Ramyarî

Serokê Kurdistan Bi Erê Deng Da

Alixan Aras · 15.10.2005 · 2 dîtin

Berêz Mesud Barzanî Serokê Kurdistan îro sibê li Selhadin ji bo reşnivîsa destura Iraq çu bingeha deng dan u pêştî deng da ji bo kanalê ragihandin u rojnemewana got min bi erê deng da u dawa li gelê Kurdistan dikim ji bo pêşerojên geş bi erê deng bidin destura Iraq. Serokê Kurdistan berêz Mesud Barzanî axaftina xwe ewha domand “ Ev roj rojekî dîrokîye, ji bo berhemê xwenî şehîdan u ji bo ked u zahmeta  gel, bi erê deng bidin. Ez bi van raportê kû dihîjin min u deng u bahsê bi rêya telefon tên pi kêfxweşim kû li Kurdistan u Iraq beşdarikê baş heye. Berêz Mesud Barzanî ji bo wan kesê kû bi erê deng nadin got: Wan kesên kû beşdarî prosesa deng dan nakin yan bi erê deng nadin, rêz u ihtirami min ji bo bîr u raya wan heye, lê bila ew xweşk u  birayane bizanibin li rewşekî ewhada  ji vê desturê desturek baş tune. Lê deng nedan zîyanekî mezine ji bo gelê me. PeyamnêrWerger: Rojhat Badikî

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.