ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 30.09.2006 · 2 dîtin
Piştî belavbûna destûrê Kurdistanê , hin aliyan rexne û nêrînên xwe ragehandin. Serkîs Axa can wezîrê darayiya Kurdistanê ku bi regez welatiyekê Aşûriye , reşnivîsa destûrê Kurdistanê rexnekir ji ber ku reşnivîsa destûrî hukimê zatî bi gelê wan re desteber nekiriye.Axa Can di daxûyaniyekê de ji bo malpera Enkawe ronkir kêm û kasî di destûra hukûmeta Kurdustanê de heye bi taybetî sebaret bi rewşa gelê me û mafên netewî yên me û ewa giringe ev kêm û kasî bi hên çareserkrin.Herweha Axa can ronkir pirojekta destûrê kurdistanê mafê gelê me deste ber nekirine û mafê xwe birêvebirinê (hukimê zatî) li deverên deşta Neynewa bi me nehatîne dayin Axa Can destewajeya “Kild û Aşûr” ku di destûrî de hatiye rexne kir û got:destûrî em ji hev cûda nekirine û weke ku em dû gelên cûda bîn , ev yêk jî nahê qebûl krin , em di gel destewajeyekê lêkdayidayine ku bi şêweya “El şeib El kildanî El aşûrî El siryanî” li xwe digire.Herwesa nav hatî ragehand :giring ewe gelê me hemû mafên netewî nek tenê li destûrî Kurdistanê , belkû li destûrê Îraqê jî bi dest xwe ve bine û li deverên xwe Îdareya xwe hebe û hêzên polîs û asayişa hindûr li gelê xwe be Serkîs Axa Can dûpat kir ku li heftiya bûrî axiftin û gutobêjên dirêj kirine sebaret bi vê mijarê û got: Ez geşbînim bi bayexdana reşnivîsa destûrê Kurdistanê ku beriya cîbicî kirinê tevaya mafên Kild û Aşûrî û Siryanî bihên bingehîn kirin
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.