Ramyarî

Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyanyekê de biryara senatoya Amerîkayê şirove

Serokatiya herêma Kurdistanê · 04.10.2007 · 2 dîtin

Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyanyekê de biryara senatoya Amerîkayê şirove dike Peyvdarê fermî yê serokatiya herêma Kurdistanê derbarey wan minaqeşeyên vê dawiyê li ser biryara senatoya Amerîkayê li dor ku Îraq bibe dewleteke federe, daxuyaniyek da çapemeniyê û ev jî teksta wê ye:Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyanyekê de biryara senatoya Amerîkayê şirove dike.Peyvdarê fermî yê serokatiya herêma Kurdistanê derbarey wan minaqeşeyên vê dawiyê li ser biryara senatoya Amerîkayê li dor ku Îraq bibe dewleteke federe, daxuyaniyek da çapemeniyê û ev jî teksta wê ye:Piştî derxistin û pesindn kirina pirojebiryra teybet bi federalîya Îraqê, û piştî me helwesta xwe diyar kirî û piştevanîya biryarê kirî, ji ber ku teksta wê biryarê li gel desturê Îraqê di gonce û daxaza cîbicêkirina federaliyê li Îraqê dike, çend deng bilnd bûn û hindeke ji wan dengên nehez tuhme û gef li biryarê û helwesta Kurdistanê kirin.Em dûpat dikin û radigehînin ku federalî çareseriye û her ji bo vê meremê demên dirêj me xebat kiriye û hemû partî û aliyên siyasî yên Îraqê di dema opozisiyonê de pesind kiriye. Paşî li ser desturê Îraqê piraniya hevwelatiyên gelê Îraqê deng da û federalî bo armanceke îraqî û desturî. Herwesa piraniya bizavên siyasî yên Îraqê yên beşdar di pirosesa siyasî de yan hevpeymanin bi hikûmetê re pesind kiriye. Ango federalî biryareke îraqî ye berî ku daxzek be ji derve hatbe, eve jî derbirîneke desturî ye bo jinûve binyatdanan dewleta Îraqê û çareserkirima piroblemên wê ye, ne bi tenê bo çareserkirina pirsa Kurdistanê ye.Beriya nuke û niha jî partiyên siyasî û serokên gelê Kurdistanê rolekê sereke hebû û heye ku Îraq weke dewletek yekgirtî bimîne, û tu dema dabeşkirina Îraqê di peyrew û pirogramê partiyên Kurdistanê ne bû ye.Ewan qîrî û hewaran li ser biryara senatoya Amerîkayê rêyeke xeter girte ber xwe, çunko ew kesên beriya nuke dijî desturê bûn, niha derfet ji xwe re dît da ku prensîbên demokrasiyê û federaliyê, bi hêceta rewestan li dijî biryara senatoya Amerîkayê û destxistne nav karûbarên navxe, ji desturê derxînin.lêkolînên li ser rewşa Îraqê her ji destpêka diristbûna dewleta Îraqa nûh, van xalên li jêr îsbat dikin:1- Hukmê merkezî li Îraqê bûye sedemê wê yekê ku beşek yan taîfek yan partiyek bi serê xwe deselatdariyê bike, vê yekê diktatorî peyda kir, û herdem şidet û tedayî sedemên berdewambûna deselatdaran bû, di netîce de ji bilî wêrankariyê û têkdana Îraqê tu çakî Îraqê li pişt xwe nehêlan.2- Desthilata merkezî li Îraqê mefên rewayên gelê kurd qebûl nedikir û herwesa hevwelatiyên Kurdistanê û Başûr bi dereceya jêr hisab dikirin.3- Lazime binyatdanan desthilata beşdarîkirinê li Îraqê li ser esasê lihevkirina navbera hemû pêkhatên sereke yên gelên Îraqê be. Herwesa dubare avakirina Îraqê jî li ser esasê yekgirtineke xwestek be.4- Eger em li rewşa niha ya civaka Îraqê binêrin, dê bînin ku pêkhatên olî û mezhebî di çarçûvê bizavên siyasî û olî de xwe diyar dikin, ku partiyeke siyasî olî xwe wisa nîşan dide ku nûneratiya sunne yan dike, di heman demê de hijmareke partiyên îsalmî xwe wisa nîşan didin ku nûneratiya şîeyan dikin, jiber hindê Îraqa Erebî bi awayekê taybetî ji aliyê îdolojiyê ve bi çavekê sunnî û sîyî li dewlet, hikûmet û karûbarên civakî û siyasî temaşe dikin.5- Di Kurdistanê de tevî ku neteweya kurd mayorîteye, lê belê em direwşekê de ku olên weke îslam, mesîhî û êzidî, herwesa mezheb û neteweyên cihê weke tukman, aşorî û kildan hene, em bi wan re miamelê dikn, herwesa em li ser esasê pêkvejiyan navbera hemû ol û mezheban de li Kurdistanê kar dikin, di heman demê de em daxazê ji birayên xwe yên li Îraqê dikin ku ew jî li ser prensîbên me biçin.Beriya niha û niha jî li nêzîkbûna dîtin û nerînên birayên me yên şîye û sunn e em alîkarên sereke ne .6- Di wê demê de ku baweriya me bi sîstema federalî heye, li gor desturê ev sîsteme li ser esasê viyana hevwelatiyên parêzgehan dibe, eger rûniştvanên parêzgehên Başûr deng ji bo berjewendiya damezrandina federalya Başûr da, ev mafekê wan ê desturî ye. Eynî tişt bo parêzgehên Rojavayê Îraqê jî derbaz dibe. Ango mekanîzma binyatdanana federaliyê di destur bi xwe de heye. Eveye rewşa siyasî, civakî. netewî û olî ya civaka Îraqê.Hilbjartina çarçûvê federaliyê tenê ji bo îraqiyan dimîne, eger em di çarçûvê vê rewşê de miamilê li gel desturê Îraqê bikin, dê me bigihîne encamê ku senatoya Amerîkayê tu karê wisa encam ne daye kul i gel destur mitabiq nebe.Mixabin piraniya wan yên ku rexne li biryara senatoya Amerîkayê girtine, yan wan bi awayekê rast biryar ne xandiye yan jî ev derfet ji xwe re bika anî da ku hizir û bîrên xwe yê şofînî û baweriyên xwe bi dubare vegerandiana desthilata merkezî û jinavbirina desturê Îraqê û pernsîbên federaliyê, eşkere bikin.Pirojebiryara senatoya Amerîkayê li gel desturê Îraqê mitabiq e ku pirosesa siyasî li ser hatiye danan, û herwesa hemû berpirsên Bexda sûnd xariye ku biparêzin.Senatoya Amerîkayê îmajê bi madeyê yekê yê desturê Îraqê dike, ku Komara Îraqê dewleteke federalî serbixwe ye û herwesa îmajê bi madeyê 116 desturê Îraqê dike ku taybete bi herêman ve, ku sîstamê îtîhadî li Komara Îraqê ji paytext, herêm, parêzgehên ne merkezî û rêvebriyên lokal pêktê, herwesa ev madeye îmajê bi desthilatên herêmê û desthilatên teybetiyên mekezî û mekanîzma pêkînana herêman dike.Senatoya Amerîkayê bi awayekê zelal û eşkere îşaretê bi qanûna civata nûnerên Îraqî(perlemnatoya Îraqê) ya teybet bi federaliyê dike, ku di 11.10.2006 pesind kir bû, ev qanûne jî piştî 18 mehan ji roja ragehandinê dikeve warê cîbicêkirinê de.Senatoya Amerîkayê herwesa daxazê ji DYA dike ku li ser esasê desturê Îraqê sîstema federalî ava bibe, piştevaniya hemû rêkeftinên nevbera îraqiyan dike.Kanê pirojebiryara dabeşkirina Îraqê li ser esaê tayfî di biryara senatoya Amerîkayê de? Gelo tekîd kirin li ser desturê Îraqê û biryra civata nûnerên Îraqê û federalî di berjewendiya pirosesa siasî ya Îraqê de ye yan na? Miamele kirin bi rewşa Îraqê re bi awayekê ne realîst û nîşandana rewşa Îraqê bi awayekê din, dê bibe sedemê ku piroblem aloztir bibin, herwesa dê bibe egerê çareser nekirina problemna bi awayekî cidî.Em bi desturê Îraqê û avakirina îraqeke îtîhadî( federalî) re pabend in, çonko ev yek armanca piraniya îraqiya ne.Jipêxemeta gotûbêjkirina problemên mezin yên Îraqê û destnîşankirina çareseriyan bo kêşeyên aloz û avakirina têkeliyên dirist navbera nûnerên hemû pêkhatên gelên Îraqê de û herwesa jipêxemeta danan dîtineke hevbeş bo îraqa paşerojê û bihêkirina sîstemê beşdarîkirinê li Îraqê û minaqeşekirina hemû problemên peywemdê bi fedraliyê ve hene,daxaz ji hemû nûnerên partî û bizavan dikin ku beşdariyê di kongereyeke giştî li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê de bikin bo bichkirina aşitiya niştimanî û çaresekirina probleman.Ev însiyatîve nîşanên pabnebûnê me ne bi avakirina îraqeke federal û yekgirtî, îraqa plurel û demokratîk, armanca me pêkvejiyane li ser esasê maf bo hemûyan û azadî û demokrasîyê.Piştî rawêjkirinê bi aliyên peywendî dar re, vexwendina fermî dê ji bo hemû partî, hêzên siyasî, kesatiyên serbxwe yên îarqê bê rê kirin, ji bo ku di demekê diyar kiriî de beşdariyê di wê kongereyê de bikin.Xudê mezin piştevan be.Peyvdarê fermî yê serokatiya herêma Kurdistanê3.10.2007Hewlêr krg.org

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.