Ramyarî

Serokê Kurdistan li Parlamana Ewrupa

Rojhat · 10.05.2007 · 2 dîtin

Serokê Kurdistanê li Parlementoya Ewropayê rastiya Kurdistanê û Kerkûkê raberî ewropiyan kir  Li ser vexwendineka fermî ya Yekîtiya Ewropayê, îro piştî nîvro serokê Kurdistanê li Parlementoya Ewropayê axaftinek kir û di heqê prosesa nû ya Iraqê û Kurdistanê de bersîva pirsiyarên parlementerên ewropî da. Serok Barzanî diyar kir ko kurd li Iraqê faktorek yê çareseriyê ne û got çênabe referanduma Kerkûkê bêt paşde dayin, lewma biryara wê referandumê bi hikûmê destûra bingehîn ya ko ji %80-yê xelkê Iraqê dengê xwe dayînê hatiye serûber kirin.   Serok Barzanî got ew têhdîdên Tirkiyeyê û her ti welatek dî qebûl nakin û diyar kir ko karê normalîzekirina Kerkûkê jî her wekî di madeya 140-ê ya destûra benhegîn de hatiye diyar kirin dê bi rêve biçe. Wî got kurd bi ti awayî qebûl nakin ko referanduma Kerkûkê bêt bi paş ve dayin.  Serok Barzanî di axaftina xwe ya Parlementoya Ewropayê de, balkêşa ser prosesa siyasî ya Iraqa federal û behsa qonaxên wê yên ber bi başbînê ve diçin kir. Serok Barzanî prosesa avakirina demokrasiya li Kurdistanê jî raxist ber çavan û di heqê Iraqê de jî got "êdî dê ti caran ji ti dîktatorên dî re, rê neyêt dayin ko ew li Iraqê bên ser hikûm."   Kurdistan cîhê aramiyê ye û di warê demokrasiyê de xudan tecribeyeka bi serketî ye  Serok Barzanî rewşa terorê ya li Iraqê jî raxist ber çavan û got:  "Iraq û Kurdistan rû bi rûyî arîşeyên terorî û tundûtîjiyê bûne. Lê li beramber cihên dî yên Iraqê, rewşa tenahî û ewlakariya Kurdistanê baş û saxlem e û di warê demokrasiyê de jî Kurdistan xudanê tecribeyeka serkeftî ye." Serok Barzanî derbarê destûra Iraqa federal de jî îşaret pê kir û got: "Ev destûr ji bal hemî pêkhateyên Iraqê ve bi piraniya dengan hatiye pesend kirin û di encama wê de jî hikûmeteka demokratîk û federalî ava bûye."  Qet çênabe referanduma Kerkûkê bêt bi paş ve dayinSerok Barzanî di parlementoya Ewropayê de bersîva gelek pirsên parlementerên ewropî jî da.  Hevserokê Komîsiyona Parlementoya Têkel ya Ewropayê Joost Lagendijk rapora International Crisis Group(Gruba Navneteweyî ya Krîzê) ya ko daxwaza paşdedana referanduma Kerkûkê dike li bîr anî û pirs ji Serok Barzanî kir. Di vê mijarê de Serok Barzanî gelek aşkere û vekirî bersîva Lagendijk da, got:  "Çênabe referanduma Kerkûk bêt paş de dayin û dîvê ev referandum di wextê xwe yê hatiye diyar kirin de pêk bêt. Pirsa Kerkûkê bi rêya destûrê hatiye çareser kirin ko, ji %80-ê xelkê Iraqê dengê xwe dane vê destûrê. Her wekî tê zanîn di dema rejîma be'sî ya ruxyayî de, hemî pêkhateyên Iraqê bi kurd, turkmen û aşûriyan ve ji vî bajêrî hatin derxistin û li şûna wan jî hejmareka pir ya ereban hatine bi cih kirin. Divê encamên kiryarên rejîma be'sî wekî ko li destûrê de hatiye diyar kirin bên çareser kirin. Diyar e ko yên dixwazin referanduma Kerkûkê bêt paş de dayin, rewşa Kerkûkê baş nizanin. Çênabe bo xatirê hindek erebên tundrev û hindek turkmenên Cepheya Turkmenî ko dixwazin rewşa kurdan têk bidin, mafê şeş milyon kurd neyêt dîtin û referanduma Kerkûkê bêt paş de dayin. Yên vê dixwazin, divê hilwesta nerezîbûna kurdan jî li ber çavan bigrin. Wekî kurd ne mimkine ko em qebûl bikin ko ti destêwerdaneka derekî li Kerkûk bêt kirin."   Hêzên Emerîkayê ji Iraqê vekişin, dê rewş gelek xirabtir bibe  Di bersîva pirsa li ser vêkişandina hêzên Emerîkayê ji Iraqê serok Barzanî got:  "Bi dîtina min vekişîna hêzên Emerîkayê di rewşeka weke ya niho de, dê rewşê xirabtir bike û karesatê jî mezintir bike. Dê şerek yê hêj xirab yê sivîlan dest pê bike. Lewma pêwîst e bi temamî di meseleya terorîstan de bi serkevin, piştre hêzên Emerîkayê ji Iraqê xwe vekişînin, ya baş ev e."  Em tehdîdên tirkan qebûl nakin  Li ser pirsiyara derbarê gefên Tirkiyeyê jî, serok Barzanî got:  "Bel e, em carinan dibihisin dethilatdarên Tirkiyeyê hindek tendîdan dikin, dibe ko wan tehdîtan carinan ji ji ber meseleyên siyaseta navxweya Tirkiyeyê hilbijartina dikin. Lê em dibêjin dema tehdîd û gevan çûye. Dem, dema diyalog û rêyên demokratîk yên çareseriyê ye. Em li himberî her coreyê tundûtijîyên ne. Lê em qet qebûl nakin ko kesek destêwerdanê li Kurdistanê bikin an jî midaxaleyî Kurdistanê bikin. Helwesta me ev e û gelek aşkere ye. Vêca ger hindek dî rênin dî difikirin, ew dizanin."  Tirk PKK-ê wekî behaneyekê bi kar tînin  Di mijara PKK-ê de jî serok Barzanî got:"Ez carinan wesa tasawir dikim ko tirk meseleya PKK-ê wekî behaneyekê li himberî me bi kar tînin. Em hertim dibêjin, çaraseriya arîşeya PKK-ê siyasî yê û di vê mijarê de jî kes bi qasî Tirkiyeyê bi xwe nikare arîkariya wê bike."  Divê herkes bizane Iraq ne Iraqa berê ye û nabe ya berê jî  Li ser pirsiyara, "Aya Kerkûk bikeve ser Kurdistanê, Kurdistan dê ber bi serxwebûnê ve biçe an dê digel Iraqê bimîne?"  Serok Barzanî got:"Ev destûr bo Iraqeka yekgirtî û federal hatiye çêkirin. Li gorî me jî bo Iraqê çareseriya herî baş rejîmeka federalî ye. Lê ger hindek bixwazin hikûmeteka merkezî li Iraqê çêbikin, rêya vê nîne. Divê herkes bizani ko Iraq nema ye wekî Iraqê berê û nema wesa dibe jî."  Em miletek in derveyî îradeya me, em bûne çar par- Ji aliyê siyasî û manewî ve em dê arîkariya birayên xwe bikin  Li ser çarparçebûyîna Kurdistanê û têkiliyên navbera parçeyên dî de jî serok Barzanî got:  "Em miletek in, bêyî îrade û vîyana me em hatine parçe kirin. Di rewşa îro de parçebûna Kurdistanê û mercên cida yên her parçeyekê jî realiteyek e. Helbet ji aliyê siyasî û manewî ve em dê arîkariya birayên xwe yên dî bikin. Lê em ti cara ne digel wê yekê ne ko ev mesele bi rêyên tundûtijiyê hal bibe. Di her welatê ko kurd lê dijîn de, divê bi rêyên demokartîk ev mesele çareser bibe."  Em şanaziyê bi dîroka xwe û bihevrejiyana li Kurdistanê dikin  Di mijara bihevrejiyana li Kurdistanê de jî serok Barzanî diyar kir ko Kurdistanê û miletê kurd dîrokeka xwe ya domûdirêj ya kultura bihevrejiyanê heye û got:  "Ev jî, cihê şanaziya me ye û di destûra Kurdistanê de jî ko ber bi temambûnê ve diçe, mafê hemû netewe û olan hatiye diyar kirin û cidahiya wan digel kurdan tine ye û her weke kurdan em dê berevaniyê li mafên wan bikîn."  Kurdistan tv

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.