Ramyarî

Serokê Herêma Kurdistan Barzanî Bi Wezîrê Dereve Yê Îngiliterê Re Civiya

Rojhat · 11.03.2009 · 2 dîtin

Serokê Herêma Kurdistan Barzanî Bi Wezîrê Dereve Yê Îngiliterê Re Civiya

Piştî nîvroya îro Deyvîd Mîlîband Wezîrê Derveyê Britanya pêşwazî li birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir. Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Britanya amajeya bi her dû seredanên berê yê Herêma Kurdistanê û peywendiya bi hêza di navbera Britanya û Herêma Kurdistanê kir.Her wiha li hevdîtinê de behsa pêvajoya Herêma Kurdistan, Iraq û peywendiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê û peywendiya paşaroja di navbera Britanya û Herêma Kurdistanê û peywendiya paşaroja di navbera Britanya û Iraqê hate kirin.Sebaret bi meseleya yekem Serokê Herêma Kurdistanê ronahî xîste li ser pêvajoya niha ya ewlekariya li Herêma Kurdistanê û hilbijartinên parêzgehên Iraqê ku li dawiya meha kanûna duyema derbasbûyî da birêveçû û lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê li hemû navçeyên Kurdan parêzgeha Neynewa û Diyale serkeftinê bi destxweve anî.Her wiha Serok Barzanî amajeya bi wê yekê kir ku hilbijartinên Parlemena Kurdistanê û Encûmena Parêzgehên Herêma Kurdistanê li naverasta îsal da têne encamdan û hemû pêdivî ji bo vê hilbijartinê hatine amadekirin.Li derbarê peywendiya li gel Tirkiye, Deyvîd Milîband Wezîrê Derveyê Britanya xûrtkirina peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye bi erênî nirxand û hêvî xwest ev peywendî bi awayekî li berjewendiya her dû alîde berdewam bibin.Ji aliyê xwe ve Serokê Herêmê li vî warî de spasî rola Wezîrê Derveyê Britanya kir.Di derbarê peywendiya Herêmê li gel Britanya, Wezîrê Derveyê Britanya amajeya bi wê yekê kir ku bi niyazin nivîsîngeha dîplomatiya li Hewlêrê bikin konsolxane û dûpat jî kir ku xûrtî bi peywendiyên di navbera Britanya û Herêma Kurdistanê û baştirkirina wan peywendiyan didin û got: Em bi wan peywendiyên li gel we û hevkarîkirina we ve girêdayîne. Sebaret bi pêvajoya Iraqê jî, Serokê Herêma Kurdistanê tîşk xiste li ser pêvajoya siyasiya li Iraqê.Li aliyê xwe ve Wezîrê Derveyê Britanya eve jî got: Vekişana artêşa Britanya ji Iraqê wê yekê nagihîne ku Britanya ji Iraqê vedikişê, ji ber ku peywendiya aborî, çandî û dîplomatî zêdetir xûrt û berfirehtir dibin. Her wiha dûpat jî kir ku ew li gel Iraqekî fireh alî û demokratîk dane.Her wiha berî nîvroya îro Jack Stero Wezîrê Dadê Britanya pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir.Li hevdîtinê de Wezîrê Dadê Britanya xweşhaliya xwe bi dûbare şadbûna bi hevdîtina Serok Barzanî derbirî, ji ber ku berê jî dema Wezîrê Derveyî Britanya buye her dû alî hevdû dîtîne.Li hevdîtinê de behsa pêvajoya giştiya Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin. Mijara serekiyê vê hevdîtinê pêvajoya dadwerî li Iraq û Herêma Kurdistanê bû. Li vî warî de Wezîrê Dadê Britanya dûpat kir ku welatê wî amadeye pîsporî û xizmetguzariyê li vî warî de pêşkêş bike û Wezareta wan jî amadeye xul ji bo karmendên desthilata Dadweriyê li Herêma Kurdistanê vekin.Li hevdîtinê de her dû alî dûpat kirin ku girîngtirîn stûn li stûnên demokratî pişt bi dadweriyekî karîger û bi kiryar û serbixweyî dibestê.Paşê her li London Bill Ramel Wezîrê Dewlet Bo Karubarê Derveyê Britanya pêşwazî li birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir.Li hevdîtinê de Wezîrê Dewlet Bo Karubarê Britanya dûpat kir ku Britanya amadeye yarmetiya Herêma Kurdistanê li bi warê mafê mirov û nehiştina tûndutîjî dijî bi jinan bide, cext jî li ser wê yekê kir ku Britanya dixwaze peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê li bi warê bazirganî, perwerde û aborî da xûrttir bike.Li aliyê xwe ve Serok Barzanî girêdayîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi prensîpên mafê mirov û azadiya rojnamegeriyê dûpat kir û amajeyê bi yasaya nûya rojnamegeriyê kir û dûpat kir ku destûra Herêma Kurdistanê mafê tak û pêkhatên gelê Kurdistanê hatiye parastin.Li aliyê xwe ve Wezîrê Dewlet Bo Karubarê Britanya ragihand ku hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dikarin daxwaza vîze li nivîsîngeha Balyozxaneya Britanya li Hewlêrê daxwaz bikin.Li aliyeke din ve, John Mecer Serok Wezîrê berê yê Britanya nîvro firavînekî ji bo Serok Barzanî û şanda li gel rêkxist.Diyare li bernameya Serokê Herêmê da bû ku hevdîtin li gel rewendê Kurdistanê li London hebê ji bo wê yekê êvariya îro Serok Mesûd Barzanî li gel hejmarek li rewendê Kurd li Britanya civiya û li civînê de tîşk xiste li ser barê siyasî, ewlekarî, aborî û hilbijartinê parêzgehên Iraq û paşê jî bersîva pirsiyarê amadebûyan da.K.R.G

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.