Ramyarî

Serok Bush û Barzanî basê rêkeftina parastinê diken

Rojhat · 31.10.2008 · 2 dîtin

Serok Bush û Barzanî basê rêkeftina parastinê diken

Serokê Amerîka George Bush dibêje ew piştrast e ku dê rêkeftina bi Bexda re bête pesend kirin li ser paşeroja mana serbazên Amerîkî li Iraqê berî ku muhleta Neteweyên Yekgirtî li 31ê meha 12 bi dawî bêt. Rêzdar Bush axaftinekê kir piştî kombûna digel Serokê Herêma Kurdistana Iraqê birêz Mesud Barzanî.Bernivîseke rêkeftinê amade ye paş danustandiên bi mehan belê Iraqî vêcarê daxwaza çend guhorînan dikin li ser rêkeftinê.Serok Bush ji rêberê Kurd Mesud Barzanî re got dê encamên girîng hebin bo daxwazan.Wi got, "Em li ser daxwaza guhorînê dişêwirin, em bêguman dixwazin ku alîkarîyê bikin û pêşketinan pêk bînin bêy ku zirarê bidine prensîbên eslî. Û ez gelekî bi hîvî û bawerî me ku dê SOFA (Rekeftina Rewşa Hêzên Leşkerî) dê derbaz bibe."Belê karbidestên Amerîkî huşdarîyê dane ku rêya bo guhorînê gelekî bi zehmet e. Wan dîyar kirîye ku Washington zêde ne bi dil e ku jinûve dest bi danustandinan bike li ser rêkeftinê. Di hemen demî de, ew dibêjin rêkevtin di cihê xwe de û başe û dergeh li ser gohortina peyvan dayêxistî nîne.Li pêntagonê, peyvdar Geoff Morrêll pê dagirit ku gohorîn di bernivîsa rêkevtinê da dê bi hûrî, bi zelalî û bi rêz ve bête lêkolîn kirin.Morrell dibêje “Hevalbendên stratijî bi rêz ve gohdariya nîgeraniyên hev diken.Lewma Iraqiyan hinek têbînî derbirîne. Niha em bizavê dikeyn wan wergêrîn û bizanîn ka birastî ew çine. Û em dê gohdariya wan bikeyn. Em dê wan daxazan berhev bideyn û dê biryarê li ser bingehê têgehiştina xwe li dor xalên heyî bideyn.”Çi yek ji karbidestên rêveberîya Bush bi awayek eşkera li ser hûrde kariyên pêşniyazê ne axivtine. Lê belê peyvdarê hikûmeta Iraqê li Baxda dibêjît daxazên me wî zimanî digirîte xwe ko rêkê digirît li hêzên Amerîka ji erdê Iraqê ve hêrişê bikene ser welatek cîran. Ew pêşniyaze her wesa behsê mafên qanonî yên serbazên Amerîkî li Iraqê diket tevî diyar kirina wextekê ji bo vekêşana serbazên Amerîka ji Iraqê.Hinek karbidestên Iraqê dayne zanîn ku dê zihmet bît bo Emrîka wan gohorîn kariyan pesend biket, û bi wê çendê dergehî ji bo egera li pey çona dirêj kirina demî ji alîyê neteweyên yêk girtî ve bo mana hêzan li wê derê zêde diket.Roja çarşembiyê peyvdarê pêntagonê Morrêll gote rojnamevanan ko Washington ji aliyê Moskoyê û paytextên din ve hatiye dine dan ji bo nûjen kirina wê mohltê. Lê belê wî pê dagirt ew dê her sengiya xwe bidene ser berdestkirina rêkevtina li dor rewşa hêzan di demê xwe da.   voa

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.