ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 18.09.2008 · 2 dîtin
Duhî êvarê li havîngeha Pîrmam,serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Ryan Crocker civînek saz kirin.Di civînê de gotûbêj li ser rêkeftina staratejîk ya di navbera Iraq û Amerîkayê,madeya 140-ê û têkiliyên di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê hate kirin. Piştî civîna duhî ku jimareyek ji endamên herdu polîtburoyên YNK û PDK-ê û serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûn, îro serok Barzanî û Crocker ji bo aşkerekirina naveroka vê civînê, civîneke çapemeniyê li dar xistin.Destpêkê serok Barzanî got:”Di civîna duhî de me qala gelek tiştên girîng kir,ji wana meseleya rêkeftina stratejîk ya di navbera Iraq û Amerîkayê,qanûna hilbijartinên parêzgehan,madeya 140-ê û krîza di navbera Iraq û herêma Kurdistanê de.Xweşbextane nêrînên me gelek nêzî hev bûn,ji bo vê yekê jî emê bi hevre hewlên xwe yên bo çareserkirina arîşeyan û gihiştina armancên me yên sereke ku ew jî Iraqeke federal û demokrat ya dûr ji şîdet û karên dijî berjewendiyên gelên Iraqê, bidomînin.”Di heqê mijara pêbendbûn bi destûrê de jî serok Barzanî got:” Pêwîst e rêz li destûra Iraqê bê girtin,em dûbare dikin ku pêbendê vê destûrê ne û ger hin kes pêbendê wê nebûn jî ,em heta nefesa xwe ya dawîn digel wê ne daku bê bicihanîn. Bi ya me gelê Iraqê dê rêz li dengên xwe bigirê û her berpirsek jî divê rêz li piraniya xelkê Iraqê bigire û di encamê de jî divê ev destûr bê bicihanîn.Di beşeke din a axaftina xwe de serok Barzanî got:” Di vê qonaxê de Iraq bi awayekî tewafiqê tê birêvebirin û çêdibe jib o qonaxên din jî ev tewafiq hewce be.Ger nakokî jî hebin,waye destûr hekem e û loma em dakokî li ser pêbenbûn bi destûrê dikin.”Paşe Ryan Crocker axivî û got:” Cara yekê sala 2001-ê hatibûm vir û digel serok Barzanî civiyabûm,wê çaxê me qala paşeroja Iraq û herêma Kurdistanê kir. Ji wê demê ve û heta nuha gelek wext bihuriye,me rêyeke dûrûdirêj biriye û gelek karên me yên din maye ku pêwîst e ji Iraqa nû re bikin.Crocker got:” Wek serok Barzanî jî qal kir,me di civînê de li ser rêkeftina stratejîk ya di navbera Iraq û Amerîkayê û nêrînên me li ser wê yekê nêzî hev bûn ku pêwîst e karên vê rêkeftinê biqedînin û bigehin encamek çimkî ev rêkeftin jib o Amerîkayê gelek girîng e daku bikare ewlekarî û aramiyê jib o Iraqê dabîn bike ku ev rêkeftin jib o paşeroja Iraqê jî girîng e.”Crocker axaftina xwe weha domand:” Her weha div ê civînê de me qala qanûna hilbijartinên parêzgehan û lezandina pesendkirina vê qanûnê kir çimkî ev qanûn ji xurtkirina prosesa siyasî ya Iraqê gelek girîng e.”Crocker ji bo aloziyên vê dawiyê ên li Iraqê jî got:” Bi ya me pêwîst e serkirdeyên iraqî bi rûniştin û gotûbêjê bigehin encamekê.Ji bo vê yekê jî emê serdan û gotûbêjên xwe yên bo damezrandina Iraqeke nû bidomînin ku Iraqa nû wek rejîma berê lê neyê , nebe rejîmeke serkutker.”Ji bo mijara diyarkirina sinorên herêma Kurdistanê û bicihanîna madeya 140-ê jî Crocker got:” Ev proseseke iraqî ye,em û UN-ê amade ne hevkariya vê prosesê bikin,madeya 140 wan aliyan diyar dike ,em piştgiriyê li bicihanîna madeya 140-ê dikin,ev jî ji bi prosesa siyasî ya îro ya li Iraqê gelek girîng e.” Pukmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.