Ramyarî

Serokè Kurdistanè cejìna Havinè ya Kurdan èzdi piroz kir

Haci · 05.08.2007 · 2 dîtin

Serokê Kurdistanê cejina Çileya Havînê ya kurdên êzdî pîroz kir Cavkanî DoxataKTV-Bi helketina hatina cejna Çile ya Havînê ya kurdên êzdî rêzdar Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bi mesajekê ev cejin li êzdî yên Kurdistan û Îraqê pîroz kir , ev jî teksta wê ye: Bi navê Xwedê yê mezin û dilovan Bi helketina hatna cejna Çile ya Havînê ya kurdên êzdî pîrrozbahî yên gerim pêşkêşî hemû êzdî yên Kurdistanê û cîhanê dikim , hîvîdarim her sal ev cejin bi şabûn û kameranî di Kurdistana hertim serferaz de û li jêr siha tecrîbeya demokiratîk ya Kurdistanê jiwan re vegere û bi yêkrêzî ya welat yên gelê me ko kurdên êzdî beşeke girînga resenatî ya wê ne bikarîn di Îraqa federal û demokirat û fere azadî û Îraqa hemû pêkhatên ol û neteweyî de mafên olî yên wan jibo wan garantî bikîn. Careke din cejna Çile ya Havînê li hemû xweşik û birayên kurdên êzdî pîroz dikim û hemû cejnan her di xiweşiyê de bin. Mesûd BarzanîSerokê Kurdistanê2/8/2007

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.