ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
HESEN HUSEYÎN DENÎZ · 02.09.2007 · 2 dîtin
SERÊ ROJÊ DU PEVÇÛNDi meha borî de (Tebax) artêşa tirk operasyonên xwe yên li ser Kurdistanê û destdirêjiyên li ser herêma Medya ya Parastina Rewa bê navber domandin. Tevî agirbesta yekalî ya PKKê ku nêzî salekê dibe, çawa ku di seranseriya sale de operasyon nerawestiyan, div ê mehê de jî zêdetir bûn û sere rojê du pevçûn hatin jiyandin. Dîsa di vê mehê de tişta herî balkêş derketina ruyê qirêj a şerê taybet û topyekun ê ji aliyê dewleta tirk ve li hemberî gelê kurd tê meşandin bû. Carekê bi jahrdayînê, carekê jî bi gazên kujêr ên dij mirovî aliyê tirk careke din mebesta xwe ya xiyanetî ya li hemberî têkoşerên azadiyê eşkere kir.Di vê mehê de qasî encamên hilbijartinan, hilbijartina serokomarê Tirkiyê jî ji rojevê neket û bi dawîbûna vê pêvajoyê êdî damezirandina hukûmetê jî ber bi dawî ve diçe ku ev jî tê wateya bidawîbûna qewlê PKKê yê agirbestê. Ger di vê meha nû de şiyandariya Erdoxan+Gul pêngaveke erênî di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de navêje, derfeta aram a PKKê daye rayedarên Tirkiyê bi dawî dibe û bi gumaneke mezin wê Tirkiye û Kurdistan bikeve nava Payîzeke germ.Di meha borî ya Tebaxê de şer û pevçûnên di navbera artêşa tirk û gerîlayên PKKêde derketine, ji aliyê FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPGê ve bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin. Li gorî vê, encama şerê meha Tebaxê di navbera her du aliyan de û êrîşkariya artêşa Îranê ya li ser Herêma Medya pêk hatiye, wiha ye:Ji aliyê artêşa tirk ve li Kurdistanê bi giştî 42 operasyon hatine lidarxistin. Artêşa Îran û Tirkiye 3 operasyonên hevbeş lidarxistine.Bi tevahî 45 operasyon li ser xaka Kurdistanê hatine lidarxistin.Di van operasyonan de: 60 carî şer derketiye.Têkoşerên azadiyê di çarçoweya parastina rewa de 52 çalakî lidar xistine. Di van şeran de: Bi tevahî 137 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.Ji vana: 122 kes leşkerên bê paye, 11 kes leşkerên payedar, çar kes kontra ne. Dîsa di van şeran de: 114 leşker birîndar bûne. Ji vana:2 kes bînbaşî, 2 kes yuzbaşî, 2 kes sûbay û 108 kes leşkerên bê paye ne.Di vê mehê de bi lêdana gerîlan helîkoptereke kobra, yek skorsky derbe xwarine, heft trempêlên leşkerî hatine tinekirin û têkoşerên azadiyê di çalakiyên xwe de ji ser cendekê leşkerên kuştî bi tevahî: çekek A-4, du dûrbîn, topek hawinê û gelek alavên leşkerî bidest xistine.Di vê mehê de di encama şerê qirêj ê artêşa tirk ku li Kurdistanê dimeşîne de, 23 têkoşerên azadiyê cangorî bûne. Ji bilî van operasyonan ji hêla artêşa tirk û îranî ve gelek caran Herêmên Parastina Medya bi topên hawin, kaytûşa û obûsan hatiye bombebarankirin. Di encama van bombebaranan de gelek daristan şewitîne, gundiyên herêmê birîndar bûne û gelek zirara madî ya gundiyan çêbûye. Wekî din di operasyonên ku artêşa tirk li Bakurê Kurdistanê lidar xistine de, di serî de Botan, Amed û Dersîm li piranî qadan ji hêla leşkeran ve bi zanebûn daristan hatine şewitandin û di encamê de gelek qadên daristanî ji holê hatine rakirin. FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG'ÊNûçe/Şîrove/Hesen HuseyînDenîz/Qendîl
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.