Ramyarî

Serokatiya Kurdistanê bersiva daxuyaniyeka Desteya Zanayên Misilman Li Îraqê da

Alixan Aras · 15.05.2006 · 2 dîtin

   Peyvdarekê li ser navê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand, ev teksta wê ye: -Daxuyaniyek li ser navê bi nav Desteya Zanayên Misilman Li Îraqê li dor axaftineka serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî di seredana wî ya vê dawiyê ya dewleta Kuwêta dost de li dor têkiliyên bi Israîlê re weşandiye.Daxuyanî bi hejmara 255 e, daxuyanî, daxuyaniyên ceng yên bi nav Civata berê ya Serokatiya Şoreşê tînin bîra me, dikare yên ku xwe wek zana dihesibînin, desteya xwe jî wek wê civata berê bibînin.Ji vê jî xiraptir ew e ev deseyê ku ti kesî ew nehilbijartine, dest pê kiriye sînorê Îraqê jî derbas dike û li ser navê miliyarek û pêncsed milyon misilmanên cîhanê dipeyive.Xuya ye van zanayan ev daxuyanî weşandiye bê ku vegeriyabin ser gotinên serok Barzanî, yan jî gotinên wî xwendibin, lewra jî em dîsa paragrafa ku têkiliya wê bi vê mijarê ve heye berçav dikin ku bersiva pirsiyara rojnamevanekê ereb bû û eva jêr e: -ـ Nizanim çima hertim ev pirsiyar li me tê kirin. Herweha jî got: Israîlî ketine nav hemû welatên ereb û em têkiliya bi wan re jî wek tawan nabînin, lê belê em beşek ji dewleta Îraqê ne, eger ku Bexda têkiliyan bi Israîlê re çêke, wê demê dê têkiliyên me jî yên bi wî awayî hebin. Kunsulxaneya Israîlê dê li Hewlêrê bête vekirin eger ku balyozxaneya Israîlê li Bexdayê hate vekirin, berevajî vê yekê têkiliyên me bi Israîlê re nabin. Helwêsta Kurdistanê di vî warî de girêdayî helwêsta Bexdayê ye. Biriyar di destê Bexdayê de ye û biriyara wê jî her çi be, dê rengvedana wê li ser Kurdistanê jî hebe.Vêca azirandina hesta misilmanan li kû ye, çima birêz Hars El.Zarî yê serokê Desteya Zanayan ji Qahîreyê dernakeve ku balyozxaneya Israîlê lê heye û her roj Şêx li ber siha ala Israîlê ye?. Çima nûnerê desteya navhatî Mihemed Eyyaş El.Kubbeysî ji Qeterê dernakeve ku baregehê wî û baregehê israîliyan nêzî hev e?Kaxa Kurdistanê ji her aliyekî re vekiriye û her roj bi dehan rojnamevan û karmendên medyaya ereban û ya cîhanê jî li Kurdistanê ne, hemû jî ji bo ger û axaftina bi welatiyan re azad in. Ti programên serokatiya Kurdistanê yên veşartî nîne, herweha jî serok Barzanî bi wê yekê hatiye naskirin ku vekirî diaxive û bêpêç û pena bersiva pirsiyaran dide.Eger ku têkiliyên Kurdistanê bi vî welatî, yan jî welatê han re hebûna, hemû kesan dê bizaniya, ji bo têkiliyên paşerojê jî her tişt dê di çarçoveya Îraqê de be. Welê baştir bû Desteya Zanayan ji rola xwe ya wêrankarî û tevdana Îraqê dûr biketana û bêtir pêrgî hejar û bêtawanên vî welatî biçûna ku her roj bi sedema fetwayên wan yên tekfîrî bi sedan ji wan têne serjêkirin û kuştin û karên felestîniyan jî ji bo felestîniyan bihêlin û karên miliyarek û pêncsed milyon misilmanên cîhanê jî ji serokên wan re bihêlin.Eger ku helwêsta vê desteyê ji bo berjewendiya misilmanan e, me çima rojekê ji rojan tiştek li dor alîkariya malbatên qurbaniyên gelê kurd li Helebceyê û enfalên reşnav nebihîst, ma gelo ew ne misilman bûn?Daxuyaniya desteya navhatî û gotinên Muqteda El.Sedr jî yên di vê derbarê de ti bandorê li gelê Kurdistanê nakin û gelê Kurdistanê ne hewcedarî fetwa û şîretên wan e, baştir ew e mayê xwe di karê vî gelê qehreman nekin.Kurdistan TV1552006

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.