Ramyarî

Serok Talebanî ji îdamkirina Sedam Hisên agahdar nebûye

PukMedia · 02.01.2007 · 2 dîtin

PUKmedia/Çavkaniyeke Buroya Navend ya Ragihandina YNK nûçeya Ajansa ÎRNA wekî çêkirî (lihevînayî)nav kir û got:" Serok Talebanî ji îdamkirina Sedam Hisên agahdar nebûye."Di derbarê ew nûçeyê ku Ajansa Nûçeyan ya Îranê IRNA li ser gotûbêja telefonî ya serok Talebanî û serkomarê ÎraNÊ Ehmedî Nejad belav kiriye û tê de hatiye diyarkirin ku qaşo serok Talebanî gotiye:" Sedam bilez hatiye îdamkirin ji ber ku tirsa wê yekê hebûye ku Sedam Hisên ji aliyên hindek kesan ve û bi karhêsaniya Emerîkayê rêya revînê bê dayîn." Çavkaniyeke berpirs ji Buroya Navend ya Ragihandina YNK bi PUKmedia re ragihand ku tewawî ew axaftin nerast û çêkiriyê.Heman çavkaniyê got:" Di vê derbarê de me bi sekreteriyeta serok Talebanî ve pêywendî daniye û dilniya kirin ku di wê gotûbêja telefonî de axaftin li ser wê babetê nahatiye kirin."Heman çavkaniye ragihand ku serok Talebanî ji dem û seat û roja îdamkirina Sedam Hisên agahdar nebûye daku li ser wê babetê biaxive.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.