Ramyarî

Serokê Artêşê yê Giştî yê Tirk Hîlmî Ozkok gef li Serokwezîr Erdogan xwar

PukMedia · 15.03.2006 · 2 dîtin

Li gor nûçeyek televizyona NTV ya tirk, Serokê Fermandariya Giştî yê Artêşa Tirk Hilmî Ozkok di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Tirkiye R. Tayib Erdogan a hefteya çûyî de di derbarê îddianameya Şemzînanê de gef li Erdogan xwariye. Hîlmî Ozkok mesaja "Heya qirikê hat" daye Erdogan û gotiye: "Ger ku em mecbûr bimînin ku xwe biparêzêm dê di serî de Aborî, pêvajoya Yekîtiya Ewropa(YE) û herkes ziyan bibîne." Li gor nûçeya NTV, di hevdîtina hefteya çûyî de Ozkok ji Erdogan re gotiye "Bersûckirina Generalê Artêşê Yaşar Buyukanit, hewla artêşê di çavê gel de piçûkxistinê û wê bê îtibarkirinê ye. Parastin, piştgirî û lê xwedî derketina artêşê erka we ye." Li gor nûçeyê Ozkok gotiye "Ger ku bi mebesta ku em xwe biparêzên em biaxifin dê ziyan bigihîje herkesî heta wê bigihîje Borsa'yê jî. Ji herî payeniziman bigirin heya herî payebilindê Hêzên Çekdarên Tirk(TSK) li pişt Yaşar paşa ne." Ozkok hind tiştên ku goya daxwaziyên pêlingên fermandariya TSK'yê ne ji Erdogan xwestiye û destnîşan kiriye ku ji alî serdadgerê Wan'ê Ferhat Sarikaya ve sûcdarkirina General Yaşar Buyukanit, kiryariyek di çavên civakê de piçûkkirina TSK'yê ye.  Hîlmî Ozkok diyar kiriye ku mebesta wan ne ewe ku mudaxeleyî Dad'ê bikin lê belê ji Serokwezîrê Tirkiye R.Tayyib Erdogan re gotiye ku "Bila di derbarê, di serî de Dadgerê Wan'ê Ferhat Sarikaya'yê ku îddianameyê amade kiriye û kesên din ên ku di vê bûyerê de qusûra wan heye

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.