ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
XEBATKARÊN NEWROZ COMÊ · 31.12.2005 · 2 dîtin
Me saleke din jî shûnda hîsht û em dê dest bi saleke nû bikin..Gelê Kurdistanê ev sedan salin ji alîyên hêzên dagirkerên Kurdistanê ve, bû hedefa karesatên nedîtî, tevkujtaran, wêrankirina Kurdistanê. Dewletên dagirker hertim hewl dan gelê Kurdistanê bi gel ziman û chanda wî li ser erdê nehêlin.. Dewletên Kurdkuj û xwînrêj di sherên xwe ên qirêj de dikaribûn li pêsh chavên hemû dewletên dinyayê mîlyonan ji Kurdan holê rakin, derbeder û asîmîle bikin.Di van sed salên vê dawîyê de her char dagirkerên Kurdistanê, bi alîkarîya hemû hêzên Rojava û Rojhilat li dijî gelê Kurdistanê sherên qirêj, dûrî yasayên sherî domand, Kurdistan wêrankirin, Kurd Enfal kirin û kîmyabaran kirin. Lê, hemû hewlên wan ji bo nehîshtina gelê Kurd li ser axa xwe vala derchûn. Kurdan pishta xwe dan chîyayên Kurdistanê, sherê xwe ê man û nemanê ji bo mafên xwe ên rewa domand.Pishtî sherê Kendavê ê sala 1991‘ê gelê Kurdistanê bi yek dengî û bi yek rêzî serîhilda û hemû dam û dezgahên rejîma dagirker a Iraqê bi yek car li Kurdistanê holê rakir..Di destpêk û dema sherê Hêzên Hevpeymanan ji bo ruxandina rejîma Iraqê a xwînrêj, Hêzên Kurdistanî wekî hevpeymanekî Dewletên Yekgirtî ên Emerîkî dewrek mezin lîstin. Deverên dagirkirî ên Kurdistanê jî ji alîyên Hêzên Peshmergeyên Kurdistanê ve hatin azadkirin.Tevgera Kurd a Bashûrê Kurdistanê wekî hertim dîsan di van salên dawîyê de jî, serokayetîya bizava Kurdan a her char parcheyên Kurdistanê kir. Kurdên hemû dinyayê bi yekdengî, bi yek helwestî der û dora Parlamana Kurdistanê û Hukumeta Kurdistanê kombûn.. Ji ber ku, charenivîsa hemû Kurdên dinyayê li Bashûrê Kurdistanê dihat lîstin... Hemû dujminên Kurdistanê hewl didan Kurdistana azad bifetisînin.. Hemû Kurdên welatparêz desteka xwe pêshkêshî birayên xwe ên bashûrî kirin.. Sînorên ku hêzên dagirker li ser lashên netewa Kurd avakiribûn, ji alîyê hesta netewî a Kurdan ve neman... Kurd hemû Hewlêrî, Silamanî û Kerkukî bûn. Ev pêvajoya hêj jî berdewam e..Kurdên Bashûr îsal jî dewrek dîrokî lîst, nav û nasnameya Kurdan li hemû dinyayê belavkirin û bûn nûnerê hemû Kurdan..Axivtina Mam Celalî bi Kurdî wekî Serokê Komara Iraqê li Qesra Sipî, „pêshkêshkirina silavên gelê Kurdistanê“ ji hemû serkomar û serwezîrên cîhanê re Li Neteweyên Yekgirtî, pêshwazîkirina Kek Mesud wekî Serokê Kurdistanê ji alîyê DYE, Brîtanya, Vatîkan û hdt... ve bûyerên dîrokî bûn di dîroka gelê Kurdistanê de...Bi kurt û kurmancî di sala 2005 de Kurdên Bashûr wekî aktorekî sîyasî hem li Kurdistanê, hem li deverê û hem jî li dinyayê dewrek gellek mezin lîst û erd hejand...Ev yeka hanê bû, nîshana serbilindî û rûmetî û dilxweshîya hemû Kurdên cîhanê.. Bûyerên dîrokî li Bashûrê welatê me hemû dek û dolavên dagirker û dujminên Kurdistan pûch kir, mecbûr man ligor vêjîna gelê Kurdistanê sîyaseta xwe a di derheqa Kurdan de „bigurînin“...Li Kurdistana Rojhilat jî îsal gelê me bêdeng nema.. Li bajêrê Pêshewa Qazî Mihemed, Mahabadê gelê Kurd li dijî rejîma axundîyan nerazîbûna xwe dîyar kir û serîhilda...Di demeke kurt de serhildana Mahabadê gihîsht hemû bajêr û bajêrokên Kurdistana Rojhilat... Lê sed heyf û mixabin serhildana Mahabadê jî wekî serhildana Qamishloyê a sala par, li pêsh chavên hemû raya gishtî a dinyayê shikestin xwar, sedan Kurd hatin girtin û berchavkirin... Dehan Kurd hatin kushtin.. Lê, gelê Kurd nîshan da ku, ew rejîma fondemantalîst û sazîyên wê li Kurdistanê naxwaze û nîshan da ku, ew wekî bombeyeke amadeye biteqe...Li Kurdistana Bakur jî, gelê me beramberî hovîtîya Tirkan bêdeng nemîne xwe di dema bûyerên Shemzînanê de awayekî eshkere nîshan da. Dost û dujmînên gelê Kurdistanê û peywendîyên Kurdan ligel Tirkên xwînrêj bi eshkere dîtin.. Kurdên Bakur jî hewl didin wekî birayên xwe ên Bashûr, mafên xwe ên rewa bi destxin. Lê sed heyf û mixabin, her chiqas radeya hesta netewî li vî parcheyê welatê me bilind be jî, bêreveberîyek welatparêz, gelê me beramberî dek û dolavên dagirkerên Tirk û „kemalîstên nû“ tenê ma ye. Her chiqas, îsal li Bakurê welêt, hinek hewlên komên curbicur ên welatparêzan hebû jî, nedikaribûn bibin bersiv ji bo doza Kurdistanê... Kurdên Bakur beramberî bûyerên dinyayê, deverê û navxweyî bê perspektîf û rêkxistin mane.. Ev valahîya jî ji alîyê nokerên dewletê ve bi navê „Kurdayetîyê“ tê tijî kirin...Em wekî Malpera Newroz Comê, me hertim bi shiklekî zalal û vekîrî da xuyakirin ku, em beshekî Tevgera Kurdistanê û gelê Kurdistanê ne. Ji bo vê yekê jî chendîn car Newroz Com bû armanca êrîshên dagirkerên Tirk, noker û hevalbendên wê.. Lê xwendevanên Newroz Comê hertim li cem me bûn û hemû alîkarîya xwe nîshan dan..Me hertim hewl da bi qasî ku em bikaribin, bûyerên Kurdistanê û helwestê Kurdan wekî xwe bigîhîjin destê xwendevanan... Em hêvîdarin ku, em di vê xebata xwe de bûn.Em wekî xebatkarên Newroz Comê, serê sala hemû Kurdên welatparêz û Kurdevîn pîroz dikin!!!Em hêvîdarin ku, gelê me dê di sala 2006‘an de gavên ber bichav bavêje û bigîje xewna xwa a hezaran salan....Dîsan serê sala we pîroz be!!Xebatkarên Newroz Comê31.12.2005
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.