ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 05.03.2009 · 2 dîtin
Serokwezîra Almaniyayê Engila Merckel pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê kir û di hevdîtineke de diderbarê rewşa Îraq, Herêma Kurdistanê û pêşkeftinên dawî de giftûgo hate kirin.Di heman hevdîtinê de Serok Barzanî peywendiyên di navber Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand û hêvî xwest ku peywendiyên han hîn baştir bi hêz bibin û tekez kir ku pêwîste tevahiya kêşeyên heyî bi rêya diyalogê werin çareserkirin.Serokê Herêma Kurdistanê rewşa bihevre jiyana Kemenetevên olî û ayînî li Kurdistanê şopand û eşkere kir ku, hijmareke pir fele ji tirsa Terorîstan hatine Herêma Kurdistanê û Xelikê Herêmê pêşwazî kirina wan malbetin fele bi erkê xwe dizanê.Serokwezîra Almaniyayê Engila Merckel jî destnîşan kir ku, Hikûmeta Almaniyayê amadeye di her ware de bi taybetî di ware hilbirîn û ji nûve damezrandina Kurdistanê de alîkariya Herêma Krdistanê bike.Di civîna Serok Barzanî bi Wezîrê Dereve yê Almaniyayê de jî rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê di warê siyasî û abûrî de hate nirxandin.Wezîrê Dereve yê Almaniyayê tekez kir ku, dewleta wan bi rêya Qonsulusxaneya xwe a li Hewlêrê hewl dide ku peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike.Her di serdana xwe de Serok Barzanî ji aliya Wezîrê karê navxwe de jî hate pêşwazîkirin. Di hevdîtineke de rewşa Îraq û bi giştî rewşa Kurdistanê hate şopandin.Heyeteke ji Partiya demokrat a mesîhiyên Almanî jî serdana Serok Barzanî kir û di derbarê peywendiyên di navber herdû aliyan de giftûgo bi Serok Barzanî re kir.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.