Ramyarî

Serokatiya Civata Wezîran.. semînarek li dor têkiliyên navneteweyî

Alixan Aras · 17.05.2006 · 2 dîtin

Li serokatiya Civata Wezîrên Kurdistanê semînareka li dor têkiliyên navneteweyî di hukûmeta federal de ji bo du pisporên warê têkiliyên navneteweyî yên Kanada hate lidarxistin. Di semînarê de Prof.Luis Beaudoin yê wezîrê berê yê Têkiliyên Navneteweyiyên herêma Quebecê ya Kanada û Prof.Francis Durlaut mamosteyê têkiliyên navneteweyî yê zanîngeha Monterial piştî kurte pênaseka herêma Quebecê ya li dor hejmara welatiyan û rûber û ziman û dîn, li ser girîngiya têkiliyên navneteweyî yên tevî hebûna astengiyan jî li hember diyarkirina têkiliyên navneteweyiyên wê herêmê di distûra Kanada de rawestiya û hewldana ji bo pêşketinên aborî û kulturî wek xaleka girînga wan têkiliyan qebûl kir.Li dor çewaniya organîzekirina têkiliyên navneteweyî jî faktera serketina van têkiliyan vegerande ser avakirina ofîsa herêmatî ya têkiliyan li piraniya welatên cîhanê û girînkdayina ji sistema perwerdeyî û hîndekarî û kulturî re û fêdegirtina ji pisporên biyanî di van waran de.Dawiyê beşdarên semînarê çendîn dîtin û nêrînên xwe li dor mijara semînarê pêşkeş kir.Kurdistantv

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.