ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 16.02.2009 · 2 dîtin
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe ya bi Televîzyona Elcezîreyê de ragihand ku madeya 140’ê madeyeke destûrî ye û pistî normalkirina rewsê, me encama referandûma madeya 140’ê qebûl e. Serokê herêmê da zanîn ku têkiliyên herêma Kurdistanê digel derve, bi siyaseta hikûmeta Iraqê ve girêdayî ye.Serokê herêmê got:” Madeya 140’ê madeyeke destûrî ye û bastirîn rê ye ji bo çareserkirina meseleya navçeyên dabirî.Pistî ku rewsa Kerkûkê bê normalkirin emê encama referandûma madeya 140’ê qebûl bikin.Pistrast in ku piraniya rûnistvanên Kerkûkê kurd in.Hin alî dibêjin kurdan demografiya Kerkûkê guheriye lê nûçeyên bi vî awayî ne rast in. Her erebek li welatekî ereb bixwaze em amade ne hêsankariyê jê re bikin daku bê Kerkûkê û rastiyan bi çavê xwe bibîne.”Di heqê encamên hilbijartinên vê dawiyê yên li Iraqê de jî got:”Kurdan di hemû navçeyên nakokbar de piraniya dengan bi destxistine.Ya ku me zêdetir kêfxwes kiriye ew e ku li van navçeyan birayên ereb jî dengên xwe dane Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê.Serok Barzanî got:” Têkiliyên Kurdistanê digel derve bi siyaseta hikûmeta Iraqê ve girêdayî ye û me bi nehênî û askere tu têkilî bi Îsraîlê re nîne çimkî em bi siyaseta derve ya Iraqê ve girêdayî ne.” Pukmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.