêma Kurdistanê tê, bi mebesta xûrtkirina peywendiyên di navbera welatên hevsû û cîran. Dîsa ev geşta birêz Serokê Herêm li dawiya seredana birêz Valter Shtaynmar Wezîrê Derveyê Elmanya Federal yê Herêma Kurdistanê û bi fermî vekirina konsolxaneya Elmanya li Hewlêra paytext tê.Her wiha berdewamiya daxûyaniya xwe de, birêz Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê eve jî xiste rû ku: Xûrtkirin û pêşxistina van peywendiyan li ser asta Herêmayetî û navdewletî, li xizmeta gelê Iraqê daye bi sercem pêkhatan ve, ev girîngîpêdana nevdewletî jî li aliyê Herêmê ve, pêge û bi hêza rola Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya digihîne li ser her dû asta nîştimanî û navçeyê.Li berdewamiya axaftina xwe de Fuad Husên got: Ev giringîpêdana berfireh jî li aliyê welatên Erebî û Ewrûpiyan, palpiştiya wan welatan dûpat dike ji bo wê siyaseta ku li aliyê serkirdeyên Kurdistanê ve tê peyrew kirin. Bi navê mikumkirina payeyên proseya siyasî û demokratî li Iraqê rûn û eşkereye ku Herêma Kurdistanê bi lêkdana hemûyan, faktereke ji bo aramî û pêşkeftina li Iraqê.Li dawiyê de, Fuad Husên eşkere kir: Şanda li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li vê geştê da, ji hejmarek Wezîr û Berpirsên ji Serokayetiya Herêma Kurdistan û Hikûmeta Herêmê pêkhatiye.Kurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.